Ev çîroka berî zemanên îroyî ye!
Li ser vê xaka ku navika cîhanê tê hesibandin her wisa bûye û her wisa domî ye, mixabin hê jî wisa bi hovîtiyan didome!
Ji bo mirov a rû dide fêhm bike, ji bo mirov têbigihîje ka çi diqewime; ka kî çi û çima dike, ji bo zanîna vê yeka hanê heke mirov awirekî bide eynika dîrokê ya derz lêketî, dê bibîne; ku kî çi bo çi û çima û çawa dike!
Mirov dibîne, çi qod, çi mebestên kirêt, çi planên ji kana hovîtîzmê gewde bûyî li serê bêhêzan tên gerandin!
Ku em çîrokeke vê kirêtiya bîrnebûyî bigirin dest, ku mebesta hovan a bûyî sedema wê çîrokê bînin bîra xwe, em ê têbigihîjin ku hovekalên hovên îroyî, doh çi çawa û çima kirine. Em ê bibînin û serwext bibin ku nevîçirkên wan ên hovîtî ji kalên xwe wekî mîrate wergirtî jî li ser heman riya kalên xwe ne. Wekî dubareyekê, ew jî îro wisa hov in, wisa bi hovîtiyê re radibin.
Bê bîra kê, ku wextekê li derdora Meletî, Semsûr, Dîlok, Îskendirûn, Edene, Riha, Gurgumê û hwd. û dîsa li hin bajarên wekî Stenbolê 1.5 mîlyon ermen dijiyan.
Enver Paşayê ku bi sed hezaran xortên kurd li eniya Kafkasê li Sarikamişê, li çiyayên Allahûekber bi sermayê da kuştin bi berfê kefen kir. Li wê eniyê ew Enver bê xêra yekîniyên Ermenan li xezeba Ûrisan tête rizgar kirin.
Li ser vê qenciya ku ermenan bi Enver re kirî, Enver di nameyeke spasdariyê ku ji dêrên ermenan re dişîne de wisa dibêje, ‘Ermen welatperwerên dewleta me ne (qest Împaratoriya Osmanî ye) ew dilsoz in, camêr û mêrxas in’.
Çîrok bi ber û kûr e; Îttîhatçiyên ku dixwestin Abdulhamît li ser text dînin, ji bo li dijî wî raperîneke navxweyî dest pê bikin li ermenan çek belav kirin.
A ew Enver û ew Îttîhatçî piştî ku desthilatiya Dewlet-î Aliyye bi dest dixin, li cihê dewleta Osmanî lê derp xwarî, li Zeytûnê (navçeyeke di nav xaka Sûriyê de ye) ku di 1895’an de bi berxwedêriyeke şiyane dorpêça qirkirinê ya artêşa Abdulhamît têk biribûn, a wî Enverî wekî tirkekî ew birîna bavê bîr nekir, li wê Zeytûnê (li wan deran û li Kurdistanê bi hevkariya Hamîdiye Alaylariya ji kurdan pêk hatî û bi hin kurdên ku wê wextê jî wekî aniha dişibin DAÎŞ’a îroyî) dest bi qira 1915’an kir û berê ermenan da çolistana mirinê ya Dera Zor’ê û encam, qir û baqijiya 1.5 mîlyon ermen…
Lê di wê qira ku Enver û Îttîhatçiyan pêk anî de, wekî ya li Zeytûnê Ermenan kuleke wekî wê kirin para Enverî jî. Ew jî ‘berxwedêriya ku li Girikê Mûsa (di navbeyna Efrîn û Behra Spî de ye) 40 rojî dom kirî’ bû.
Ew siyaset, ew mebest armanca bingehîn a avakirina dewleta tirk e jî (!)
Plan ev bû! ewil divê dewlet ji yên ne misilman in were paqijkirin û ji pişt re jî yên ne tirk… Binêrin, îro li şûna wan ermenan kî dijî? Piştî qira kuştin, destdirêjî, talan û malaştinê li vî erdî û li wî erdî, hinek ereb, gelek tirk û hinek jî kurd bi akincî kirin-bûn.
Û dawiya dawî, her kes pê dizane, berê qirê vêga dane yên ne tirk in, kurd..!
(Bo bibîrxistinê, berê kurdên Êzdî yên xwe ji qirê filitandin gihabû deriyên Êriwanê)
Li van deran Semsûr, Dîlok, Riha, Gurgum, Hataya ku berî sed salekê kurd û ermen ji piraniyê jî pirtir bûn, ku wekî bira, wekî cîran û wekî kirîv pêk ve, di nav hev dedijiyan, îro ermen neman lêêê… lê kurd hê ‘striyê di çavê hinan re çûyî ne’
Gelo, piştî sed salî dîsa heman plan, dîsa heman siyaset û lîstika qirêj..?
Niha, li derdora van bajarên li jor navê wan hatî hildan belkî 1.5 mîlyon ereb, qaşo wekî penaber li Sûriyê anîne li ser sînorê kurd û tirkan, di nav kurdan de bi cî kirine.
Em hinekî bifikirin an jî em hinekî komplobaziyê bikin; heke ew ereb venegerin Sûriyê, heke wan venegerînin, heke nasnameya tirk bidin wan, kar bidinê û wan bikin welatiyên xwe; belkî li Cizîrê, li Sûrê, û li hin cihên din wan bi cî bikin.
Û pişt re, ma nabe, ma berê jî wisa nekirine?
Nexwe çavên me ronî! gelo nebe ku kemberek din a ereb li me zêde dikin!!!
Nexwe, Enver Paşa nemiriye. Nexwe, (yên berî van de jî) di rihê her serekê dewleta tirk a îroyîn de Enver Paşayek heye. Nexwe, plana Enver Paşa (Îttîhatçiyan)ya guhertina demografiyê û pêre pêre, guhertina demografiya kurdistanê berdewam e.
Nîşe: Ev nivîs bi xwendina pirtûka Franz Werfel a ‘Li Girikê Mûsa 40 roj-Musa Dağda 40 gun’ hate pê.


