Diyarname
Vê hefteyê yek jê anîmasyon 9 fîlm hene. Didu yên ji Tirkiyeyê ye, yên din ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Em "The Killing of Two Lovers" derdixin pêş.
"Mirina du evîndaran"
Fîlmê derhêner Robert Machoian "The Killing of Two Lovers" wekî "İki Aşigin Olumu" (Mirina Du Evîndaran) wergerandine tirkî. Di fîlm de Clayne Crawford, Sepideh Moafi, Chris Coy û Avery Pizzuto dilîzin. Fîlmê ku li Festîvala Sundance jî hat nîşandayîn, îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê jî bû.
Fîlm çîroka xwe ji du jin û mêrên ku ji hev hez dikin lê biryara veqetînê dane tê. David dê ji jina xwe veqete lê ji jina xwe hez d ike û dike ku malbata xwe ya ji şeş kesan pêk tê carek din bide ser hev. Encam dê ber bi ku ve here? Dê bikaribin careke din bêne ba hev? Fîlmekî sade û ji dil li pêşberî temaşevanan e, loma jî pêşniyara me ya vê hefteyê ev e.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Meander / Derhêner Mathieu Turi
- Army of One / Derhêner Stephen Durham
- Malignand / Derhêner James Wan
- The Killing of Two Lovers / Derhêner Robert Machoian
- Shang-Chi and the Legend of the Ten Rings / Derhêner Destin Daniel Cretton
- Luka / Derhêner Enrico Casarosa / Anîmasyon
- Tomris / Derhêner Akan Satayev
- Sekiz / Derhêner Bugra Kekîk
- Ekip Oyunu / Derhêner Muhammet Emre Aydin


