HEWLÊR
Parlementerê Iraqê yê ser bi Lîsteya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Bekir Heme Sidiq ragehand ku di hikûmeta nû ya Iraqê de 6 wezaret dane kurdan.
Bekir Heme Sidiq di daxuyaniyekê de got: “Di Hikûmeta nû ya Iraqê de kurd dê 6 wezaretan werbigirin. Ji wan 6 wezaretan 4 wezaret bo YNK/ê, PDKê û 1 wezaret ji bo Yekgirtî û 1 jî bo Goranê yekalî bûye.
Sidiq destnîşan kir ku ew wezaretên ku dikevin para kurdan pêk hatine ji wezareta derve, tenduristî, wezareta dewletê ya bo karûbarê sivîl, wezareta koç û koçberan, wezareta dewlet ya bo karûbarê jinan û wezareteke xizmetgûzariyê û wiha berdewam kir; “Berendamên Yekgirtî ya ji bo wezareta ku dikeve para wan ku wezareteke dewletê ye, Dr. Dîndar Doskî ye.”
Sidiq ragshand ku wezareta koç û koçberan jî dane lîsteya Goranê lê ew dixwazin li şûna wê wezaretê, wezareteke din bidin wê.
Hate ragehandin, namzedê wezareta derve Hoşyar Zêbarî û namzedê wezareta tenduristiyê jî Dr. Necmedîn Kerim e
Ji ANF'ê hatiye girtin