Cemil Oguz
Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkere kirin. Îsal 210 fîlm dê bêne pêşkêş kirin ku di nav van de çend heb bi kurdî jî hene.
Ji bo eşkerekirina bernameya 37'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê li The Marmara Hotela li Taksîmê civîn hat lidarxistin. Festîval dê êvara 6'ê avrêlê dest pê bike û 17'ê mehê bi dawî bibe. Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan bername eşkere kir.
Beş û hejmara fîlman
Di festîvalê de 198 fîlmên metrajdirêj û 12 kurtefîlm bi temamî 210 fîlm hene. Di 12 rojên festîvalê de di bin 18 beşan de ji 43 welatan, 210 fîlmên 218 derhêneran têne nîşandayîn û dikevin pêşbaziyê. Li Beyogluyê li salonên Atlasê (du salon), Sînemaya Beyoglu û Muzeya Perayê; li Nîşantaşî li Cinemaksimum City's (du salon), li Gayrettepeyê Cinemaksisum Zorlu û li Kadikoy li Salona Sînemayê ya Rexxê û li Sînemaya Kadikoy di seansên 1.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de dê fîlm derkevin pêşberî sînemahezan.
Xelatên rûmetê
Festîval îsal Xelata Rûmetê ya Sînemayê dide lîstikvan Perihan Savaş, nivîskar û senarîst Osman Şahin, derhêner Aram Gulyuz û sazkar Arif Keskîner. Her wisa Cevdet Pişkin ku 11 sal in midûriya Sînemaya Atlasê dike dê bi Xelata Kedê ya Sînemayê bê xelatkirin. Êvara 6'ê avrêlê di merasima destpêkirina festîvalê de ew dê bên xelatkirin.
Pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî
Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de ji 11 welatan 11 fîlm hene ku fîlmê bi ser bikeve ligel peykera Xelata Laleya Zêrîn dê xelata xwe ya 20 hezar Euroyî (10 hezar didin derhêner, 10 hezar jî didin belavkar) pere bigire. Her wiha di vê beşê de fîlmê Xelata Taybet a Juriyê bigire dê bi 5 hezar Euroyî bê xelatkirin.
Di beşa pêşbaziya neteweyî de jî 13 fîlm cih digirin. Her wiha di bin beşên Pêşbaziya Mafên Mirovan 11 fîlm, di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de 10 belgefîlm, di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de jî 12 kurtefîlm hene. Her wiha 12 fîlmên ku derhênerên wan yekem fîlmên xwe kişandine di beşa Xelata Fîlmê Yekem a Seyfî Teoman de bikevin pêşbaziyê.
Fîlmên derhênerên kurd
Di nav bernameyê de hin fîlmên derhênerên kurd jî hene ku ji van hin di nav pêşbaziyan, hin jê derveyî pêşbaziyan têne nîşandayîn.
'Hewrno Bêreng'
Fîlmê "Hewno Bêreng" ê derhêner Mehmet Ali Konar di salên 90'î de çîroka Mîrze pêşkêş dike. Fîlm di beşa Pêşbaziya Neteweyî de ye.
'Yaşar Kemal Efsanesi'
Fîlmê "Yaşar Kemal Efsanesî" (Efsaneya Yaşar Kemal) ku derhêner Aydin Orak kişandiye di beşa "Pêşbaziya Taybet" de tê nîşandayîn. Fîlm ji bûyîn heta mirina Yaşar Kemal çîroka wî derdixe pêşberî temaşevanan.
'Arîn'
Di nav kurtefîlman de jî du fîlmên derhênerên kurd hene. Yek jê "Arîn" e ku kurtefîlmekî derhêner Mizgîn Mujde Arslan e. Fîlm çîroka jinek kurd bi navê Sosinê pêşkêş dike.
'Bizin'
Kurtefîlmê din jî bi navê "Bizin" e ku derhêneriya wî Bogaç Uzun kiriye. Di fîlm de çîroka Hêvîdar a ku mecbûr e sparteka malê bi zimanekî derveyî zimanê zikmakî çê bike pêşkêş dike.
'Efsaneyê Qralê Nexweşik'
Fîlmê "Çirkin Kral Efsanesi" (Efsaneyê Qralê Nexweşik) ku derhêneriya wî Huseyin Tabak kiriye çîroka Yilmaz Guney pêşkêş dike.
Ji bo 100 saliya Bergman beşek ji fîlmên wî
Yek ji beşan jî beşa ku ji fîlmên Bergman hatiye hilbijartin. Ji bo 100’emîn rojbûna derhêner Ingmar Bergman hilbijartinek taybet ji fîlmên wî hatiye çêkirin. 10 derhêneran fîlmên wî neqandine û ew di bin vê beşê de ji bo bîranîna wî têne nîşandayîn.
Buhaya bilêtan
Bilêtên fîlmên festîvalê dê roja 24'ê vê mehê bêne firotin. Nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 û 16.00 de û bilêtên belgefîlman bi 8 TL'yî têne firotin. Seansên 19.30, 21.30 û hemû seansên dawiya hefteyê tam bi 22 TL, yên taxistî bi 15 TL'yî têne firotin.
Ji bo agahiyên zêdetir: http://film.iksv.org
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo qerta çandî nêzî 115 hezar xwendekarî serî lê da
- Pelin Esmer bû seroka juriyê
- Ji bo 100 saliya Bergman guldesteyek ji fîlmên wî
- Xelatên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Festîvala Stenbolê li benda fîlmên we ye