logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Rêberekî kurd çû Çînê û hevdîtin pêk anîn

  • Dîrok: 18/12/2020
Belê mesele ev e, roja 17.12.2020'an rêberekî kurd ku çavkaniyê nehişt ez nav eşkere bikim çûye Çînê. Li gor çavkaniyê rêveberên Çînê bi dilgermî pêşwazî lê kirine. Û gelek meraq kirine ku rêberekî kurd di vê demê de dê çima were Çînê û bixwaze bi rayedarên payebilind re hevdîtinan pêk bîne.
Piştî vexwarina çayeke bi isûlê Rojhilata Dûr, Serokê Çînê  bi xwe nekariye û jê pirsî ye:
- Qisûrê efû, li gor isûlê we kurdan mirov ji mêvanê xwe re nabêje "tu çima hatî?" lê bi rastî min nikarî xwe raginim: Tu çima hatî? Xêr e? Em dikarin bo te çi bikin?
Rêberê kurd bişiriye, qurtek din ji çaya xwe ber bi qirika xwe de ber daye xwarê û gotiye:
- Me bihîstiye we roketek şandiye hîvê û roket vegeriya ye.
- Belê rast e.
- Me bihîstiye ji hîvê ax û kevir dane hev û anîne.
- Belê, ew jî rast e.
Rêberê kurd sekiniye, tam di wê kêliyê de ketiye nava diduliyê, nizaniye bêje yan na, dîsa jî fikiriye, "Ez ji bo vê ew qas rê hatim, ez nebêjim dê eyb be" û gotiye:
- Wekî hûn jî dizanin kulmek axa me ya azad tune ye. Her kulmek di bin lingên hinên din de ye. Rêveberên me hatin ba hev, gotin em te bişînin Çînê bila wê axê û wan keviran bidin me.
Rêveberên Çînê şaş bûne. Yekî gotiye:
- Ma hûnê pê çi bikin?
- Ji ber kulmek axa me ya azad jî nîn e, em wê bibin bixin nava axa xwe belkî ew li nav axa me şîn bibe.
Rêveberên Çînê hê zêdetir şaş bûne. Paşê pirsîne:
- Hûn dizanin me ev ax ji hîvê çima aniye?
- Belê, em dizanin. Hûn dixwazin li ser wê axê û ew kevirên we anîne lêkolînê bikin.
- Belê rast e.
- Ê? Hûnê bidin me?
- Na.
Rêberê kurd hinek mirûz tirş bûye, lê deng nekiriye. Rêberên Çînê domandine:
- Bawer bikin me gelek dixwest wê axê bidin we, lê yek: Em wê bidin we hûne wê jî biavêjin bin lingên hinan. Binêrin li parçeyek 30 sal in reveberiya we heye we hê nikariye aboriya xwe bikin yek. Li parçeyên din jî hûn li hev nakin. Çapemeniya we her yek aîdê parçeyek e û her yek ji aliyek ve agirê pevçûna navbera we de gur dike. Ya diduyan, herin xwedî li axa xwe derên. Çawa ku diya kesî ji mirov re nabe dê, axa kesek din jî ji mirov re nabe war. Ya sisêyan jî bi me ve eleqedar e: Gelek pêdiviya me bi vê axê heye. Em serî de bêjin, dîsa, yek, emê li ser lêkolînê bikin. Didu di encamê de ew ax li axa me bê, emê bireşînin nava axa xwe û emê axa xwe geş bikin. Sisê ger ev ax û kevirên hîvê li me bên, emê herin hinên din jî bînin û çar: Ger em bikaribin belkî em hin nifûsa xwe bişînin hîvê û li wir jî Çînek ava bikin.
Ji bo oxirkirinê Rêveberên Çînê heta ber derî ligel rêberê kurd meşiyane, ew bi rê kirin û berî rêkirinê gotine: 
- Hêja, li dinyayê gelek xelk hene rojê du danan nan dixwin, hin sê danan, lê di kurdî de navê pênc danan hene:Xurînî, taştê, navroj, şîv û paşîv. Ger hûn şîretek ji birê xwe dixwazin em ji we re bêjin: Hindik nan bixwin, zêde bixebitin. Dîsa wekî pêşiyên we gotiye: 'Nanê eyroy verde siba, karê eyroy meverde siba.'
Rêberê kurd vegeriya ye welat, rêberên din bi meraq li dor kom bûne:
- Te çi kir?
- Min tiştek nekir. Ax nedan lê gotin, axa we bi bereket e, wê axê biajon. Rabin, serê sibê zû em diçin cotê diajon.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji hîvê kevir û ax anîn dinyayê 

Hin Nivîsen Nivîskar

TIRKÊN BULGARISTANÊ Û KURDÊN TIRKIYEYÊ

  • 09 Tebax 2011

Ji roja "Mafên tirkên Bulgaristanê çi be yê me jî bila wisa be" ez li ser vê meseleyê difikirim. Serokê DTP'ê yê wê demê Nurettin Demirtaş...

Here ji Erdogan re bibêje 'Ez Siltanê Kurdistanê...'

  • 18 Pûşper 2011

Emê vê carê Diyarê Me ji bo hilbijartinê veqetînin lê bi çend xalên cihê."Muşteşem Yuzyil" û "Kurdistan"Ev beşa rêzefîlmê...

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin?

  • 28 Tebax 2013

Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd heye. Gelo ev komele dê bê girtin?Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hate avakirin. Edîb Polat wisa qala vê avakirinê dike:...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DBP: Îşev tu pîrozbahî nîn e, xwedî li sindoqan derên

ad

Rojeva dinyayê ev e: Bila mirov hefteyê tenê çar rojan bixebitin

ad

Liverpool formayên diyarî endonezyayiyan dike

ad

Jane Birkina bi name û veng zî xatir waşt

ad

Ji dibistana seretayî heta lîse dê perwerdehî bi kurdî be

ad

Hesabên der barê Talîbanê de hatin qedexekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname