Diyarname
Di maça çarîk fînalê de Tirkiye û Hirvatistanê bi hev re lîst. Tirkiyeyê bi penaltiyan derbasî çarîk fînalê bû.
Maça di navbera Tirkiye û Hirvatistanê de 90 deqîqeya wê 0-0 bi dawî bû. Dê 30 deqîqeyên demdirêj bihata lîstin. Di deqîqeya 119'an de Hirvatistanê gol avêt û maç bû 1-0. Her kesê hema got maç xelas lê di saniyeyên dawî de, di deqîqeya 120'î de Semih got avêt û deqîqeyê demdirêj bi 1-1 bi dawî bû û vê carê dora avêtina penaltiyan hat.
Di penaltiyan de kîjanê zêde biavêta dê bi ser biketa. Pêşî Hirvatistanê dest bi avêtina penaltiyan kir û gol neavêtin. Dûre careke din hirvatan gog avêt derve û di encamê de bi penaltiyan Tirkiyeyê zora Hirvatistanê bir û derket nîv fînalê.
Kunyeya Maçê:
Stad: Ernst Happel / Wiyana
Hakêm: Roberto Rosetti, Alessandro Griselli, Paolo Calcagno (Îtalya)
Tirkiye: Ruştu, Hakan Balta, Emre Aşik, Sabri, Gokhan Zan, Hamit Altintop, Mehmet Topal (dq. 76 Semih), Arda, Tuncay - Nihat (dq. 117 Gokdeniz), Kazim (dq. 61 Uğur Boral)
Hirvatistan: Pletikosa - Corluka, R.Kovac, Simunic, Pranjic - Srna, Modric, N.Kovac, Rakitic - Kranjcar (dq. 65 Petric), Olic (dq. 97 Klasnic)
Gol: Dq. 119 Klasnic / dq. 120 Semih
Penaltî: Tirkiye 3- Hirvatistan 1


