Ji bo salyadî ÅŸairî gewrey gewrekan Cegerxwînî nemir
Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe(1)
Seydayê Seydayan Ehmedê Xanî, di Mem û Zînê beÅŸa VI’emîn de sebebê bi kurmancî nivîsîna berhemê wiha rêz dike:
Xanî ji kemalê bê kemalî
Meydana kemalê dîtî xalî
Yanî ne ji qabil û xebirî
Belkî bi teessib û eÅŸirî
Hasil: ji înad eger ji bê dad
Ev bid’etê kir xîlafê mu’tad
Safî ÅŸemirand ve xwarî durdî
Manende durê lîsanê Kurdî
Înaye nîzam û întîzamê
KêÅŸaye cefa ji boyê a’mê
Da xelkî nebêjitin ku:’Ekrad
Bê ma’rîfet in,bê esl û binyad
…………………………
…………………………(2)
Di gel ku hin bêjeyên ne kurdî: Qabil, Xebîr, Teessib, Bid’et, Mu’tad, Manende, A’m…di ristan de dihewîne jî; bi gotina Xanî, dema ku dîtiye meydana hunerî xalî û vala ye; ne ji jîrî, ÅŸarezayî û pisporiyê; hebekî ji kevneperezî, hinekî ji hizra eÅŸîrî; an jî ji girr û bêdadiya heyî, ji berberî û dijberiya bûyî (ya der barê kurdî de) ziman xistiye qalibekî, bi ser û ber kiriye, tahmek dayiyê; çi ji bo gel/xelkê…û çi ji bo ku hinek ranebin nebêjin ‘ekrad/kurd ne xwedî ‘kelam’ û huner in, bê esl û fesl… û bê kok û bingeh in…’
Li gorî hin çavkaniyan, kurdan ji wextê salixdayî-dîrokî heta bigihe îro 9 alfabe; Bizmarî, Avestî, Aramî, Pehlewiya Kon, Masî Soratî, Xuruc ul Sir, Erebî, Latînî, Kirîlî bikar anîne.(3)
Desthilata kurd rojek ji rojan rabe berhemên bi wan alfebeyan veguhêze alfebeya ku îro bikar dihêt-erebî an latînî- bi min bi dû Kitêbxaneya Îskenderiyê ya ku di dema desthelata Hz.Omer de hate sotin, dê pirtûkxaneya herî dewlemend û berhemdar be.
Belê; Xanî bi xwe jî ji ‘bêdesthelatî’ û ‘bêxwedîtiyê’ bi gazinc e ku, vê malikê di Mem û Zîn de bi cih dike:
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek…
Lê…xwediyekî li gel ‘a’lîkeremî’ û ‘latîfedanî’ zanîn, huner, helbest, kitab, dîwan… li
nik wî meqbûl/hêjabûya! Hingê me yê çi bikira? Wê gavê, wî:
A’lema kelama mewzûn
Alî bikira li banê Gerdûn
û...wê;
Bîna vê riha Melê Cizîrî
Pê heyy bikira Elî Herîrî
û…bi ser de;
Kêfek wê bida Feqihê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran(4)
Kî/kê bi baldarî û heyranî; di hin cihan de bi matmayîn û dilihayî nenêriye/nanêre li berhema li dû xwe ji qewmekî re, û pê re ji ciwaniyên mirovahiyê re hiÅŸtiye!
BalkeÅŸ e; Xanî dema ku vê berhemê dinivîse, xwe diÅŸibine ‘seffarekî’, ‘merivekî dîn ji dest çûyî’, û ‘dînar/pere/mal bi dest nexistî’:
………………………….
Qelbê me nekir qebûlê hîle
Qet bo xerezê nebû wesîle
Dîn çû,û ne ket bi dest me dînar
PaÅŸê ji neçarî bûyne seffar
Sifrê xweyê xef me eÅŸkere kir
Qirtasiyebû me li lê dua kir
……………………………
……………………………
Kurmancîye sıfr e , bê gumane
Zêr nîne , bı bên sıpîde mane (4)
…………………………
…………………………
‘Safarê’ ku di wexta xwe de osmanî, erebî û farisî ji zimanê bav û kalan bêhtir dizane û dikare biçe ‘seffariya’ zimanekî din bike; ji ber ku dilê wî qabil nade/qebûl nake, berê xwe dide ‘seffariya’ zimanê xwe. Ji nefsbiçûkî û ‘alîcenabî’ vî karê ku dike, Xanî çendî bi ‘Saffartiyê’ bi nav bike jî, ya ku kiriye ‘zêrigeriyek’e, ku her ‘mêrxas’ nikare wisa bi hesanî xwe tê werke!
Jixwe, li Bakur di navbera Bateyî û Cegerxwîn de ‘zêringerekî’ din; ‘zêringerekî’ ku xezîneyeke miÅŸt ‘zêr’ û ‘durr’ û ‘sedef’ û ‘yaqût’li dû xwe hiÅŸtibe, naxuyê. Ev yek, nayê vê maneyê; ku li Bakûr kesayetin hêja hin ‘dûr’ û ‘mirarî’ naxistine ser ‘xezîneyên’ li ber dest: Bi min, ya rast ev e; bi du dused salên xitm de, yekî Bakûrî zend û bend hildane, derdaw li xwe pêçane û daketiye qada hunerbazan. Cegerxwîn e ew, Cegerxwînê ku sê çar salan kêm zêde hemtemenê Hejar, Hêmin, Ehmed Namî, Osman Sebrî, Qedrî Can û Seydayê Tîrêj …
Cegerxwîn jî mîna seydayê xwe Xanî di destpêka nivîsînê de, sebebê nîvîsîn û hilbijartina kurdî/kurmancî, wsha berpêÅŸî me dike:
………………………………………
Wextê min dî qewmê kurdî pirr delal
Ew di nêv ehlê cîhan de bê heval
Ba sexawet ba diyanet ba hiner
Min li goÅŸê lewhê qelbim kir xeter
Ko beyan kim esl û ewsafên di wan
Milk û hikm û padîÅŸah û her zeman
…………………………………..
………………………………….
Ez dizanim ehlê çend esrên berê
Bê teesib guh nade ne vê dirê
……………………………….
……………………………….
Vê ji yaran hêvî sed carî dikim
Zêde sed ÅŸukrî ji heqbarî dikim
Ko hezar û sêsed û hem çil û heÅŸt
Bu ji Mûsayê Hesarî ev niviÅŸt(5)
Wekî ji ristên li jor jî diyar e sedemên Cegerxwîn û sersebebên Ehmedê Xanî kêm zêde nêzî hev in.
Dîsa jî, bo ku îro hinek ranebin û nebêjin ‘Xanî ji kurdî pê ve bi zarekî din nizanibû ku bi
farisî an erebî binivîse’, pêÅŸiya vê lomeyê bi yekkirina çarînên çar zimanî, dibire:
Hel lena min nî’metî weslil min nesîb
Ofîtadem ber deret bêçare,sergerdan xerîb
Derdîmîn çoqluxu senden ote yok hîç bir tabîb
Ey tabîbê,min dewayê derdê Xanî her wîsal(6)
Cegerxwînê ku Xanî dike Seydayê xwe, di detpêkê de wekî gelek kesên ku ‘xame ‘ di
‘hibirdanka’ zimanên serdestan dakirine, ew jî xwe radikiÅŸîne erebî.
‘Kurmê’ zimanê dagirkeran ne tenê dikeve zimanê meriv; bi demê re dil dikevêje, xwe li
xewn û xeyalên meriv radipêçe, û hêdî hêdî dinizile nava rih, da kes û kesayetê veguherîne ber bi nasnameyeke din de û merivê jêrdest bike kavilekî hîç î pûç.
Ji vê an ji wê, nivîskar û hozanvanê ku di destpêkê de xwe ranekiÅŸandibe tirkî, Erebî, farisî..nîn e. Di vê buwarê de kurdên fere-ziman û fere-çand(!) yên ku bi zimanê serdestan dinivîsin mînaka Cezayîr û Îrlanda derdixin pêÅŸ, û hevdanên nîvîskarên wan welatan ji xwe re dikin palpiÅŸt.
Ev babet ne mijara vê nivîsê ye, û jixwe gelek minaqeÅŸe û guftûgo hatine kirin…
Ku em dagerin ser Cegerxwîn…me got ku Cegerxwîn jî xwe radikiÅŸîne zimanê erebî. Lê Seyda xwe zû ji nava pençên vî ‘gurî’ xelas dike, li tevî kerwanê Seydayê xwe Xanî dibe
Di gel vê ya, Cegerxwîn yek ji wan ÅŸa’irên kurmac e ku ji bilî kurmancî, bi kurmanciya jêr, zaravê sorî helbest lê kirine: Ev helbest bi jimarî 10 in di sê dîwanên Seyda de; ‘Agir û Pirûsk’, ‘Sewra Azadî’ û ‘Kî me Ez’ de ne:
Wezîfey Xom
Nawî Kurdistan pir ÅŸewq û taw e
Gencineyî fikrim maneyî em naw e
……………………………………..
…………………………………….
Wezîfey xom her teblîxî kurd e
Le mirdû herçî dimîne nawe
Cegerxwîn gerçî seydayê kurd e
Ta êsta pesnî kesêk nedawe(7)
Helbesta ‘Wezîfey Xom’ pesinnameyek e, bo ÅŸexsiyetek ‘alîceneb’ û ‘kerembala’ Elî Kemal-nav di helbestê de jî derbas dibe-bi soraniyeke ku her kurmancîaxêv jê tê bigihije, hetiye nivîsîn.Lê helbesta bi navê Zilmî Bêgane Dibînim?
Ev helbesta bi soraniyeke sormancî me dibe salên 1960’î, dema mamostetiya Cegerxwîn di Zanîngeha Bexda de piÅŸka Zimanê Kurdî…
Cegerxwînê ku wan deman bûbû endamê lîcneya sitendarkirina kurdî, li gel hemû êrîÅŸ û ariÅŸeyên rûdayî, em dibînin ku wî, wê demê siberoja qewmekî di ser hemû bîr û boçûn, hizr û ramanên cur be cur ên kes û derdorên bîrdoztndrew re girtiye; ‘miÅŸara zimanê kurmancî’’ bi çend nimûneyên kicik be jî guheztiye zarê soranî:
Ey welatem pût û latem pîrî xemgînî te me
Rencberî lawanî tû me,peykê mizgînê te me
Ey welatê min pût û latê min pîrê xemgînê te me
RênckêÅŸê lawê te me, peykê mizgînê te me
Gerçî kurdit pêm delên ‘bê dîn û gawir’ pêm xweÅŸ e
Dîn û îmanim tû wî men dîn û bê dînê te me
Kurd çendî li peyminbibijin ‘bê dîn û gawir’ bi min xweÅŸ e
Dîn û îmana min tu yî ,ez dîn û bêdînê te me
Em perîÅŸanî û zilet têk le iÅŸqê tû exum
Pêm delên em ÅŸat û dîn e, rast e men dînê te me
Vê perîÅŸanî û ziletê tev bo eÅŸqa te dixwim
Li dû min dibêjin ÅŸet û dîn e,rast e ku dînê te me
…………………………………………………
Tamî sebrem tamî sebr e tal û tûjî zor me xwar
Wa bi alem tal û tuj im çunkî ÅŸêrînê te me
Tama sebra min sebra te ye tal û tûjî zor me xwar
Weha bi alêmê tal û tûj im,ji berk u ÅŸêrînê te me
………………………………………………
Bes yekitî xweÅŸ divêtin da ku têk serbest bibin
Men be qurbanê sera û,ala rengînê te me!
Bes yekitiyek xweÅŸ divê,da ku tevserbest bibin
Ez bi gorî û qurbanê ser û ala rengîne me
Zilmî bêgane dibînim wa li xakî tû dibî
Åžuhretî dawe dielêm men Cegerxwînê te me(8)
Zilma bêsedem dibînim,ev li ser axa te dibe
Dawa rûmeta xwe dikim,ez Cegerxwînê te me(9)
Seyda, di helbesta ‘Zilmî Bêgane Debînim’ de, li hember neheqî û bêdadiya ku lê dibe de,
raste rast giliyê xwe digihîne welatê xwe; Kurdistan! û dibêje ‘ev zilm û tawanên ku li min dibin, li ser xaka te, ji bal xelkê te ve tê kirin!
BaÅŸ tê bîra min, di salên 70’yî de çi li Bakur çi jî BaÅŸûrê Rojava (Binxetê) hin kesan bi navtêdana hin derdoran Seyda mîna mirivekî ‘xirrbûyî’, ‘gawir’,‘ji rê’ û jidînderketî’ bi nav dikirin û bi vê yekê diçûn bi ser Seyda de!.
Lê, ew Cegerxwîn bû: Åža’irê welatekî bindest û gelekî jêrdest bû.
Û wî, xwe qet wekî mirovekî bindest nedît; di gel rewÅŸa heyî ya siyasî, olî û civakî a kurdan, pênc pere bi nêrîn û gotinên wisa nedan; bêtirs, raste ras rast bîr û baweriya xwe bi rêya helbestê radigihand civaka ku hêviya xwe bi welatekî azad û serbixwe ve girê dabû!
Dilêriya Seyda dilêriyeke bêpawan e.
Di dema mirina Faîk Bêkes de zilma ku lê dibe ji bîr dike; li dû Bêkes dibêje, ‘Bêkes tu ne Bê kes î!
Åžîna Bêkes
Eto Bêkes niye bêkes,kesit ew role û lawin
Kesit ew ÅŸox û ÅŸang û naz,û ew xuÅŸkên belek çavin
…………………………………………………………
…………………………………………………………
Emin wan nakesan nakim be kes bo xwe ,heval Bêkes
Kesim wa her de zindanan,dikrin hawar keç û lawin(10)
Ji helbestÅŸînnameya li jor zordiyar e, Seyda hewl daye ku bi soraniyeke nêzî kurmancî
ÅŸi’ira xwe lê bikê. Jixwe heta demeke nêz soranî û kurmancî ne di rojeva kurdan de bûn û ji devla soranî û kurmancî, ev zarav bi kurmanciya jêr û ya jor bi nav dibûn…
Wekî encam, wekî peyva dawî; qelemdarên kurmanc û sorî ketibûna pey liv û tevgera hozanvanên wekî Cegerxwîn û Koyî, îro du zarav, du zaravên sereke yên yek zimanî ji hev (ev çend) dûr nediketin; nedibûn sedemê gengeÅŸî û guftûgoyên ku îro tên kirin, û dê bêne kirin
28/07/2007/Amed
1. Kîme ez, Cegerxwîn, WÅŸ.Avesta.
2.Mem û Zîn,E.Xanî,WÅŸ.Hasad,Rp.60
3 .Em Zimanê Kurdî Binasin;WÅŸ.Ens.Kurdî ya Stenbolê,Rp.11-12
4. Mem û Zîn,E.Xanî,WÅŸ.Hasad,Rp.64
5. Kîme Ez, Cegerxwîn, WÅŸ Avesta.Rp.318-319
6. Kovara war,Jmr.3
7. Agir û Pirûsk,WÅŸ.Avesta,Rp 32
8. Agir û Pirûsk,WÅŸ.Avesta,Rp117
9.A.Arî
10. Kîme Ez,WÅŸ.Avesta,Rp.102
Ev nivîs di kovara W Jm.28 de derçûye
arjenari99@yahoo.com