Diyarname
Îtîfaqa Ata ji Zafer Partîsî û Adalet Partîsî pêk dihat. Vê îtîfaqê Sînan Ogan wekî berendamê serokomarî nîşan dabû. Ogan dor sedî 5 deng girtibû.
Hilbijartina Serokomariyê derbasî dora diduyan bû. Di vê navberê de ji her du partiyan bi Îtîfa Milet re jî bi Îtîfaqa Komare re jî hevdîtin çêkirin. Û îro:
Yek ji partiyên vê îtîfaqê Adalet Partîsî eşkere kir ku ew dê piştgirî bidin Îtîfaqa Milet û berendamê wê Kemal Kiliçdaroglu. Serokê Adalet Partisi Vecdet Oz îro ligel Kiliçdaroglu hevdîtin çêkir û dûre biryara xwe ya piştgiriya ji bo Kiliçdaroglu eşkere kir.
Û berendamê vê îtîfaqê Sînan Ogan jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir ku ew piştgirî dide Îtîfaqa Komarê.
Serokê Zafer Partisi Umit Ozdag jî eşkere kiriye ku ewê roja sêşemê biryara xwe ragihînin.


