Pêşiyan gotiye; ‘tirî li tirî dinêre reş dibe’
Ma ne zagoneke xwezayî ye! kur an keça ku ji dê û bavekî peyda bûye heta 8-11 saliyê, kur aşiqê diya xwe, keç aşiqê bavê xwe ye!
Û heman keç û kur, ku fêhm kirin diya xwe ye, bavê xwe ye û eyb e, meriv nabe aşiqê dê û bavê xwe, vega dê û bavê ji xwe re wekî rolmodel hildibijêrin û dest bi texlîtkirina wan dikin; mîna wan li xwe dikin, mîna wan dipeyvin, dimeşin, tevdigerin û hwd.
Em ên li gund mezin bûyî (qet nebe ez wisa bûm) ku di pir aliyan de bê siûd û bê derfet bûn jî, lê di vê mijarê de qey dibêjim em pir bi bext bûn, me bi keçikên hevtemenê xwe re şîvmalik (evcilik) dilîst.
Çand ku pêkhateyeke ji cerebeyên mirovî be jî, lê xweşibandin, texlîtkirina mirov a mirovên din divê piştî cerebeyan-temenekî mirov bibe xwedan keysayetî û divê êdî ew kes-an bişibe xwe, bibe xwe, da ku zarokên wî/wê jê sûdê werbigrin, wî/ê texlît bikin, pêre pêre mezin bibin, bibin kes-kesayetî.
Lê netewe, lê civak… wan jî hev û yeka din texlît kirine. Neteweyekê neteweyeke din, civakekê civakeke din texlît kiriye, ji tecrube û azmûnên wan a xwe aniye pê, pê yeka nû çê kiriye.
Pê re qerekterê xwe, pêre çanda xwe, pê re nasnameya xwe, pê re şaristaniya xwe ava kiriye-kirine.
Ji lew, ji wan civak û neteweyan re dibêjin, xwedî vî/wî qerekterî ne, xwedan vê/wê taybetiyê ne!
Kurd jî wisa ne! Ji Huriyan ta Medan, ji Medan heta Merwaniyan, ji serdema Îslamê heta dema Osmaniyan, kurd bi kesayetiya xwe ya avakarê şaristaniyan, ji qerekterê xwe yê çiyayî ve bi xwedan taybetiyeke xwerû bûne! Qet nebe wextekê wisa bûne!
Ku meriv ji 40-50 salî beriya vê û jê bi wê de hinekî din jî here dikare behsa kes-kesayetî û qerekterekî kurd bike, lê…
Lê ji ber bandora bindestiyê-dagirkeriyê û her wiha, ji ber cîhana gilobel û pêşketinên teknolojiyê û hewlkeftinên siyasî yên ku neteweya kurd vê serdemê dijî, gelo meriv îro dikare behsa kesayetiyeke kurd a xwedan taybetiyên xwerû kurd bike, yan an?
An meriv ku bêje di nav ferdên kurd de texlît kirin li pêş e yan xwerû bûn, qey meriv zêdegaviyê dike!
Bi raya min, (ji ber zayîna dereng-dewletbûna neteweyê) neteweya kurd di nav neteweyên din de hêj zarok e. Neteweyên din an navsare ne yan pîr in.
Ji lew, di pêşerojê de pergala ku neteweya kurd a ciwan wê dîne, pêşaroja ku kurd wê ava bikin belkî mînaka wê di cîhana siyasî ya îroyîn de tune be, lê ji ber ciwanî û potansiyela dînamîk a kurdan, mimkûn e ku dîrok kurdan bi neteweya wan a ciwan ve, bi pergala wan a nû ve bike pêşengê pêşerojê, qet nebe yê heremê!
Lê û belê û çawa!?
‘Li aliyekî çanda tirk-îslam senteziyê, li aliyê din çanda tirk-çepgir sentezî, li aliyekî çanda partî û hizban, li aliyê din çanda mesheb û cematan’!
Lê çanda xwerû…!?
Kurdê îroyîn; nifşê serdest a/ê xwende, xwedan pîşe, çîna navîn û ya rêveber, ji çanda kê, bi zimanê kê; çi dixwîne-perwerde dibe, çi temaşe dike, çi guhdarî dike, çi lêdikole, ji bo jiyaneke xwerû kurd-î modern çi plan û xeyal dike û ji bo dahûtiyeke ronak çi diafirîne, çi razemeniyê dike???
Ku mirov bi zimanê kê bijî, mirov çand û jiyana wan texlît dike, pê mezin dibe!?
Û ku mirov bi ziman ên din bijî, wê gavê çanda wî/wê mirovê jî ya yên din e, û ew jî texlîtkirina jiyana yên din pê ve ne tiştekî din e (siyasiyên me ji vê qewmînê re dibêjin ‘qirkirina çandî’)
Nexwe; kesayetiya kurdê îroyîn a nasnameya xwerû, şaristanî û modernîteya civaka kurd a vê serdemê û pêşerojê di bin xetereya texlîtkirina çanda yên din de ye?


