Yekîitiya Xwendekarên Kurdistan ya ji hêla 75 xwendevanên serwextê nasnameya kurd û dilsozê çand û ziman û wêjeyê ve di 12-13ê sermaweza 1991’ê de tê damezrandin; sedem û armancên xwebirêxistinkirinê wiha eşkere dike:
“Li hemberî parçekirina gelê kurd, zextên li ser çand û zimanê me, di bin polîtîkayên asîmlasyonê, di jiyanek ku mafê mirovan tê binpêkirin û li welatekî ku têkoşîna azadiyê tê li dar xistin, xwendekaran xwe wekî berpirsyar û barkişêrê azadiyê, aştiyê û mafê mirovan xwe bi rêxistin bike û saziyekê saz bike…”
Di ser damezrandinê YXK’ê re bi qasî ku 17 sal derbas bûne/bihurinê; li Bakur, li Rojhilat, li Başurê Rojava li gel pinpêkirina mafên mirovan, mafên meşrû û rewa yên qewmekî li ser axa xwe niştecih û xwecih ku bi qedexekariyê re rû bi rû ye; di nava sînorên Tirkiyeyê de hatiye tixûbê mandelkirina zimanekî, çandekê …û heyîna wî qewmî bi xwe…
Ev qewm gelê kurd e.
Dewleta ku 80 sal e bi ‘lorîka’ ‘cudahiyên me dewlemendiya me ye’ ji xelkê xwe re diliorîne û kurdan jî dixwaze di xew ve bibe; bi heman ‘lorîkê’ welatên rojavayî, dewletên YE’yê dixapîne…
Rayedarên dewletê çi bibêjin bila bibêjin, ew di dil û mêjî û heldanên xwe de ji feresata xwe ya yek al, yek ziman, yek netew bi qasî serê derziyê nehatine/nayên xwarê!
Nîşaneya vê hişmendî û vê feraseta kone şorên Serokwezîr bi xwe ne:
- Yê ku necibîne bila terk bike!
Kî dê ‘telaqê’ kê têxe dest, zeman dê şanî me bide.
Kevirê pêşî yê ‘telaqê’ divê ku ziman be!
Di serdemeke ku kurd li hemû bajar û navçeyên xwe, li taxên xwe li sikakên xwe pêl bi pêl, gur û bi yek dengî perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin de li darketina Pêşbaziya Huseyîn Çelebî, bi dilêrî aldariya meşa berzkirina ziman e, daçikandina ‘kelama mewzûn li banê gerdûn’ e, hewla bi dest ve anîna jiyaneke bi rûmet e; peyrewî û berevaniya jiyan û jîngeheke azad e.
Bi qasî ku dibînim û dişopînim, yek ji gurtirîn tevgerên wejêyî zimanî ya xwedî rabirdûyeke ron û dahatûyeke bi pertew Pêşbaziya Huseyîn Çelebî ya Çîrok û Helbestan e.
Ev pêşbazî îsal 16 salî ye, û her sal li jêr navê Huseyîn Çelebî, bi beşdariya bi sedan pênûsên nû dibe qada ‘cirîda’ çîrok û helbestvanan.
Dil dixwest ku ev pêşbazî, tenê bi zimanê dayikê, bi zimanê kurdî li dar bikeve.
Kurd, wekî gelek babetên din di dabaşa ziman de jî hatine serê duryanekê: Zimanê serdestan, an zimanê zikmakî?
Ez bi xwe ne dijminê tu zimanî me; ji bilî wî zimanê ku min bi zimanê xwe desteser bike, darizine, bavêje heps û zindanan…û di bin navê perwerdeyê de min bike paçeke givaştî, riheke kefaştî, di canê min de tiştek nehiştî!
Ew ziman zimanê serdestan e.
Her ziman di destê xwediyê de gunehkar e, an jî bêriyê ji gunehan!
Ev gotin ‘Sînorên neteweyekî zimanê wî ye’ gotina Çekiyan e,!
Ziman bi qasî ku sînor û sersedên neteweyekî ne, ev çend jî girîngtirîn hêmana heyîn û mayîna qewmekî ye, û her wiha çand, huner, dîrok…û ayîna wî …
We neteweyekî lal, lalûke dîtiye?
Di her warî de ji hêla bindestan ve bikaranîna zimanê serdestan ne nîşaneya hemdemî û pirzimaniyê û ne ya pirçandîniyê ye…
Wextê qewirandina zimanê serdestan ji devê xwe, ji mala xwe, ji kolana xwe, ji navçeya û bajarê xwe hatiye û bihuriye.
Bi taybetî ji qada wejeya kurdî!
Bi hêviya serkeftirîn pêşbirkên di pêşerojê de…


