Diyarname
Rojnamegerê kurd Robîn Reşvan (Mutlu Çivilogul) piştî 16 salên li VOA'yê xatir xwest, betal ma. Çima? Ji ber ku VOA hat girtin.
VOA, yanê Dengê Amerîkayê. Bi dehan zimanan weşana VOA'yê (Vioce of America) hebû. Yek ji wan jî bi kurdî bû. Niha ev hemû hatin rawestandin.
Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî 14'ê adara 2025'an biryarnameyeke îmze kir û bi vê yekê re fonên ji bo VOA'yê hatin betalkirin. Loma jî VOA hat girtin. Beşa wê ya kurdî jî.
Yek ji rojnamegerên kurd Robîn Reşvan ji DYA'yê bi rêya VOA'yê dengê kurdan radigihand. Reşvan bi ser hesabê xwe yê tora civakî re xatir xwest û got, "Piştî 16 salan, bi awayekî fermî karê min yê di Dengê Amerîka de bi fermî dawî bû. Îro ji 639 karmendên Dengê Amerîkayê re hate gotin ku ew ji kar hatine derxistin. Û êdî Dengê Amerîka nema ye.
Xatirxwestin qet ne hêsan e - bi taybetînemaze ji bo cihê ku min ew qas sal, enerjî û coş lê derbas kir. Di tevahiya dema xwe ya li VOA de, min li eniyên pêşî a rojnamegeriyê kar kir, mijarên tevlihev ên cîhanî - bi taybetî pirsa Kurd - min anî ziman û dengên civakên ku pir caran nayên bihîstin bilind kir. Ew mîsyonek dijwar lê pir watedar û kesane bû.
Dema ku ev beş bi dawî dibe, ez bi hêvî me û berê xwe didim pêşerojê. Êdî ezê li ser rojnamegerî, şêwirmendiya çapemeniyê, analîz, dîplomasiya gel, têkiliyên gel û stratejîk bisekinim. Ji bo bandoreke rastîn ezê dengê xwe, kirin û têkiliyên xwe bikar bînim.
Ji Washingtonê gelek silav ji bo cihê ku min deng û çavê xwe daye kê."
Radyoya Dengê Amerîkayê di sala 1942'yan de hatibû vekirin. Heta niha bi ser 40'î de bi zimanan weşana xwe didomand. Beşa wê ya kurdî di sala 1992'yan de dest bi weşanê kiribû. Salên borî di warê dîjîtal de jî xebatên xwe VOA'yê gur bûbûn. Lê bi biryarnameyê ew hemû hatin girtin û rojnamger betal man.


