Em kurdên Almanyayê fêr bûne; piraniya caran dema sazî yan rêxistineke kurdan were qedexekirin, di bin de têkiliyeke veşartî ya rayedarên alman û yên tirkan diderkeve holê.
Ev yek ji bo welatên din yên Ewropayê jî derbasdar e: Di sala 1996'an de hêzên ewlekariyê yên Belçîkayê operayoneke bi navê "Spoutnik" li dijî yekem tv'ya kurdî Med TV pêk anî û piştre derkete holê ku ev operasyon di encama hevdîtîn û peymanên di navbera rayedarên tirk û yên belçîkî de pêk hatiye.
Ji xwe pêwîst nake mirov behsa naveroka wan peymanan bike…
Dema babet kurd bin, rayedarên tirk tişta di destên wan de heyî pêşkêş dikin…
Dema babet kurd bin, rayedarên tirk tu tişta bêehlaqî ya heyî pê dirabin…
Mînaka herî nû jî lidijderketina tirkan a daxwaza bidestxistina postê sekreteriya NATO'yê ya Serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen e.
Receb Tayyip Erdogan lidijderketina xwe ya Rasmussen bi daxwaza xwe ya li ser qedexeya Roj TV'yê ve girê da.
Lê mesele tenê ne ev e:
Rassmussen, di 15.11.2005'an de birînek di dilê Erdogan de vekiribû û Erdogan hê cihê vê birînê ji bîr nekiriye: Di wê rojê de li bajarê Kopenhagê Erdogan û Rasmussen hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê, dê her du serokwezîr derketiba pêşberî rojnamegeran. Di wê navberê de ji Erdogan re hate ragihandin ku rojnamegera Roj TV'yê Senem Guneşer jî di cihê civîna çapemeniyê de cihê xwe girtiye. Erdogan li ser vê agahiyê ji Rasmussen xwest ku Senem Guneşer ji cihê civîna çapemeniyê were deranîn û dûre dest bi civîna xwe ya çapemeniyê bikin. Wî, digot ku ewê di saloneke ku “terorîstek” tê de rûniştibe, rûnenê. Lê Rasmussen jî ji Erdogan re behsa azadiya çapemeniyê kir û mîsoger kir ku ewê daxwaza wî pêk neyne. Li ser vê yekê Erdogan cihê civînê terikand û bi vê Rasmussen wekî ku tiştek neqewimîbe bi tenê derket pêşberî rojnamegeran.
Bi kurt û kurmancî: Rasmussen ya Senem Guneşer nedabû bi ya Erdogan û li ser vê yekê hem Erdogan li cîhanê hetikî bû û hem jî vê helwesta Rasmussen cihê birînê di nava dilê wî de vikiribû.
Erdogan dixwest piştî zêdeyî sê salan heyfa vê helwesta Rasmussen jî hilîne; ji ber vê carê pêdiviya Rasmussen bi Erdogan çêbûbû. Lê vê carê jî Erdogan nekarî bi ser bikeve lê belê hinek soz jê re hatin dayîn.
Di civîna bilind ya NATO'yê ya di 4'ê avrêlê ya li Strasbourgê de bi hewlên mezin Tirkiye hate qanîkirin û bi vî awayî Rasmussen bû Sekreterê nû yê NATO'yê.
Qanîkirina Erdogan bi hinek sozên jê re hatine dayîn pêk hat. Rasmussen bi navbeynkariya Barack Obama û gelek serokên din soz da ku ewê careke din jî li ser daxwaza girtina Roj TV bifikire. Ji xwe divê em ji bîr nekin ku hê ji berî du hefteyan du serdozgerê danîmarkî bi armanca lêkolînên li ser Roj TV çûn Enqereyê.
Ev yek jî ji bo kurdan tê wê wateyê ku vê carê hewla daxwaza girtina Roj TV cidî ye û divê kurd ji ber vê yekê ji niha û pê ve bikevin nava hewldanan.
Her çiqas fonksiyona moralî ya meş û çalakiyên bi vî rengî hebin jî, lê ev çalekî bandorê li ser daxwaz û pêkanînên rayedaran nakin.
Cara din dema di sala 2005'an de heman hewldanên dewleta tirk dest pê kir, her 56 şaredarên DTP'ê bi armanca piştgiriya Roj TV nameyek ji Serokwezîrê Danîmarkayê Rasmussen re şandin. Vê nameyê bandoreke ber bi çav kir ku hewldanên tirkan bi ser nekevin.
Vê carê 22 parlementer û 99 şaredarên DTPê hene…
Encamên van hilbijartinên herêmî yên di 29'ê adarê de jî diyar kir ku ew nûnerên kurdan in…
Vêce dem dema badana zend û bendan ya 22 parlementer û 99 şaredaran e…
Her wiha dem dema helwest nîşandana rewşenbîran e ku gelek ji wan bi riya Roj TV û tv'yên pêşiya wê di nava raya giştî de hatine naskirin…
Û dem dema helwest nîşandana stranbêj û hunermendan e ku piraniya wan bi riya Roj TV û tv'yên pêşiya wê di nava raya giştî de bi nav û deng bûne.


