logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Hz Elî çawa bû xwedê?

  • Dîrok: 21/03/2021
Nûroja yên ji kurdbûna xwe re canecan in pîroz be
Tê zanîn berî olên xwedayê wan tev yek e, her netew, civakê xwedayên xwe hebûn; ên Gutiyan, Huriyan, Akadiyan, Sûmeriyan, Grekiyan, Hîtîtiyan, Romayiyan, Mîtaniyan, Medan, Sasaniyan û hwd. wekî xwedayên ba, baran, ronahiyê, tariyê, bereketê, jiyanê, mirinê, şerabê, heta ji yên Grekiyan ê di keçikaniyê de xistinê jî hebû…
Vê pir yezdaniyê heta li împaratoriya Romayê Îsatî wekî ola împaratoriyê hate pejirandin jî dom kir. Berî wê li hemû împaratoriyan xwedayên netew û civakan hebûn; ew geh wekî xwedê, geh wekî nîv xwedê, geh jî wekî xwediyê hêza xwedê wek keyser di sûretê mirovan de di nav şêniyên xwe de li ser têxt wekî xwediyê hêza xwedayî rûdiniştin.
Ên kurdan jî ji Huriyan heta bi Mîtaniyan re neteweke têkîlîhevbûyî pêk anîn wisa bû. Tê zanîn yekem yezdanê kurdên veguherîne Arîbûnê yezdanê xuya, yê li ser text rûniştî, pêşeng û rêber Mîtra yan jî bi nasnavên xwe yên din Gaûmers Keyûmers e û ya jin jî Anahîta ye.
Bi rêberiya vê baweriyê kurd dema Medan gihîştine lûtkeya xwe ya herî berze; bi hişmendî û zanîna xwe, bi derfet û pêşketina xwe karîne bi pêşengiya xwe yekîtiyekê saz bikin Asûra hov têk bibin; ji asyaya nêz heya Atîna û Romayê bandoreke erênî ya pêşketinê li ser mirovahiyê bihêlin…
Piştî xweda Mîtra-Gamûmers-Keyûmers jî keyserên li ser textê wî rûdinin, keyserên keyanî jî pişdadî jî wekî sûretê xuya yê xwedê yan wekî nûnerê wî yan wekî xwediyê hêza wî ya ronahiyê wekî keyser tim bi wê payeyê- pênasekirinê hatine zanîn. 
Piştî xweda Mîtra kesê ku angaşta xwedatiyê kiriye Cemşîdê hesin kifş kiriye! Lê gel li dijî vê angaşta wî derdikeve, piştî ku ser angaşta wî re heft salan baran nabare, zad diqede, giya şîn nayê, xela dest pê dike gel wî li ser text datîne giregirên keyaniyan û pîşdadiyan Azî Dehaq tînin li ser textê yezdan-keyser didin rûniştandin.
Di dîrokê de kesekî din ku ev angaşta ez yezdan im avêtiye holê Hatayî-Şah Îsmalê Sefawî ye, lê ya wî jî wekî angaştekê maye.
Di baweriya qedîm a kurdan Mîtraîzmê de xwedayê her tiştî Roj e; sedema ji welatê kurdan re dibêjin welatê rojê ev e! Ne di tu baweriyên din de, her kurd ji kîjan baweriyê-olê bawer bikin bila bikin lê sedema ku ew rojê ezîz, pîroz dibînin li ser navê rojê sond dixwin ev e! Çiku kurd ji zemanên berê de dizanin cîhan ji parçeyên ji rojê qetiyane hatiye pê! Kurdan her ji xwedayê di sûretê mirovan de xuya bûye-dibe ji roj-xwedayê li jêr, e di nav gel û bawermendên xwe de ye bawer birine. Di baweriya kurdan a qedîm de xwedê zindî ye xuya ye; pêşeng e, rêber e, ahangsazê jiyanê ye, li ser textê rojê yê keysertiya xwe rûniştiye. Sedema kurd rûyê xwe didin rojê û jê re sicde dikin ev e… 
Yanê heta sedsala dehan a piştî zayînê bi bandora şoreşa îslamê bi xwe re anî ku di baweriya kurdan de bûye serdema reform û cûdahiyan û derketina holê ya metnên pîroz a baweriyan ên wekî Serencam û destxestên pîrên elewiyan…. 
Nabêjim Mishefa Reş (pirtûka reş), çiku bi reformekirina Şêx Adî baweriya wî êzdiyatî ji aliyê qewimîn-teofanîk-çêbûna cîhanê, rih û mirovan de ji baweriya qedîm a kurdan vediqete- dûr dikeve!
Gorî min eger melekê tawûs ji nav êzdatiyê derxî cûdahiya wê baweriyê û yên xwe dispêrin yek xwedayî  namîne. Çiku êzdatî jî wekî xaçperestiyê, cihûtiyê û îslamê ji heman xwedayî bawer dikin. Loma dibêm qey sedema êzdî bûne armanca tundrewên baweriyên din (72) fermanan jî hincet melekê tawûs e.
(Bi kurdî nivîsandina Mishefa Reş balê dikşîne, lê wê serdemê tu kesê kurd helbest û metna xwe ya pîroz bi Çînî nenivîsandiye, jixwe bi kurdî nivîsandiye)  
Tika ye, bila xwişk-birayên min ên êzdî li min negirin; hizra min ev e ‘Şêx Adî bi sê tiştên kirine neheqiyek mezin ji bawermendên xwe bi êzdiyan kirine; bi baweriya xwe êzdatiyê êzdî ji baweriya wan a qedîm bi dûr xistine, wekî serek melek-ferîşteh hilbijartina melekê tawûs ew kirine armanca êrîşên ên ji baweriyê re bêrêz, tundirew, hov û paşverû, û bi qedexekirin-guneh hesibandina xwendinê ew ji zanînê bi dûr xistine’. 
Gor êzdatiya Şêx Adî, Celîlê Celîl, Qanadê Kurd, Erebê Şemo û gelek hêjayên din gunehkar in; çiku di êzdatiya Şêx Adî de xwendin guneh e.
Lewma, bi raya min dibêm Şêx Adî reform nekiriye baweriyeke dûrî ya qedîm yeka nû daniye!  Lê du baweriyên kurdan ên din îro jî bi remz, bawerî, rê û resmên xwe elewîtî û yarsantî (Ehlê  Heq, Kakayî, Bektaşî, Nûsayrî jî di nav de) li ser hîmê baweriya kurdan a rûdan-teofanîk-çêbûna cîhanê, rih û mirovan a qedîm in. 
Û ev herdu baweriyên ku ji baweriya kurdan a qedîm ji Mîtraîzmê hatine ji ber hizrên xwe yên tasaûfî, felsefîk, zanistî û gerdûnîbûnê herdem, bi taybetî piştî zayînê ji sedsala heştan heta sedsala sêzdehan bandorek mezin li ser gelek tevgerên batinî û li ser ereb, tirk, farsan jî kiriye. Lê ji ber di meseleya çêbûna cûhanê, rih û mirovan de êzdayetî ji baweriya qedîm qetiyaye  nekariye ji dervayî beşeke kurdan a kêm bandorê li ser civakên din bike; bes bûye yek jê baweriya beşeke kurdan û ewqas…
Nêrîna ku dibêje êzdayetî baweriya bav û kalan e bê bingeh e! Bo meriv karibe vê bêje divê meriv bi rastî baweriya bav û kalan a qedîm bizanibe, bizanibe ka di kîjan baweriya kurdan a îroyî de şopên baweriya bav û kalan a qedîm heye!!! Ez dibêm heke di kîjan baweriya kurdan de şopên Mîtraîzmê hebin, bi min ev e baweriya bav û kalan. Lê êzdayetî baweriyeke ku piştî sedsala dehan ji aliyê Şêx Adî ve wekî baweriyeke nû hatiye danîn e. 
Di baweriya kurdan a qedîm de saziya pêxemberiyê û heta sedsala dehan têgeha pirtûka pîroz tune ye. Di baweriya kurdan a qedîm de xwedê pêdiviyê bi pêxemberek-peyamnêrekî li ser navê wî hatiye erkdarkirin nabîne, çiku bi xwe di sûretê mirovekî pak de zindî ye xuya ye; pêşeng e, rêber e, li ser textê yezdantiya xwe rûniştiye û di nav bawermendên xwe de ye.
Di baweriya kurdan a qedîm de ne payeya pêxemberiyê payeya xwedê û ferîştehên wê yên alîkar heye; bo her dewre-serdemê avatarek-sûretê xwedê û çar ferîştehên alîkar hene, ji çar ferîştehan îlam yek jê jin e!
Dema meriv li herdu baweriyên navborî lê dikole dibîne ku nêrîna kurd zerdeştî bûn jî bêbingeh dimîne. Çiku di baweriya kurdan a qedîm de jî di baweriyên berdewamiya wê elewtî û yarsantiyê de jî navbenkar tune, xwedê bi xwe û bi ferîştehên xwe ve di nav bawermendên xwe de ye.
Tiştê din ê balkêş jî ev e, dema Îslamê de çawa dibe kurdên di navbera ereb û farsan de dimînin ji Loristanê bigire heya gola Wanê, ji wir bigire heya Dêrsim û Berferêt heya çiyayê Reş êzdî, elewî û yarsan mane lê farsên li rojhilatê kurdan ji dûrî ereban dimînin dibin şiî? Ev jî dibe delîlek ku beriya îslamê jî ew herdu netewe ji baweriyên cuda bawer dikirine.
Di baweriya qedîm a kurdan de rûdan-welidîn-teceliya çend xweda û ferîştehan balkêş e; bawerî ew e ku Mîtra û Hecî Bektaş ji kêvir çêbûne-welidîne, Elî ji ‘dayîka wî’ Fatmayê, San Sahaq ji Dayîk Razberê bêyî têkîliyeke cinsî ya bi mêrekî re çêbûne!
Di baweriya elewîtî û yarsantiyê de bihuşt û dojeh tune, mirin tune, kiras guhertin heye! lê di zerdeştiyê de jî di olên din ên semawî de jî ev hene! 
Di elewtî û yarsantiyê de bawerî ev e; dema beden vediguher-dimire rih-cewher naçe cinetê yan cehenemê ew rêwîtiya xwe ya li cîhanê di bedeneke din de berdewam dike; heya gihîştiye asta kamilbûnê, hêngê diçe qatê yezdan.
Di navenda elewîtî û yarsantiyê de mirov heye, cewherê herî bedew rih-kesayetiya pak heye! Çiku mirov sûretê xwedê ye dibêjin; loma dibêjin her çi digerî di nava xwe de lê bigere, çiku heqîqet di nava mirov de ye… 
Erê elewî û yarsan Elî wekî xwedê dibînin, lê ne ku Elî bi rastî xwedê bû, wekî xwedê hesibandina Elî ne ji ola îslamê ji baweriya kurdan a qedîm tê.
Meriv dikare bêje du Elî hene, yek ê li erebistana Siûdî kurê Ebû Talib, zavayê pêxember Mihemed û xelîfeyê îslamê yê çaran, ê din ê li Kurdistanê kirasê xwedatiyê lê hatiye kirin e!
Di baweriyên kurdên elewî û yarsan de têgehek zanînek wiha heye; dema pergala mirovahiyê ji aliyê exlaqî û hwd. ve ber bi rûxandinê têkçûnê ve here yezdan bi xwe di rûyê mirovekî de (li erdekî din di nav civakeke din de jî dibe) tê ser rûyê erdê, (bi navê xwe pergal û serdem-dewreyeke nû dide destpêkirin; mirovahiyê xilas dike û dewreyeke nû dide destpêkirin; Elî û San Sahaq ew kesên bûne sûretê xwedê ne! 'di yarsantiyê de heft dewre pêk hatine’.
Şoreşa pêxember Îsa û ya pêxemberê Îslamê Mihemed serdema pir xwedatiyê qedandibû, heta Mihemed bi xwe re serdema pêxemberan jî bi dawî kir. Bi Îsatî û Mihemediyê re êdî di hemû baweriyan de serdemeke nû dest pê kir; wê serdemê bandor li hemû baweriyan kir, hemû baweriyan gorî her du olên mezin ên li Rojhilata Navîn xwe ji nû ve pênase kirin, reforme kirin…
Meseleya Elî xwedê ye yan na jî ji vir destpê dike. Çima ne kesekî din lê Elî?
Sedema kurdên ku li ser baweriya qedîm in Elî wekî xwedê dîtine parçeyekî vî rastiya ku guherîna îslamê bi xwe re aniye, sedema din jî mexdûriyeta Elî û malbata wî ya ku ji aliyê Êzîd û Mûawiye ve rûdayiye. Yanê ji nav şoreşa îslamê derxistina Elî, neheqiya li Elî û malbata wî, li hevrêyên wî û pêximber hatiye kirine ve, bûye sedema tercîhkirina Elî. 
Balam kesayetiya Elî, qerekter, wesf, efsane û gotinên ku wekî yên Elî ne tên vegotin û zanîn, ne yên Elî lawê Ebû Talib in, ew ên wekî kiras ji baweriya kurdan a qedîm ji cîhana wan a felsefîk, tasaûfî, hunerî û hizrî li Elî hatine kirin e.
Elî ne xwedê bû lê xwedê di baweriya kurdan a qedîm de hebû. Wê serdemê kesê hêjayî wê payeyê jî ji Elî pêvetir ne kesekî din bû. Loma kirasê xwedatiyê ne li erebistana Sûidî li kurdistanê li Elî hate kirin!
Erê, serdema pir xwedayan qediyabû ku loma Elî ne di nav îslamê de lê di nav bawermendên baweriya antîk ên kurdan de bû xweda. 
Yanê heke xwedatiya Elî li çolên erebistanê jî bihata pejirandin; “Îsa kurê Meyrê dema hatî çarmîxkirin çi gotibû, gotibû bavo te çima ez bi tenê hiştim, û Meyramê diya wî gotibû ew kurê xwedê ye” Gorî vê yekê Elî dibû bavê Îsa!? 
Lê belê Elî bavê Hesen û Husên ne xwedê bû, bes li gorî esasên baweriya kurdan a qedîm kirasê xwedatiyê li wî hatiye kirin.
Balam serdema pir xwedayan û pêyamnêran bi dawî bûbû, lê di nav kurdên li ser baweriya xwe man, çong nedan erdê her pêdiviya wan bi yezdan bûye ew di rûyê mirovekî de xuya bûye, wekî Keyûmers, wekî Elî, wekî Şoxoşên ku nasnavê wî yê din Mîtras e, wekî San Sahaq, wekî ferîşteh Hecî Bektaş û Baba Tahir, wekî xweda û ferîştehên jin Anahîta, Fatma, Mama Celale, Dayîk Razber, wekî yê jê bi çavlirê îmamê wenda-mehdî.
Çendîn rastî ev be û bi eşkereyî ev tişt nayên gotin-takiye tê kirin jî, çiku tirsa şûr heye! Lê yê xweda ne Elî xelîfeyê îslamê ê çaran, Eliyê xweda yê ku di nav baweriya kurdan a qedîm de bûye xweda ye. 

Têbinî: 
1-kurdên çûne ser baweriya îslamê dervayî vê mijarê ne, mijara me baweriya kurdan a qedîm û meseleya xuyabûna xwedê ye.
2-ne li pey ol û baweriyekê me, li pey rastiya xwe me; dîrok şûnpêyên xuya ne lê rastî-heqîqet ne di şûnpêyan de di şîrovekirina wan de ye.
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Rojhilat-rojava û şerê bo mûteahhîtan

  • 08 Berfanbar 2015

Met, xaltî, ap û xalanên min ên li Cîzîr, Nisêbîn, Farqîn, Gimgim, Dêrik û hwd. ên li wan bajaran ku nikarin li dewsa xaniyên xwe yên bi tang...

Pêkanîna neteweyekê û tirkên diçin fezayê!

  • 22 Sibat 2021

Çîroka neteweya almanan a dema Hîtlerê zordest tê zanîn, wî îmaj û mîrateyeke çawa li pey xwe ji neteweya alman re hişt?Çîroka japonan tê...

2 ewkên desthilatdaran(!)

  • 02 Gulan 2016

Li gorî gotegotan, dibêjin Mîhaîl Aleksandrovîç Bakûnînê anarşîst gotiye,‘Dad qehpika desthilatdar (egemen)an e’ (1)Û bila ew jî gotina min be,...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ev tablo bi 80 mîlyon dolarî tê firotin

ad

BAHOL

ad

Malpera Ajansa Welat û Azadiya Welat hat astengkirin

ad

Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e

ad

Zimanê agahiyê

ad

Mebûsa kurd dê bibe Seroka Hollandayê?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname