Diyarname
Ji bo bibîranîna helbestvan Arjen Arî pêşbaziyeke dosyaya helbestan hate dest pê kirin. Kesên bixwazin beşdar bibin divê heta 31’ê meha pêşî ya sala 2014’an berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran. Dosyaya ku bi ser bikeve dê telîfa nivîskar bê dayîn û dosya bê çapkirin.
Pêşbazî ji bo bibîranîna Arjen Arî, ji bo xwedîlêderketina ziman û wêjeya kurdî hatiye dest pê kirin. Weşanxanên Evrenselê, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Weşanên Lîs, Belkî, Ronahî, Avesta û Enstîtuya Kurdî ya Amedê ev pêşbazî dane dest pê kirin. Kesên ku beşdarî pêşbaziyê bibin divê ev dosyaya wan berê nehatibe weşandin. Encama pêşbaziyê dê roja 1'ê avrêla 2014'an ku rojbûna Arjen Arî ye bê eşkerekirin. Dosyaya ku bi ser bikeve dê telîfa nivîskar bê dayîn, bi logoya saziyên piştgir ji aliyê Weşanên Evrenselê ve bê çapkirin û li Fûara Pirtûkan a Amedê de bê belavkirin.
Di nav lijneya pêşbaziyê de Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Fatma Savci û Behzat Brûsk Arî heye.
Şertên beşdariya pêşbaziyê bi vî rengî ne
• Xelat dê li berhema bi zaravaya kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.
• Her kesê heta niha berhema wî nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
• Berhemên ji saziyek an di pêşbaziyek de xelat girtibe nikare tevlî pêşbaziyê bibe.
• Dosyeyên ji bo pêşbaziyê bêne şandin divê di qabareya (hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) be.
• Dosye divê di formata A4 de wekî 7 (heft) nushe û bi CD’yek ku dosye tê de ye bê rêkirin.
• Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mehlas û hwd ku xwediyê berhemê bide nasin tune be.
• Helbestvanên beşdarî pêşbaziyê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên ji bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.
• Dosye bi kargo an bi posteyê bişînin vê navnîşanê:
Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
Tarlabaşı Bulvarı Kamer Hatun Mah. Alhatun Sok. Emek Apt, No: 25
34435 Beyoğlu-İstanbul.
arjenarisiiryarismasi@evrenselbasim.com
Tel: 0212 255 25 46
• Serlêdanên rû bi rû nayê qebûl kirin.
• Dosyeyên ji bo pêşbaziyê bêne rêkirin li xwediyê wan nayên vegerandin.
• Endamên lijneya pêşbaziya helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
• Qebûlkirina berheman 1- 31 Rêbendan 2014 e.