Amed
Li Amedê, li Sîteya Sanayî ya Sîyemîn a li ser Rêya Rihayê teqîn çêbû. Li Doguş Torna ji ber tûbê teqîn çêbû, tê gotin ku gelek mirî û birîndar hene.
Vê sibê li sanayî di Doguş Torna de teqîneke mezin çêbû. Hat gotin ku tûp teqiya ye. Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê.
Hê agahiya zelal nîn e lê qala gelek mirî û birîndaran tê kirin. Waliyê Amedê Mînur Karaloglu agahî da çapemeniyê û got ku pênc jê bi giranî, 10 birînda hene.
Di encama teqînê de kargeh û erebeyên derdorê jî zirar dîtin.
(Foto: MA)