Kobanî
Qeydên Zanîngeha Kobanî heta 13'yê vê mehê didomin. Navên ku hatibin qebûlkirin pîştî bidawîbûna qeydan bi hefteyek dê bêne ragihandin.
Girêdayî şert û mercên tomarkirinê, rêveberiya zanîngehê ev şert rêz kirin: divê xwendekar ji Sûrî be, ji bilî Zanîngeha Kobanî li tu zanîngeheke din ne tomar kirî be, divê bawernameya amadehî (zanyarî û wêjeyî) girtibe.
Wê bibe zanîngeha herî mezin
Hejmara kadroya perwerdeyê gihaşt 15 mamosteyan. Hinek ji wan li Zanîngehên Heleb û Bass û zanîngehên din ên Sûriyeyê perwerde kirine û gelek ji wan bawernameyên xwe yên lîsansa biling (master) qedandine.
Dihat payîn ku beşên wekî endezyariya çandiniyê, dîrok, erdnîgarî û wêjeya îngilîzî bihata zêdekirin, lê ji ber hin kêmasiyan û ji ber firehnebûna avahiya zanîngehê, ev gav derneg ma.
Zanîngeha Kobanî bi awayekî fermî di 10’ê berfanbara (kanûna) 2017’an de hate vekirin. Her wiha di 4’ê avrêla (nîsan) îsal de Rêveberiya Xweser a Kobanî û bi hevkariya Rêxistina Hêvî, kevirê bingehîn ê projeya avakirina Zanîngeha Kobanî ya mezin danî. Piştî bidawîbûna avakirina zanîngehê, tê payîn ku bibe mezintirîn zanîngeha Rojava û ew ê gelek xwendekaran ji derveyî Sûriyeyê jî pêşwazî bike.
Ji ANHA'yê hatiye girtin