Diyarname
Merasîma nîşandana belgefîlma bi navê “Nîştimanê Çîrokan”
Li ser dîroka komkujî, karesat û berxwedana Qeladizê û herêma Pişderê belgefîlmekî bi navê "Niştimanê Çîrokan" hat kişandin û bi merasimek ew hat nîşandayîn.
Belgefîlmê bi navê “Nîştimanê Çîrokan” 19'ê mehê li bajarokê Qeladizê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê ve hat nîşandayîn.
Senaryoya belgefîlmî aliyê Nalî Pişderî nivîsandiye û kişandiye. Belgefîlm karesat û berxwedana bajarokê Qeladizê û herêma Pişderê nîşan dide. Armanc ew e ku dîroka karesat û berxwedana Qeladizê û herêma Pişderê bi giştî were nîşandayîn û nîqaş kirin.
Roja 26’ê pûşpera 1989’an rejima Baasê komkujî pêk anî. Belgefîlm vê yekê derdixe pêş û belge dike. Di vê dîrokê de gelek kurd hatin kuştin, yên mayî jî bi darê zorê hatin koçberkirin û li kampan hatin bicihkirin. Wê roê bajarok hate hilweşandin û veguherî herêmeke qedexekirî.
Di 24’ê avrêla 1974’an de, rejîma Baas sînorê di navbera bajarokê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kir, di encamê de 467 kes ku xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê jî di nav wan de bûn, hatin qetilkirin û birîndarkirin.
Belgefîlm temaşevanan dibe wê serdemê û careke din ev bûyerên trafîk bibîr tîne.


