“Kêsekên di qirika desthilatdariyê de mane an jî kês bi desthilatdariyê anî ye?”
Helbestên Rêdûr Dîcle bingeha xwe li ser şopa ramyariyê û têkoşeriyê ava kiriye, rêber û pêşengên helbestên me ji fikr û hizirîna civakeke têkoşer û ramyarî zaye.
Helbet mirov di bin bandora civaka xwe û şerê gelê xwe de dimîne, loma jî pênûsa helbestvan di bin tesîra civaka xwe de maye. Dibe ku rasterast mirov bi xwe jî bi awayekî ramanî û hizirî di bîr û bibîrbûna vî tiştî de be, yanê hewce nake di bin bandora civaka xwe de jî bimîne.
Rêdûr Dîcle di bîr û bîrbira vî tiştî de ye, loma ramyarîbûn û têkoşerî teyîsiye ristik û qelema wî, hema hema di hemû rûpelên pirtûka wî a bi navê “Kêsek”ê de, gotin û risteyên ramyarî û têkoşerî sergovend e. Helbestên dijber desthilatdariyê ne, avakirina kêsekên hulkimandina desthilatdariyê ne. Hestên şexsî bêtirîn hestên civakî ne ristekên helbestên me, loma hunera Rêdûr Dîjle hunereke civakî ye. “Huner ji bo civakê ye, huner ne ji bo hunerê ye” di felsefeya helbestên Rêdûr Dîcle de.
Helbestên Rêdûr kêsekên dijber otorîteyane.Kêsekên di qirika desthilatdariyê de mayî û mayînde ne. Hestên gelekî (miletekî) di risteyan û di helbestan hatiye hûnandin. Esil helbestvan hestên xwe û ên civaka xwe mîna findekê û projektorekê teyisandiye. Neynika rewş û derûniya gelekî teyisandiye. Bi saya helbestên xwe hestên xwe veguheztiye ronahiya gelê xwe. Yanê helbestvan hest û ramanên civakek bindest bi şêwazeke zanyarî ravekiriye. Hebûn û têkçûnên gelekî hatiye xêzkirin li ser tabloyekê, hebûn û tunebûn, serrîrakirin û têkçûn, qetlîam û qirkirinên civakek bindest li ser kaxizeke birîndar hatiye xêzkirin, helbestvan bi helbestên xwe pêşengtiya civaka xwe ya bindest li ber çavên me raxistiye. Yanê "ji xwe”yê û ji “ez”a xwe û ji “min” a xwe bêtirîn li ser “em ê” rawestiyaye. “Em” ango civaka me ya bindest, lê belê nivîskar bi xwe jî ji civaka “em ê” ye, ji civaka bindest e, loma jî çiqasî behsa “em ê” kiribe jî, heman demê ew “em” a ku behs dike dîsa koka wê xwe digihêjîne “ez ê,” yanê talî nîvîskar behsa ez'eke emwarî dike, an jî em'eke ezwarî dike.
Di helbestê de helbestvan rola civaka bindest ji xwe re kiriye felsefeyek lê heman demê de barek e, barekî ku jidil e, belê di helbestên xwe de xwe ji dil ve destnîşan dike. Niqrîskên gelê xwe, niqrîskên hebûna gelê xwe û serîrakirinên wan, qehremantiyên wan di helbestên xwe de rêsandiye.
Em hin mînakan bidin ji helbestên xwe; “28 caran 28 Guernica, Pablo, heyra! em neviyên êşê ne kirdeya me Alan Kurdî, Geliyê Zîlan, zalimê Mussolonî, ha li Dêrsim, ha li Nanjing” û hwd em dibînin ku qirkirina gelekî bigre heta ceng û felata welatekî, geh bi hin mînakên biyanî destnîşankiriye, geh bi hin mînakên ku hatiye serê gelê xwe destnîşankiriye di helbestên xwe de. Loma helbestvan bi helbestên xwe xwestiye pêşengtiya êşa gelê xwe, hebûn û tunebûn û heyîna gelê xwe bike. Ji wer vê helbestên Rêdûr Dîcle Welatparêz û Gelparêz e. Çawa ku di helbestan de niqrîskên têkoşeriya hebûna gelekî bindest heye, heman demê de dîroka mîtolojiya gelekî û hem jî dîroka miletekî bindest hatiye xêzkirin.

Mînak in: “Zagros, Kawa, Dehaq, Mem û Zîn, Nînova, Kobanî, Şengal, Sûr û Cizîr, Kerbela... ” û hwd, di helbestan de şopên dîroka gelekî bigire heta şopên dema niha ên ku diqewime û qewimiye giş di tabloyekê de hatiye boyaxkirin. Yanê nivîskar ji bûyerên di dema niha bigire û heta serdemên kevnare giş di helbestên xwe de kiriye mijar.
Îcar ewqas mijar û îzm û kesên mîtolojîk û di dîrokê de pêşengên bi nav û deng çi erênî û çi neyînî, helbestê grîfît, tevlîhev û dijwartir nake gelo? Hinekî ji helbestbûnê dûr nakeve gelo? Mirov dibêje qey me re pexşannivîsekê dixwîne. Zêdeyî xwe, kesên bi nav û deng (çi erênî û çi neyînî), zanistî, dîrok, mîtolojî, bizav, hwd. yanê nivîskar li pê şopa zanistiyê ketiye, loma jî werîsê helbestê ji destê wî filitî ye. Ji ber vê sedemê ji helbestbûnê bêtir mirov dibêje qey me re gotareke dîrokî û ramyarî dixwîne. Di helbestên wiha de mirov tam tama hestan wernagire, ji ber ku ji hestan bêtirîn, rola êqil di dewrê de ye. Halbûkî kana helbestê ewilî hest e û paşê jî zanistî ye. Dema ku hest û zanistî bi hev re bikemile an jî kamil bibe a wê çaxê helbestên delal dertên hole. Di Rêdûr de zanistî serdest e, hest kêm e, lê ne ku tûmerî hest kêm e. Rêjeya hestan li gor rêjeya zanistiyê têkçûye. Zanistî desthilatdarî li Hestan kiriye di rostikan de. Loma tama gotareke dîrokî dide mirov. Halbûkî helbestvan zanistiya xwe destnîşanî xwendevên nake, divê xwendevan zanistiyê ji helbestê ji xweber werbigire an jî jê derîne. Ne ku em ji helbestan rasterast zanistiyên amade werbigirin. Belê zanistî an jî agahiyên amade di helbestê de tijî bû, loma jî hewceyî em jixweber ji helbestan zanistiyê û jîrbûnê derxînin nekiriye. Îcar ev tiştekî rast e an jî ne rast e ev jî pirseke helbet. Em mînakên ku helbestvan xwestiye zanistiya xwe destnîşanî me bike em hinekî ji berhemê bidin:
“Kawa, Akhilleus, Asklepios,Prometheus, Dehaq, Pablo Picasso, Futurizm, Kubîzm, Heraklitos, Sekularizm, Darwin, Boraboz, Homeros, La Fontaine, Skender, Ahmedê Xanê, Galilei, Hellac, Bruno, Mussoloni, Dêrsim, Nanjing, Ferîd Şevkî ez-Zimarî, Husên Xizirî, Charlie” û hwd gelo di helbestekê de ew qas tişt hebe ew ê çawa bibe helbest? An jî ew qas tişt hewcedar e an na?
Tenê dipirsim, ew qas tişt ew ê tesîra xwe çawa li herikbariya helbestê û tama wê bike gelo?
Di helbestê de divê em li dû zanistiyê kevin an jî divê em hestên xwe bi zanistiyê bixemilîne?
Em çawa bikin û divê helbest çawa be gelo?
Helbet divê di helbestan de û di berhemên din de zanistî hebe, ne ku tumerî tune be, feqet divê di rêjeyekê de be, Rêdûr Dîcle hinekî rêje derbas kiriye . Taliya talî helbestên Rêdûr Dîcle bi qasî ramyarî ye, ew qasî jî dîrokî û mîtolojîk in. Hem dîroka bihurîye, hem jî dîroka rojane ye. Di navbera dîroka rojane û ya borî ya kevnare de pirek avakiriye, agahiyên hişyariyê û hişmendiyeke hebûna miletekî li ber me raxistiye.
Divê hay ji dîroka xwe û dîroka mîtolojiya xwe hebe, divê hay ji mîtosa xwe hebe, tu ji ku hatiyî û tu aniha li ku yî, divê tu aniha li ku bî, hişyarî, zanistî, agahî, xwenasîn, xwebûn, hebûn, tunebûn, heyîn û jîndarî li dar xistiye bi saya ristikên xwe... qirkirina gelekî bi mînaka wêneyê Pablo Pîcaso destnîşankiriye, Guernica û Roboskî şibandine hev di helbesta xwe de, dîktator Mussolonî û dîktatoriya dewleta niha ne rasterast be jî şibandine hev, yanê Rêdûr bûyer û dîktator û serleheng berawirdî hev kirine û şibandine hev. Loma helbestên dîrokî, zanistî, zanyarî, ramyarî û mîtosîk in. Şêwazeke derbirîneke ramyarî ye a Rêdûr Dicle, helbestên me hema hema giş ji dîrokê dizê, kevirên qesra helbestên me giş ji dîrokê û mîtosê diwelide. Welhasil di helbestê de miijar klasîk e lê şêwaz ceribîneke nûjen e. Zimanê helbestê zimanekî ramyarîk û zimanekî “em'ê" ye. Loma Rêdûr Dîcle di ristikên helbestên xwe de gotiye “Huner ji bo civakê ye.”


