Got: “Ger hûn kurd dixwazin piştgiriya raya giştî ya navneteweyî bigirin, herin bi derhêner Steven Spielberg re ji bo fîlmekî sînemayê peymanê girê bidin.”
***
Ez doh bi hevkarên xwe yên alman re li cihê kar rûniştibûm û mesele wekî gelek caran ji dijberiya almanan a li dijî biyaniyan zivirî li ser komkujiya cihuyan.
Hevkareke min di dirêjiya sohbetê de li ser bêdengmayîna raya giştî ya alman a wê demê, ya li ser komkujiyê got ku ger ew ziyanên alman ên di şer de dîtî lê neke, di serdema desthilatdariya Hîtler de “piraniya almanan ji jiyana xwe memnûn” bûn.
Piraniya almanan xwedî kar bûn. Ji aliyekî ve ji ber propagandaya li dijî cihuyan û ji aliyê din ve ji ber “memnûniyeta piraniyê ya di jiyana rojane de” bi kiryarên li dijî cihuyan bêdeng diman û ji nebihîstî ve dihatin…
Bêguman sedemê bêdengiya wê demê ya almanan a li dijî tevkujiya cihuyan ne tenê ev tiştên vê hevalê li jor behs kirîne, lê babete me ne ev mesele ye…
Sohbetê dirêj kir û mesele bû meseleya rû bi rû mayîna almanan a li ser tevkujiya cihuyan. Dîsa wê hevalê di dawiya sohbetê de got: Nifşê nû bi fîlmên sînemayê hay ji tevkujiya ku li Almanyayê hate kirin çêbû; ne bi pirtûkan, ne bi dokumenteran.*
Herî dawî nîv rast û nîv bi henekî wê hevalê got: “Ger hûn kurd dixwazin piştgiriya raya giştî ya navneteweyî bigirin, herin bi derhêner Steven Spielberg re ji bo fîlmekî sînemayê peymanê girê bidin. Wekî aktor jî bila di fîlm de Angelina Jolie û Brad Pitt bilîzin, hûnê hingî bibînin ka raya giştî ya navneteweyî dê çawa piştgiriya we bike.”
Di vê sohbeta me ya seresere û nîv henek û nîv rastî de belavokên ku kurd ev bi salan e li kolanên Ewropayê bi mebesta standina piştgiriya raya giştî ya ewropî belav dikin hatin bîra min. We rast bivê, têne belavkirina wan belavokan, ji deryayê nabin dilopek jî û ji xwe piraniya caran bêyî xwendine ew belavok têne avêtin. Bi gotineke din “ew mirî ne hêjayî wê şînê ye” û ger çend qirûşên li wan belavokan têne mesrefkirin, ji tişteke din re were terxanikirin wê bi xêrtir be...
Ger hûn di derbarê bidestxistina piştgiriya raya giştî ya navneteweyî ya ji bo doza kurdan de bipirsin ka bandora dezgehên kurdan ên ragihandinê çawa ye, em dikarin vê bibêjin: Ne raya giştî ya ewropî û ne jî medyaya navneteweyî hay ji dezgehên kurdan ên ragihandinê heye…
Dema behsa fîlmên sînemayê tê kirin, di cih de refleksa mesrefa giran a fîlman tê bîra mirov. Lê belê dema kurd mesrefên giran li festîval û projeyên bi wî rengî dikin, ev refleks rû nade. Dîsa her televîzyonên kurdan her meh dinyayek pere didin bernameyên xwe yên çandî û muzîkî. Gelo ger kurd ji mesrefên festîval û bernameyên din yên çandî hinek pere bidin aliyekî û fîlmekî sînemayê ku destê Hollywoodê lê were werdan bidin kişandin, wê çiqasî bandoreke erênî li doza kurdan a rewa bike…
*Heta niha li ser Hîtler û wê pêvajoya Almanyayê bi dehan fîlm hatin kişandin. “Downfall” (“Têkçûn”, Di warê Fîlmê Biyanî de bû berendamê Oscarê), "The Great Dictator" (Dîktatorê Mezin, Fîlmê ku Charli Chaplin kişandiye), “Hitler, The Rise Of Evil” (Hîtler, Pêşketina Xirabiyê), “Amen”, “Black Book” (Pirtûka Reş), "The Pianist" (Piyanîst, li Cannesê Xelata Herî Mezin girt) hin ji wan fîlman in.