Wêneyê roja ewil
Havîna 76’ê ye…
Ji heyvan pûşper, ji rojan pênçşem, ji demê danê piştî nivro…
Cih û mekan wekî her dem û her gav nayê guhertin: piştî koça dawî, navçeya ku bi dû re bû pêçeka zarokatiyê, çavên xortaniyê, keserên navseriyê…
Îro jî rojê mîna her roja havînî navçe mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax…li tevî sûka berî bi saetekê bi xirepiş û xirrêqetî, xistiye bin sîwaneya xwe ya bask-agir!
Baş e ku her şarih û kolan ne zîftkirî ye; germa hêtûnî qîra reş a cadeya ku navçeyê ji vî serî heta bigihe serê din dike du tîş li texma Malên Me’mûran û nêzîkî Qaweya Mecê kiriye mîna cûmaqê!
Sira bayê heyî ku vedikişe ji valahiyê, roja di mextela xwe ya li jor mîna devê tenûra xaltîka Nûrê ya nûdadayî, pê re pê re hewayê û erdê disincirîne…
Tîrêjin jê ev çend dijwar in, hin caran mîna ku mozqirtik bi pişta guhê min vedin, destê min bêhemd dirêjî cihê ku agir jê diçe, dibe; lê ji bedêla mozqirtikan ve şiliya tîr ya xwêdana ku peleka guhê dairîne û dixwirîne bi destên min ve tê...
Li texma Sînemaya Mûngan bêyî ku li afişên sînemayê binêrim, ji hêla çepê derbasî aliyê rastê dibim û li sikaka mala Brahîmê Hemo dizîvirim. Li sikaka teng a ku yekser derdikeve meydana vala ya li pêşberî Camiya Mezel Evdîn, hênikahiya siya xaniyên di ber hev re ristik, min pê dihesîne ku xwêdana pişta qemçika min di şivîleyên cerm re serberjêr dibe, derzik û derzik di coya piştê re xwe berdide nava teşkên min.
Ku hûn bibêjin ma vê navrojê, di hînn û qiççîna vê germê de tu li çi xwe digerî, ez ê wisa bersiva we bidim: digel ku heyvek di ser salvegera darvekirina sê merivan; Denîz Gezmîş û hevrêyên wî Yûsûf Aslan, Huseyin Înan derbas bûbû jî, kê anîbûn nizanim, belavokên bi sûretên wan xemilî, li tevî Wehabo li sûkê, li kê rast hatim min yek xist mistê û pê re mîna xiltê ku ji kûnê derê û têkeviyê, wisa min xwe ji piyaseyê da alî…
Ji hemû kesên ku belavok ji destên min wergirtin, Wehaboyê qama wî di nava gû de, destê êvarê belavokê mîna baweşînkê bi serhev de diqurmiçîne û tena tena di ber Serayê re diçe heta texma hepsê û ji wir jî destên wî li pişt qûnê, tena tena vedigere cem Sereyê, qehweya li tenişta Otêla Şikrî Qelew!
Polîs û sîxurên guhmiç ên navçeyê zû pê dihesin ku belavok hatine belavkirin.
Hê reş neketiye erdê, hê ku her kes di ser şîvê de ye, li çayxaneyê belavokê di destê Wehabo de zeft dikin, bi qerpika stûyê wî digirin û wî dibin qereqolê…
Li Qereqolê Wehabo heftê nake heşt; bêyî ku şimaqekê bixwe ta bi derziyê ve dike!
Niha polisên vê navçeyê mîna pisîkên ku di mal de pêjna mişk kiribin li min û Sedatê Mala Enter digerin!
Lê; yê ku navê wî ketiye deftera hikumetê ez im; Wehabo gotiyê ez navê yê din nizanim, yekî dirêj bû!
17/05/2008


