Piştî desteseriya 53 rojên li Girê Mîran, Nisêbîn, Mêrdîn û ‘diskoya’ li Seyrantepeya Diyarbekirê, dadwerê leşkerî yên salên wî li dora çilî, li dosyaya li ber xwe nêrî, boçika pênûsê reş de di ser lêvên xwe re bir û anî, û ev pirs di min werkir ‘Bi birîndarkirina Heyrettîn tu tê tawanbarkirin…tu yê çi bibêjî?’
Minê çi bigota? Tişta ku bihata gotin min gotibû. Û niha bi dû ew qas gotin de li vê odeya ku ne feleqe, ne askiya Filistîn, ne ço, ne dar, ne cereyan hebû, yekî bêyî ku gefan li min bixwe û bibeje, “Binêre, rast bibêje haaaa…yan na emê te bibin ber sînor û te bikin bi qurbana fîşekekê”; bi maqûlî dipirsî, “Tu PKK’yî yî? Te Xeyrettîn birindar kiriye?”
Bi rastî jî min ne Heyrattîn ne jî kesekî din birîndar kiribû! Lê wan rojan her kesê ku dihat girtin di çavên wan de PKK’yî bû! Û vî jî, niha bi awirên xwe ji serê tiliyan heta ku bigihe tayê porê serê min ê gurrûzî, ez dipîvam! Di vê dêndanê de ditîbû ku min piyê xwe yê çepê yê bêpêlav daniye ser piyê xwe yê rastê yê li erdê… Piştî lê warqilîm ku bi seqetiya min hesiya, min di dilê xwe de got fersend ev fersend e, û bi dengekî ku dilê yê li hemberî xwe têxe cih, min got, ‘Ezbenî, hûn dibînin min piyekî xwe li ser vê pirsê kiriye,’ û bi heman bixwebaweriyê min dawî li peyva xwe anî, ‘Ez Xeyrettîn nas nakin, min ew birîndar nekiriye’!
Dadgerê ku bi bersiva min re dilê wî ketibû cih û bawerî pê anîbû ku min Xeyrettîn birîndar nekiriye, mîna ku bixwaze bexşandina kesên ku ez bi lingekî hiştibûm ji min bixwaze got, ‘tu nikarî li ser piyekî bisekînî…derkeve der, rûne ji xwe re’!
Ev axaftin delîlê berdana min bû! Min di binê çavan re li yên kêlaka xwe li Ramazanê Derîkî û Ekremê Mala Qaso, her du hevrêyên xwe yên ku bi tawana PKK’tiyê dihatin darizandin nêrî!
Ekrem jî Ramazan jî wê kêlîkê xweziya xwe bi min anîn.
Li der, li ser banka textînî min cihê qûna xwe xweştir kir! Ez ê ji mirinê filitî, niha jî ji cehenima 5 Noluyê filitîbûm!
Pê re mal hate bîra min, dilê min bijiya çixareyekê…
28/08/09
arjenari99@yahoo.com