Diyarname
Li Erebistana Siûdî piştî 35 salan yekem car salona sînemayê vê mehê vedibe. 18'ê mehê dê salon vebe û bi vê yekê hêvî ew e ku qedexeya li ser sînemayê bê rakirin. Navenda Ragihandina Navneteweyî (CIC) ku girêdayî Wezareta Enformasyon a Erebistana Siûdî ye ragihand ku yekem salon dê li paytext Riyadê bê vekirin. Dê mafê jinan jî hebe ku herin sînemayê.
Destûra vekirin û bikaranîna sînemayê dane kompaniya AMC ku ev kompanî kompaniyeke ji DYA'yê ye û xwedî gelek sînemayan e. ACM sala bê li 15 bajarên Erebistana Siûdî dê 40 salonan veke.
CIC'ê ragihand ku heta sala 2030'yan dê 350 salonên sînemayê bêne vekirin.
Li Erebistana Siûdî di sala 1980'yî de ji ber sedemên polîtîkayên mihafezekar salon hatibûn qedexekirin; ligel vê her cure şahî qedexe bû.
Par biryar hatibû dayîn ku jin êdî dikarin erebeyan bajon. Prens Bîn Selman demek berê gotibû ku jin ne mecbûr in çarşefên reş li xwe bikin.
Ji Deutsche Welle Tirkî hatiye girtin