Her sal 29’ê vê heyvê salvegera damezrandina Komarê ye.
Her sal vê rojê, ba be bahoz be, qir be qelan be…heta heta ji ezman kevir jî bibarin; tevî serokomar: hûr û pizûr, kizîr û wezîr, fermanber û fermandar ‘ferza seredanê’ pêk tînin, serê xwe li ber mozoleyê diçimînin, li deftera Anit Kabîrê sipasî û şabaşiyên xwe diyarî nemir Mustafa Kemalê kalê tirkan dikin, û bi dû rêûresma leşkerî, xwepêşandana balafirên şer; teperepa potînên reş de dibelişin stiran û srûdan…û êvarî jî şahî li Koşkê bi Resepsiyona Komarê ya ku Serokomar mazûvantiyê wê dike, bi dawî dibe
Vê carê, ‘bîr kisim medya’* fitneyî û fesadî nekir; ‘roja pîroz’ nekir bi qurbana turbana jina Serokomar Hayrûnisa xanim.
Min bi baldarî temaşe kir, da bizanim kî tê, kî nayê…
Leşker ‘serê biskê’ bûn, mîna her carê.
Û parlamenter ‘qeremaça’; malê erdê.
Bi dû re serokwezîr, serokmeclîs, endamên Meclisa Bala…
Û bi dû re kesên di devê serkaniyên dewletê de rûniştî:
Serokên dadgehên bilind, rektor, profesor, û hûnermend û nivîskarên navdar…
Îsal di lîsteya mêvanan de navê Orhan Pamuk jî hebû.
Wekî ku navê Yaşar Kemal bi ber guhên min ket!
Sezen Aksu jî vexwendî bû, hatibû gelo?
Nizanim, min çiqasî çavên xwe lê gerandin, bi ber çavên min neket!
Lê…
Di nava ew qas Cumhûriyetçî û zewatên dewletê de ‘kurdçiyekî’ bala min kişand: Sirri Sakik.
Birayê Parmaksiz Zekî.
Birayê şêrê şêran Şemo!
Şemoyê ku niha wekî berxikê milayîm, helîm û selîm di Girtîgeha Amedê de rojê dispêre rojan!
Hinek çi bikin jî bi xwe dixin. Yanî li xwe diguncînin. Yanî tişta ku dikin û xwe li hev tînin.
Û ji hinekan re jî - qey qird e- li hev tê.
Ji lewre, pêşiyekî mîna min li hemberî rûdanekê heyirî, ji yê li rex xwe pirsiye: Birako, ji jêhatinê, ji lêhatinê
Yê li kêlekê li qelavîska rûniştî, bêyî ku mirûsê bike û bihizire gotiye, ‘Lêhatin ji jêhatinê çêtir e’!
Bi min jî çêtir e.
Wekî ku Osman Sebrî gotî, ji qirdê me re carêkê ‘kabê’ me dumîr bihata!
Lê kaaaa!
Em… û wî qirdî!
Em… û wê tel’ê!
Em… û wî şensî?
Şensê nivîskaran û yê qumarbazan dişibihe hev!
Ne bi temamî be jî, hebekî, heyran!
Qumarçî dibêje ev dest nebe, desteke din.
Nivîskar jî dibêje ev berhem nebe yeke din.
Rastî li vir, henek li hêla din; dema ku min bi baldarî li pişikdarên li resepsiyonê temaşe kir, dilê min pêşî bi min, paşê bi du kesan şewitî: Sirri Sakik û Ufuk Uras…
Lê piştî ku min bi çavên serê dît û bi guhên xwe bihîst ku Sirri efendî diranê xwe qiç dike û ji yên li dora xwe re dibêje, ‘Komara me pîroz be’; hema min jî di cih de pê li bişkoka ‘mute’ kir.
De ka hûn bibêjin, ma min ne qenc û xweş kir?
Û ji vir pêşniyazek:
Sirrî Sakik, îro nebe sibe beyana Fermandarê Hêzên Bejayî bixwîne:
‘Di têkoşîna 25 salên derbasbûyî ya li hemberî terorîstan de me li dor 50 hezar layangirên vê hezê kuştine!
Ev e serfiraziya me!’
85’emîn salvegera damezrandina Komarê li te jî pîroz be, birêz Sakik!
29/10/08
*Beşeke çapemenî


