Ji bo ziman peyv gelek muhîm in. Ji ziman madetir ji bo wêjevanan muhîm e; nivîskar bi awayek rih dide peyvan di heman demê de peyv jî ji berhemên nivîskar re dibin rih.
Ji her kesî bêhtir nivîskar bi peyvan re eleqedar dibin, hewl didin peyvên mirî, ên sergirtî, peyvên birîndar bi ser piyan bixin, bi rih û can bikin.
Berî her kesî peyvên mirî, yên di berhemên folklorîk de bala nivîskaran dikişînin. Ev rewş di heman demê de ji bo helbestvan û nivîskaran dibe peywir da wan peyvan tevî derbirînan bikin.
Ger em kurmancî bifikirin berî berhemên folklorîk rewşa peyvên di herêm, gund û bajarokan de fetîsîne, sergirtî mane muhîmtir e. Bi hezaran peyvên di vî halî de ne hene. Jê gelek jî derfet in ji bo derbirînê. Bi tevî peyvan gelek qalibên derbirinê, biwêj û gotinên pêşiyan jî di heman halî de ne.
Çend mînak:
Kartû: Hin xwarin û vexwarinên wext bi ser de bihuriye. (bayat)
“Nanê kartû, şîrê kartû…”
Pilî: Hebên berfê.
“Piliyên berfê gelek mezin in.”
Wetir: Zen kirin. Min digot qey…
“Ji min wetir her kes, bi hesret, helbest û çîrokên bi kurdî dixwîne.”
Ziya: Ejderha.
“Marekî wisa mezin bû însan digot qey ziya ye.”
Ta nalive: Roja ku ba hîç nalive, di rojên wanî de ji bo rewşa hewayê tê gotin. Ango bayê ta bilivîne jî nîn e.
Berf bi qasî dermanê şevekê barî: Cara pêşî ku berf pir hindik dibare, dotira rojê dihele, ji bo berfa pêşî tê gotin. Berfa pêşî bêhtir gelek tenik e. Ku hinek bibare jî germahiya xakê berfê dihelîne û tenik dimîne.


