Stenbol
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş got ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bi dizî balîza wî vekirine û li tiştên hundirê wê nêrîne. Demirtaş dipirse. "Di valîza min de li çi geriyane ez nizanim, lê 'aştî' ji valîzê dernakeve."
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş piştî li Silêmanî bi berpirsên YNK'ê re hevdîtin pêk anî û duh bi balafirgehê vegeriya Stenbolê. Demirtaş duh twitterê de li ser meseleyê wisa nivîsî: "Duh me bi berpirsên YNK'e re hevdîtin pêk anî, îro em vegeriyan Stenbolê. Li Stenbolê bi awayekî veşarî li hundirê valîza min nêrîne, lêgerîn kirine û wisa valîz teslîmê min kirin. Di valîza min de li çi geriyane ez nizanim, lê ji valîzê 'aştî' dernayê. Herhal bi qasî ku vê nizanibin xêt in."


