Pirî caran pirsgirêkên ziman û edebiyatê têne gengêşîn. Bi herhal wext hatiye ku em bêhtir bala xwe bidin avadaniya fikrî ya edebiyata xwe; çi edebiyata devkî be çi jî ya nivîskî.
Ev çend car in ez derî li malpera bi navê “felsefevan” vedikim. Tam û bêhneke xweşik xwe dide der; hûn bi kêfxweşî bi zimanê xwe nivîsên felsefîk ên di gelek waran de dixwînin.
Heman dilxweşî xwe di xwendina nivîsên Beyhanî Şahîn de jî dide der; ew bi tevî peyvan we bi meş û rêwîtî dike. Xebat û nivîsên wanî wê hukim, rê û rêçikên zanistî bi cih bikin. Xebatên wisa dibin sedem ku însan bi temkîn bin, bi berfirehî bifikirin, bi dû lêkolînan bikevin. Dîsa berhem û nivîsên wisa rê didin pirsan.
Wekî xwendevan hûn çi qas berhem û xebatên hêja dixwînin ew qas moral bi we dikeve. Em dikarin bibêjin êdî ji bo her xwendevanî derfet û berhem hene; kî bi çi warî re mijûl bibe dikare di wî warî de bixwîne, nivîsan lê bike an jî lêkolînan bike, hîç nebe em dikarin ji bo warên ziman, edebiyat, felsefe, dîrok û hin warên din behsa xweşbîniyê bikin.
Ji derî van xweşbîniyan em êdî bi dilxweşî dikarin navê hin malperan bidin ku bi qasî kovaran karê xwe cidî digirin, dibin sedemê pêşveçûnan.


