'Nan û Jiyan'ê bi Latînî bixwînin
Diyarname
Yekem berhema pexþan a behdînî/kurmancî “Nan û Jiyan” a Mihemed Emîn Osman ji Weþanên Avestayê bi alfabeya Latînî derket. Pirtûka ku yekem car di sala 1970’ê de hatibû çapkirin niha bi transkriptekirina Çekdar Aryan hat weþandin.
“Nan û Jiyan” yek ji berhemên avangard / pêþeng ê kurdî / kurmancî ye. Li baþûr3e Kurdistanê dema behsa edebiyat û rewþenbîriya kurmancî dibe, yek ji navên destpêkê ê ku tê bîra mirov Mihemed Emîn Osman e. “Nan û Jiyan”, berhema wî ya sereke ye û bi nav û deng e. Ev berhem yekem pexþana kurmancî ye ku li Baþûr hatiye nivîsîn û guldesteyeke çîrokên þanoyê ne ku kartêkirina folklora kurdî li ser heye. Kitêba ku vêga çapa wê nemaye, yekem car di sala 1970’yan de hatibû çapkirin û di radyoya kurdî ya Bexdayê de hatibû xwendin. Tekstên ku taybetmendiyên devoka behdînî di nav xwe de dihewînin û me eleqa zimanê wê nekiriye belkî xwendina wê ji bo xwendevanê bakur zehmet be lê belê heman demê de dê ev bibe delîveyek ji bo naskirina vê devokê û vî nivîskarê hêja.
MIHEMED EMÎN OSMAN KÎ YE?
Nivîskar Mihemed Emîn Osman di sala 1927’an de li Dihokê hatiye dinê. Wî, xwendina seretayî li Dihokê, ya amadeyî jî li Misûlê xilas kiriye. Ew ji bo xwendina Zankoyê diçe Bexdayê û li wê derê Fakulta Îlahiyatê xilas dike. Osman demeke dirêj li Bexdayê wekî fermanber dixebite. Di wê demê de li ser folklora kurdî xebatên girîng dike. Mihemed Emîn Osman di sala 2003’yan de wefat dike.
Berhemên wî:
- Nan û Jiyan, 1970
- Jiyan û Viyan, Çîrokên gelêrî, 1980
- Berhevkirina zimanê kurdî û Hind û Ewrupî, ziman, 1988
- Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Þîrove, 1990
- Hesedil Hemze, Dîrok, bi zimanê erebî, 1990
- Senfoniya Sehmê, Gotar, serpêhatî
- Sit û Ferxe, Çîrokên zarokan, 2001
Nan û Jiyan / Mihemed Emîn Osman / Transkripsiyon: Çekdar Aryan / Pexþan / 80 rûpel