logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Pêşbaziya ji bo salvegera F.Huseyin Sagniç dest pê kir

Tevgera Ziman û Parastina Kurdî (TZPKurdî) ji bo 5'emîn salvegera mirina wêjevan û zimanzanê kurdî Feqî Huseyîn Sagniç pêşbaziya çîrok, helbest, ceribandin û fablan da destpêkirin.

  • Dîrok: 23/02/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Tevgera Ziman û Parastina Kurdî (TZPKurdî) ji bo 5'emîn salvegera mirina wêjevan û zimanzanê kurdî Feqî Huseyîn Sagniç pêşbaziya çîrok, helbest, ceribandin û fablan da destpêkirin.

Feqî Huseyîn Sagniç ku yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû di jiyana xwe de ji bo kurdî têkoşîneke mezin da û di sala 2003'yan de jiyana xwe ji dest da. Sagniç Enstîtuya Kurdî ev sê sal in ji bo bîranîna Feqî Huseyn Xelata Ziman a Feqî Huseyn dide û îsal jî TZPKurdî gaveke din ji bo bîranîna wî avêt. TZPKurdî di 5'emîn salvegera wefata Feqî Huseyîn Sagniç de pêşbaziyeke da dest pê kirin û armanca pêşbaziyê jî wisa diyar kir: "Armanca me ji vê pêşbaziyê ew e ku; em ziman, çand û wêjeya kurdî bi ciwanan bidin hezkirin û wan teşwîqî nivîsandina bi kurdî bikin. Ji pêşbaziyên heta niha hatine lidarxistin hinek cuda, me beş û çeşneke din, beşa fablan li beşên pêşbaziyê zêde kir. Ji ber ku Feqî Huseyn Sağnıç gelek ji fablan hez dikir û qîmeteke mezin dida fablan. Ji ber ku fabl di wêjeya kurdî ya devkî de xwedî cihekî payeberz in."

Kesên ku bixwazin beşdar bibin divê heta 15.02.2008'an berhemên xwe bişînin ber destê amadekarên pêşbaziyê û kesên ku bi ser bikevin jî dê di salvegera wefata Feqî Huseyîn Sagniç, di 12'yê adara 2008'an de bi merasimekê xelata xwe bigirin.

Şertên Beşdarbûnê:
1) Berhemên ku beşdarî pêşbirkê dibin divê ku li tu derê nehatibin weşandin.
2) Beşdar ger bixwazin dikarin beşdarî her beşê bibin, lê di her beşê de tenê bi nivîsekê dikarin beşdar dibin.
3) Divê ku fabl ji aliyê beşdaran ve hatibin nivîsandin, ango ne berhevkirî bin.  
4) Divê ku berhem li ser e-maîla tzpkurdiziman@hotmail.comEv e-mail bi ewlehiya bi spam e. Ji kerema xw ere JavaScriptê bike çalak.   an jî li ser e-maîla kurdiderwan@hotmail.comEv e-mail bi ewlehiya bi spam e. Ji kerema xw ere JavaScriptê bike çalak.  bêne şandin. An jî bi riya posteyê ji bo navnîşana li jêr hatî dayîn, were şandin. (Beşdarên li zindanan dikarin bi dest, an jî bi posteyê ji me re bişînin)  
5) Divê ku berhem li gor kaxiza A4 herî kêm rûpelek, herî zêde pênc  rûpel bin.
6) Divê berhem herî dereng heta 15’ê Reşemiyê bigihîjin destê me. Berhemên ku dê piştî 15’ê Reşemiyê bigihîjin destê me, dê nekevin pêşbaziyê. (Derengmayînên ji ber posteyê dê li ber çavan neyê girtin.)


Endamên Juriyê
Çîrok : Dilawer Zeraq, Fewzî Bîlge, Yaqob Tilermenî
Helbest  : Arjen Arî, Rênas Jiyan, Fatma Savci
Cerebe  : Omer Dilsoz, Cemîl Oguz, Hemdila Kovan Baqî
Fabl : Hîlmî Akyol,  Mustafa Gazî, Adar Jiyan
                    
Navnîşan:                          
TZPKurdî
Navnîşan: Cum.Cad. Özgül-Center İş Merkezi K. 3 No : 3 VAN
Tlf/fax: 0 432  215 64 57  E-mail: tzpkurdiziman@hotmail.comEv e-mail bi ewlehiya bi spam e. Ji kerema xw ere JavaScriptê bike çalak.


Feqî Huseyîn Sagniç kî ye?
 
Feqî Huseyîn Sagniç di sala 1926’an de li gundê Xoros a Xîzana Bedlîsê hatiye dinê. 1938’an de dest bi xwendinê kiriye, 4 salan di medreseyê de xwendiye. Sagniç 1958’an de rewşenbîrên kurd dinase, 1962’yan de jî beşdarê PDK-T’yê dibe.
Zimanzan Feqî Huseyîn Sagniç ku di nav avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girt, di Enstîtuyê, di Navenda Çanda Mezopotamyayê de gelek caran dersên kurdî da, heta roja xwe ya dawî jî ji bo kurdî xebat kir, berhem derxistin. Feqî Huseyn Sagniç di 12’yê adara 2003’yan de jiyana xwe ji dest da.
Berhemên wî:
 “Hêmana Rêzimanê Kurdî”
 “Hewisîna Rêzimanê Kurdî”
“Pêşeriya Zimanê Kurdî”
“Çîrokên Kurdî”
“Dîroka Wêjeya Kurdî”
“Yusuf ile Zuleyna” (Ji alfabeya erebî veguhezandiye kurdî).

Not: Ev pêşbazî bi piştgiriya rojnameya Azadiya Welat û malpera Diyarname tê lidarxistin.

 

 


 
 

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

ÎKSV bursê dide 1000 xwendekarî

ad

Endamên Juriya Festîvala Kozaya Zêrîn temam bûn

ad

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

ad

Romaneke nû ‘Bêhna Axê-II Jame Vû’ derket

ad

Fotograf her gav rastiyê nîşan nade!

ad

Pirtûk diçin îzmîrê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname