Ez heya niha ji yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurdan a li Ewropayê heya ya 14’emîn ku di vê heftiyê de lidar ket, tevlî bûme. Ez dikarim bi hevokekê 14’emîn Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurdan bi yên derbasbûyî re bîdim ber hev û wisa binirxînim: Festîvala 14’emîn xweştirîn û baştirîn festîval bû.
Wekî her festîvalê, gel berî vê festîvalê jî di nava xwe de li ser asta beşdarbûna festîvalê şirove dikir. Fikra hevpar ev bû: beşdarbûn wê kêm be, ji ber hem rewşa hewayê ne baş e û hem jî qada ji bo festîvalê hatiye kirêkirin ne sergirtiye û cihê rûniştênê lê nîn e. Wekî tê zanîn, bûye kevneşopî ku ji bo festîvalê stadyumên bi nav û deng werin kirê kirin û ev qada tirada hespan a li Gelsenkirchenê wekî du carên din, îsal jî ev kevneşopî xera kir.
Ev şirove heya radeyekê rast derketin û xweseriya qada festîvalê bû sedem ku bi hezaran kes di malên xwe de bimînin û tevlî festîvalê nebin. Her çiqas vê teybetmendiya qada festîvalê hişt ku bi hezaran kes tevlî nebin jî, li gor çavdêriya min, ev festîval ji festîvalên pirtirîn kes beşdar bûn bû. Gelek hevalên din yên mîna min tevlî festîvalên din jî bûbûn bi min re hemfikirbûn.
Ez nizanim sedema girseyeke wisa bilind a beşdarbûnê pêvajo bû, reklamên tv û rojnameyan bûn an jî balkêşiya programa festîvalê bû, lê belê pirbûna girseyê bi hêsanî dihate dîtin.
Organîzasyon ji her hêlê ve mikemel bû. Bi taybetî cihên lîstikê yên ji bo zarokan hatibûn amadekirin dibû sedema kêfxweşiya zarokan. Di konên li hawirdorê qadê hatin vekirin de ji firotina gorên bi navê Gore Seven bigirin heya ristikan hebûn.
Di deng de problem qet dernediket û taybetiya teknîka nû ya tv’yê bû sedem ku temaşevanên tv’yê jî tehmeke xweş ji ekranê bistînin.
Ji dika navendî dûr dikeke dûyem jî hatibû çêkirin. Li ser vê dikê programên cur bi cur ji bo kesên ku li programa navendî temaşe nedikirin dihatin pêşkêşkirin. Li ser vê dikê programên mîna folklor, konserên stranbêjên ku di programa navendî de neyî, defîla cilan, mîkrofona azad a ku kesê bixwesta stran, kesên bixwesta helbest û kesên bixwesta jî serpêhatî û henek bigota û tiştên din hebûn.
Konekê koçeran ya ku bi xemla welat hatibû xemilandin, bala beşdaran dikişand. Ji hêla din ve çend malbatan bi amadekarî hatibûn û konên portetîf yên biçûk bi xwe re anîbûn û di nava qadê de ji xwe re vekiribûn.
Dika duyem û kona ku nivîskaran pirtûkên xwe îmza dikirin û bi xwendevanan re sohbet dikir li tenişta hev bûn û bilindbûna deng a mîkrofonên dikê dibûn sedem ku sergêjî bi nivîskaran re çêbibe.
Mixabin dîmenên berê yên çopê xwe vê carê jî dubare kirin û ne komîteya amadekar amadekariyeke cidî ji bo paqijmayîna qadê kiribû û ne jî gel girîngiyek dida paqijhiştina qadê. Her çiqas piraniya rojê bi ewr derbas jî bû, ji bilî çend dilopan qet baran nebarî û wan dilopan jî tesîr li coşa beşdaran qet nekir.
Digel çend hevalên din em li ser spîkerê festîvalê Hozan Kawa hem fikir bûn: Gel germ bû lê belê spîker bi giranî bername mîna xwendina protokoleke fermî pêşkêş dikir û nekarî bi ajîtasyonî biaxive. Ji bo bêhtir germkirina qadê pêdivî bi ajîtasyonê hêbû.
Bi vekirina festîvalê re Şahiya Stranan a ku ji hunermendên NÇM’ê pek dihat gel mest kir û Ferhat Tunç bi awayekî muhteşem bi konsera xwe dawî li festîvalê anî.
Bi kurt û kurmancî: festîvala îsal ji bedewtirîn festîvalên heya niha hatibûh çêkirin bû û beşdar ji nîvro heya derengî şevê bi vê organîzasyona mezin şa bûn.
zekiozmen@hotmail.com


