logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Dostê kurdan Muamer Qedafî

  • Dîrok: 23/02/2011

Heta niha wekî Muamer Qedafî ti serok û lîderên dewletan bi awayekî vekirî destek nedane kurdan. Di dawiya salên 1990’an de di dema hevdîtina serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Necmedîn Erbakan de wî bi awayekî vekirî got ku dem hatiye kurd jî di bin roja Rojhilata Navîn de bibin xwedî dewlet.

Dîsa dema birêz Ocalan ji Tirkiyeyê re hate radestkirin, Qedafî ev yek bi awayekî vekirî  şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo tevgera kurd ya azadîxwaz destnîşan kir.

Ev yek dibûn sedem ku kurd sempatiyê ji bo Muamer Qedafî biafirînin.

Niha jî textê Muamer Qedafî diheje û gelê Libyayê li dijî wî di nava serhildanê de ye.

Û bi van serhildanan re niha medyaya kurd jî peyva “dîktator” bi navê wî ve dizeliqîne.

Gelo ev kesê ku di rojên teng de piştgiriya xwe ji bo gelekî bindest yê mîna gelê kurd
destnîşan dikir bi rastî dîktator e?

Erê dîktator e!

Çima ez behsa vê yekê dikim?

Ji ber gelek caran kurd xwe matmayî dihêlên ka çawa çêdibe ku dewletên rojavayî destekê didin serdestên Kurdistanê.

Bersiva vê yekê jî hêsan e: Gelo ger Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên aborî û siyasî, têkiliyên xurt bi dewleteke ne demokratîk ya li Afrîka yan jî Rojhilata Navîn re deyne, berteka kurdan wê çi be?
 
Kurd wê bêguman ne kiryarên li wî welatî, lê belê wê berjewendiyên xwe yên siyasî bifikirin.

Siyaseta navneteweyî tiştekî wisa ye; Dîktatorên welatên xwe dikarin bibin piştgirên bindestên welatekî din û bindestên wî welatî dikarin ji ber vê yekê sempatiyê ji bo wî dîktatorî biafirînin. Welatên ku xwedî demokrasiyeke navxweyî ya mikemel in, dikarin bibin piştgirên welatên ku qet demokrasî lê tune be.

***


Vegera Şivan Perwer a Amedê

Şivan Perwer ne zarokê doh e. Ne tenê hunermendekî jêhatî ye, her wisa her dem di nava hesabê tevgera balansa siyaseta li gora dem û cihê lê de ye. Ji vê balansa siyasî re zîrektî pêwîst e û Şivan Perwer di vî warî de bi têra xwe jêhatî ye.

Rewşa siyasî ya kurdan ya navxweyî rê dide ku hem ew û hem jî hemû hunermendên kurd di nava kurdan de vê balansê pêk bînin. Ew dikare di mitîngekî yan jî di konserekî de li gor nabzê siyasî yê beşdaran û derûniya serdest ya girseyê bê pirsgirêk gotinên stranên xwe biguhere û li şûna peyva “Pêşmerge” bibêje “Gerîla”.

Lê belê şansê jiyana vê balansê di navbera siyaseta kurd û tirkan de nîn e. Siyaseta kurd ya serdest û her wiha siyaseta dewleta tirk rê nadin ku hunermendekî kurd mîna lîderekî partiyeke siyasî tevbigere. Pêvajoya siyasî ya serdest rê nade ku hunermendek vê balansê di navbera kurd û tirkan de pêk bîne. 

Sedem jî eşkere ye: Tevgera kurd di nava hewla bidestxistina mafê kurdan a siyasî de ye. Siyaseta dewlete tirk jî bi leşkerî û bi siyasî di nava pêşîlêgirtin û fetisandina vê daxwaza aliyê kurd de ye.

Şansê balanskirina siyasetê ya hunermendekî di pêvajoya aştiyê de heye lê belê ne niha aştî di rojevê de heye û ne jî pêvajoya wê.

Şivan Perwer ne stranbêjekî ji rêzê ye û rastiya giraniya wî ya hunerî heye. Ji ber vê giraniya wî pêvajoya serdest a siyasî ya her du aliyan ji bo vegera wî ya welêt niha tenê du rêyan jê re vekirî dihêlin:

Yan ewê  li Amedê di nava girseya ji sedhezan pêk tê stranên xwe yên peyva “Pêşmerge” tê re derbas dibin bistre û car caran jî ji atmosfera serdest ya derûniya hevdîtina mezin wê peyva “Gerîla” jî li şûna ya “Pêşmerge” bi cih bike, yan jî dewlet wê bêyî ku haya wî jê hebe, wekî berdewamiya strana “Memleketîm”, wê “Onuncu Yil Marşiyê” jî pê bide xwendin.

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li vê derê kurdî rê li ber reva ji dibistanê digire!

  • 11 Rêbendan 2009

 Vê hefteyê ji bo lêkolînekî ez hem di nava arşîva xwe ya pirtûkan de û hem jî di înternetê de li hinek çavkaniyên di der barê perwerdeya...

Bi rizgarbûna Şengalê re kî yê bikare baweriyê bide êzdiyan

  • 17 Sermawez 2015

Şengal hate rizgarkirin. Çend rojek di ser rizgariya bajêr re derbas bûn. Ji bilî milmilaneya aliyên siyasî yên kurd derbarê dahatuya vî bajarî de hê jî...

'Kongreya Neteweyî' nabe, ‘Arşîva Neteweyî’ ava bikin

  • 13 Tîrmeh 2020

Arşîv bîra netewan e. Gavên miletên bêarşîv herdem li pişt miletên bi arşîv in. Kurdan karîn bi sedsalan bi awayekî devkî serpêhatî,...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Notên li ser Farqînê (Hate nûkirin)

ad

Hunermend Çifçi ligel ku nexweş e jî hat girtin

ad

Hin çalakiyên li ser helbestê

ad

Kovareke nû li kovarên kurdî zêde bû: Philosophia derket

ad

6 sal ceza li Demîrtaş birîn

ad

Demirtaş: Emê hejmara şaredariyên xwe derxin du qatî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname