Min di serdana xwe ya Kurdistanê de vê carê tiştek ferq kir; Ji bo mirov bizane ka asîmîlasyona dewleta tirk li kîjan bajarên kurdan bi ser ketiye ango heta radeyekî bi ser neketiye, pîvan hêsan e:
Yekemîn destnîşana vê yekê hejmara bilind ya qereqol û hêzên dewletê ye. Bi vê ve girêdayî jî axaftina bi kurdî ya li kuçeyan e.
Dema mirov awirên xwe li Culemerg û Şirnexê digerîne, li her cihên stratejîk û di nava bajêr de qereqolên leşker û polîsan tên dîtin. Bi vê ve girêdayî jî di nava kuçeyan de jî piraniya mirovan bi kurdî bi hev re diaxivin.
Ev tê wê wateyê ku çiqas zêde jiyan bi kurdî be, ew qas qereqol zêde ne. Hejmara bilind a qereqolan jî tê wê wateyê ku hê li wî cihî asîmîlasyon li gor asta dewlet dixwaze pêk nehatiye.
Ev aliyekî meselê ye, lê belê aliyekî din yê meselê yê sosret yê bizava kurd jî heye;
Li bajarên ku asîmîlasyon bi awayekî mînîmal li gor bajarên din yên kurdan pêk hatiye, bizava kurd wekî bi rewşa heyî piştrast be ku ev rewş wê neyê guhertin, ji hewldanên pêşîlêgirtina asîmîlasyona van bajaran dûr e.
Wekî mînak, li Culemergê ji bilî çend ciwanên ku bi dilxwazî di çarçoveya xebatên TZP-Kurdî de kar dikin tu sazî nîn in. Ew ciwan jî di nava bêderfetiyê de bi taybetî kursên zimên didin lê belê ji ber piştgiriyeke taybet ya bizava kurd ji bo wan nîn e, xebatên wan ên takekesî gelekî bi sînor in û ji daxwazan re nabin bersiv.
Ev helwest jî vê pirsê bi xwe re diafirîne: Gelo piştrastiya ji rewşa heyî ya bizava kurd ya ji van bajaran çi qasî di cih de ye?
Bersiv jî hêsan e: Dewletê ew bajar tije leşker kirine lê negiştiye encamekî. Ji ber vê yekê niha dewletê jî stratejiyeke nû afirandiye. Stratejiya nû ya dewletê asîmîlekirine van bajaran bi riya Cemaeta Fethulleh Gulen e. Li Culemergê Walî ji vê cemaetê ye, rektorê zanîngehê ji vê cemaetê ye û hejmareke gelekî mezin ya xaniyên xebatê yên cemaetê niha li bajêr hene.
Sempozyuma “Ziman û wêjeya kurdî” ku ji hêla Zanîngeha Culemergê ve meha borî bi beşdariya Walî di bin ala Tirkiyeyê û wêneyê Ataturk ve hate lidarxistin jî parçeyekî vê xebatê ye.
Dewletê nekarî Culemerg û Şirnexê bi qereqol û leşkeran asîmîle bike, ji wê yekê niha dixwaze bi riya cemaetê bi awayekî devlikenî û şîrîn bigihe armanca xwe.


