Di nivîsevaniyê de cihek vê pirsê ya muhîm heye; kêm zêde, di her hevpeyvînê de ev pirs tê kirin. Berî pênc-şeş salan min ev pirs ji helbestvanên me ên hêja kiribû. Bi tevî vê pirsê gelek pirsên din jî hebûn. Ew xebat wekî e-pirtûk li ser înternetê hatibû weşandin.
Ji bo xwendevanên Diyarnameyê bersivên pirsa ‘hûn ji bo çi dinivîsînin’ ên gelek helbestvanên me yên hêja carek din bi bîr dixim.
BERKEN BEREH:
Dema min xwe nas kir û min karî li der û dora xwe binihêrim, min xwest ku bibêjim, va ez jî he me, min nihêrt ku li ber azadiya min bi sedan qeyd û merbend hatine avakirin. Di gelek waran de malabata min jî ji her alî bi ser min de hatin. Paşê ez her ku bergeha min fireh bû ango ji malê derketim ber bi civakê min dît li wir jî bo min keleh û bîr û tixûb hatine ava kirin. Her roj jehr û hêrsa di dilê min de dikeliya. Min dixwest li ber xwe bidim lê tu çekên min tunebûn. Paşê ez bi hêza xwendin û gotinê hesiyam û heta ku ji min hat û heta îro min pişta xwe da xwendinê. Helbet ev xebat bû sedem ku ez rahêjim pênûsê û li ber xwe bidim. Bi kurtî ez dixwazim heyfa xwe ji hemû serdestên ku zor li min kirine bistînim. Mixabin ew qas sal in li berxwe didim hê jî min heyfa xwe nestandiye. Vêca qet nebe dixwazim ji xweliya min kulîlkek an dartûyek şîn bibe belkî hinek fêkiyên wê bixwin û bîneke xweş bikeve jiyana wan.
BÊWAR ÎBRAHÎM:
Di kûrbûna pêvajoya dîrokê de, hebûna jiyanê her û her di hebûna mirovan de ye û bê guman çaktirîn rê ji parastina berdewamiya vê hebûnê re tomarkirina roj, meh û salên ku dibin dîdevan li ser bûyer û serboriyên jiyanê, û nivîsandina rast ji hemû celebên din bi şereftir e ku dîroka reş û sipî di nav rûpelên nejbîriyê de tomar bike; nivîsandin bi hemû celeb û şêweyê xwe: helbest, çîrok, şano, roman û vekolînên cur bi cur xwedî bandoreke bi hêl û mêle, xwedî ciheke pîroz e li nav cemawer û xwendevanan, nivîsandin bi hemû şax û baxên xwe hebûna mirov ji windabûnê diparêze, hebûna civakî, polotîkî, rewşenbîrî û kesayrtiya wî berz û eşkere dike di nav kesayetiya mirovên dinyayê de.
Ji Hezretê Elî Bun Ebû Talib re gotin:
- Tama avê çawa ye?
Hezretê Elî li wan vegerand û got:
- Tama avê ji tama jiyanê ye.
Vêca heger tama avê jiyan be, ji bo min tama jiyanê nivîsandina ji bo berdewamiya vê jiyanê ye di xêr, xweşî û aştiyê de
CANKURD:
Ez dibêm, ku nivîsandin wekî stranbêjiyê ye, carina mirov ji bo rijandina kela sîngê xwe distire, xwe bi nivîsandinê gêro û mijûl dike, da hinek tiştên din ji bîr bike, an jî ew xwe ji civatê vedidize, xwe dide aliyekî, da nekeve nav wan golên tijî kul û hêsirên çavan...carina jî bo nameyekê (mesajek) bide. Dibe ew mesaj netewî be, dibe hişmendî be û dibe civakî be..
ÇIYA MAZÎ:
Ez dixwazim ez di nava civakê de bi dilxweşî bijîm. Lê civak ne civakek wisa ye ku bihêle ez bi dilê xwe bijîm. Pirsgirêkên wê bi xwe û bi awayekî xwezayî li bedena min jî xwe daye der. Ez nikarim van pirsgirêkana bi gotinê çareser bikim û her wiha nikarim bi rêya peyvan bi civakê ji bidim fêmkirin. Ne ew erk bi min re heye û ne exlaqekî wisa. Ez mecbûrim jî di nava vê civakê de jî bijîm. Bi baweriya min ez nikarim ji civakê jî biqetim. Lewre yên ji civakê diqetin jî bi piranî ne dilxweş in. Ji ber wê yekê ez dixwazim civak jî dilxweş bibe û ji min fêm bike. Ji ber wê yekê ye ku ez him dixwazim civakê rexne bikim û him jî pirsgirêkên xwe û civakê bi rêye nivîsê bînim holê û heke pêkan be bibim piçek çareserî.
EBDULREHMAN EFÎF:
Kurdî di ser kurdî re, hinekî, bibim
Bi rastî dema ku dinivîsim ez vê pirsê ji xwe nakim, lê ez di nav pirtûkan de mezin bûme, pirtûk hevalên min ên herî nêzîk in. Belkî bo hevalekî li hevalan zêde bikim, dinivîsim!! Belkî!!
EZÎZ XEMCÎVÎN:
Heger em ji cotkarekî bipirsin, çima tu zeviya xwe diçînî, çima tu cot dikî, ji bo kê tu xebatê dikî? Ez bawer im wê bersiva ewî cotkarî wê nizingî ya helbestvanî be, çikû helbestvanê rast û dirust cotkar e..
Serê sibehê dema tu gulekê bişkivî li gulistanekê dibînî, ji xweber hez dikî hem ciwaniya wê, hem bêhna wê, li derdorê belav dibe, wê demê tu cotkarî kêfxweş dibînî, ew bi xwe dizane ko karê wî bi armancê gihiştiye; gava şahiya li ser lêvên evîndaran, li awazên bilbilan, li lîstika perperîkên ciwan û rengîn.. dibîne…..
Wisan helbestvanî ez bi xwe ji biçûkaniyê de, ji xwendin û nivîsandinê min hez digel gelek dijwarî di ser merov re dibûrin, belengazî, perîşanî, bindestî û bi taybetî mirovekî xizan û bindest, hem şikestina Şoreşa 1975’an û giriyê bavê min û cîranekî me ku li ser şehîdbûna Leyla Qasim bi rojan li strana stranbêj Seîdê Gabarî diman; hem jî gava min stranên hunermend M. Şêxo û Şivan perwer guhdarî dikir, harmoniya rengan li buhara hevokên dilên bi omîd, yan li geşbîniya Çivîkan jixweber tîp li tîpê xwe digire, peyv dibe heyvan, hev digirin û pêre pêre hevok dimeyin, û dilê xortekî weke min herdem evîndar helbest bi ser meşka sawîran dike û li ser rûpelan roniyê dibîne…..
FERÎD XAN:
Min di temenek ew qas biçûk de (di panzdeh saliya xwe de) dest bi helbestê kir ku bi rastî wê demê min bixwe jî nizanîbû ku ez ji bo çi dinivîsim. Jixwe dema min bizaniba ku nivîsandina helbestê mirov dike helbestvan û bi vê yekê re jî, êş, derd, girîn, têkçûn, negihîştin, evîn û xemdariya her kesî/ê di heman demê de dibe yên helbestvan bixwe jî, minê helbest nenivîsandiba. Lê mixabin ku bi nivîsandina helbestan niha ez jî bûm helbestvan û ji bo ku ez kurd im, helbestvanî zehmetirîn berpirsiyariyê ku ez ketime bela wê. Yanî, di vê cîhana mirovên ku hîna nebûne mirov û di vê cîhana ku pir kes xwe bi wekhevî û bi azadiyên sexte dixapînin de, karên wekî Mafya, wekî Bazirganî, wekî Siyasetmedarî û wekî Kujerî hêsan hebûn! Bi kêmanî, wekî kurdekî ku ji hemû mafên xwe mehrûm, min dikaribû ji van karan yekî hilbijartiba. Lê êdî ev kar jî ji destê min çûne. Yanî piştî nivîsandina ew qas helbestan ez rabim bibim Kujer jî, herhal berî her kesî ezê xwe bikujim. Lewma, bawerim ku niha ez dizanim êdî ji bo çi dinivîsim; Ji bo ku ez xwe nekujim.
HOSHENG BROKA:
Ez ji bo keskê ji bendemanê, hicrikên ji bendemanê, goristanên ji bendemanê, çarşembên ji bendemanê û navê yara ji bendemanê, dinivîsim. Ez wexta xwe, yê ji bendemanê, ji bo tiştên yara xwe, ku bêriya tiştên min dikin, ji bo rêyên ku nagihin, destên ku nagihin, sibehên ji qehwê ku nagihin, pencereyên ku nagihin û xwe yê ku nagih e, dinivîsim.
KONÊ REŞ:
Bê guman zanîna mirovê nivîskar ji serwextî, danûstandin û serboriya kesayetî pêk tê. Û tev nivîsandinên ku mirov dest xet dike, heger li paş wan serboriyek dûv û dirêj nebe, bê guman wê ew nivîsandin qels û lawaz bin..
Sebaretî min, ez ne bi kêfa xwe dinivîsînim, an hema min xwestiye ez bibim nivîskar ..na,na..An min projeke nivîsandinê ji xwe re daniye, dîsa ez dibêjim na ..
Bi tenê, bi nivîsandinê bêhna min derdikeve, ez xwe rehet dibînim. Ji ber ku ez bi nivîsandinê, şîn û şadiya ku di hinavê min de kom dibe derdikim...Ango ez ji bo xwe dinivîsînim. Ez jî wekî mirovekî di vê dinyayê de toşî şîn û şadiyê dibim, xwe rehet dibînim dema ku wê kêf û şahiya xwe an kul û xemên xwe, di rengê helbestekê de dihûnim, hingê bêhna min derdikeve û rehet dikarim razêm. Ango wekî jina ducanî dema ku dizê û bêhna wê dedikeve , ez jî wisa me, ji ber jana êşên xwe û civata xwe, avis dibim, dema wê avisbûnê di guhêzim ser pelên spî, ango dizêm, di hisim ku min zoriya demê biriye, li demê siwar bûme û di wê şevê de têr radizêm..
Mem BAWER:
An jî, hûn ji bo çi dijîn..?
Her nîvîskar bi nîvîsên xwe nexşeya derûniya jiyana xwe dixêzîne û gava alozî û borana nava xwe dide der wê gavê ji diltengiyên xwe xelas dibe, şa dibe. Helbestkar di nava kûrahiya bîra jiyana xwe de û derûniya xwe ya ku mîna hûtê heftseriye, bi wî hûtî re dikeve nava şer û pevçûnan. Çima nivîsîn, pirseke dijwar e. Têkiliya hunerê û ya hunermend bihevşabûnek pîroz û ayîneke qedîm e. Xwendekar bi çavên efsûnbazekê li nivîskar dinihêrin û dibêjin qey mîna pêxemberekê wê sêhr û pirsên geremola jiyana me ji dêlva me bibersivînin. Lê na, nivîs ji bo hunermend deravêtinek e, nivîskar bi giyanê xwe têgehên jiyanê estetîze dike.
Yildiz ÇAKAR:
Armanca nivîsandinê li gor her kesî diguhere. Beriya her tiştê nivîsandin ji dil dest pê dike. A min jî hinek ev e. Hestên dilê xwe bi peyvan bi gotinan dixwazim şîrove bikim û hinek be jî dixwazim hestên xwe bi vê şiklî bidim jiyandin.


