Diyarname
Di mehên havî de zebeş yek ji mêweya sereke û yek ji wan mêweyan e ku herî zêde ew tê xwarin. Dema zebeş tê gotin jî li nav kurdan zebeşên Amedê têne bîra mirovan. Vê canê ne bi aliyên xwe yên erênî û xweş, vê carê bi aliyê xwe yê nexweş zebeş bûne mijara vê nûçeyê: Li ser rêya erebeyan a D-400 a li Manavgata Antalyayê kamyona zebeş barkirî qelibîn û hemû zebeş li ser rê bela wela, parçe parçe bûn. Demek dirêj rê bi ser yek şerîtî de hat meşandin heta hatin rê paqij kirin. Ev foto jî ji vê qezayê ye.


