“Helbest, di protestokirina xwe de xewna dinyayeke dê hertişt cihê bibe tîne ziman.(1) Yanê li gor Adorno helbest dinyayeke cihê destnîşan dike, helbet li gor Adorno ev dinya cihê bingeha xwe ji helbesta lîrîk werdigire. Yanê kesên lîrîknîvîs hinekî dijkolektîf in. Çîmkî dengê lîrîzmê dengê “ez”ê ye, ev “ez” dijjkolektîf e û li dijber bireserê tê pênasekirin û derbirînkirin. (2)
Helbestên Nûroj Mûnzûr jî hinekî lîrîk in û derbirîna der-binhişîn in. Di serî de bo helbestên Nûroj Mûnzûr em dikarin wiha bêjin, di helbestan de gotinên derbdayîn û hevokên bi tîn-bandor serî hildane. Hebûna têkoşeriya gotin û hevokan di helbestan de sergovendî gerandiye. Gotin û hevokên di helbestan de dibêjin em hene û em vedijîn. Wekî kelek û peroşiyeke hêrsoyîn û bêhna hestên sadîstîk ji hin gotin, hevok û risteyên helbestan tên, çimkî alav û gotinên talûke di helbestan de sergovendî kirine.
Di hin helbest û risteyan de helbestvan di veguherîna rihê xwe de li neynika xwe rast tê di vê neynikê de bi xwe re û bi dîtirbûna xwe re dikeve têkoşîneke bêhempa û dijwar. Hestên komkirî û yên zarokatiyê û bîranînan li ber teqînê ne û giş paşê di risteyan de diteqin û dixwazin biteqin û carinan jî di xwe de teqandiye. Her wekî din mija melankolîzmê, mirinê, tunebûnê û lîrîzmê xwe li hevok û risteyan rapêçane. Her wiha di hin helbestan de nivîskar li pê şopa xwe ketiye, li pê cinavka TU yê ketiye. Li pê rastiya xwe ketiye, çima ew qas hêrsbûye û çima ew qas TU yê bikartîne. Îcar ev Tu kî ye? Bav e, yar e, hezkirî ye, bira ye, şervan e, dê ye, kî ye gelo? An jî vana giş in? Helbet di helbestan de mijara bindestiyê û serdestiyê jî heye (Dema dibêjim bindestî û serdestî ez behsa miletekî tenê nakim, dibe ku di malbatekê jî heman tişt hebe, mînak in, Bav dikare desthilatdariyê li dê bike, bira dikare desthilatdariyê li xweha xwe û birayê xwe bike, heywanek dikare desthilatdariyê li heywanekî din bike û hwd), lê dîsa jî bi qasî mijara bindestiyê û serdestiya gelan neqişandiye ew qasî jî têkiliya serdestî û bindestiya şexsan jî hatiye vehûnandin....
Di gelemperiya pirtûka helbestên Nûroj Mûnzûr a bi navê “Bêrîkirinên Îllegal" de hestên hêrsoyîn û tund serdest in, çimkî alav û gotinên hatine bikaranîn di helbestan de piranî tundiyê û hestên hêrsoyîn di xwe de vedihebînin. Ji hin helbestan mînak in: ”Kêrekê di zikê wî rake, Tembûrek xwe dikuje, min ji meytan hezkir, îro salvegera dînbûyîna min e, li doşeka mirinê raza, min ê kerba xwe di serî de vala bikira, ez di eksa xwe de diteqim, peyvên min ta digirin, ji miriyekî re li xwe mikur têm, mêrikê poz-genî, siya hêrsên min hwd.”
Di helbestan de hevok û gotinên wiha tund û hestên hêrsoyîn tê de tijî bûn min tenê hin hevok ji her helbestan neqand bo ku em bikaribin helbestên xwe bi gelemperî rexne û analîz bikin. Helbet ev hevokên tund û hêrsoyîn sersebeba wan ji bêrîkirineke sadîstîk tê. Yanê ji ber bêrîkirineke zêdeyî xwe welew ji ber aciziyeke zêdeyî xwe riste, hevok û hin helbestên me veguhezîne hestên narsîstîk û sadîstîk û bi vê şêwazê hin helbestên me hatine tevnesazkirin. Nivîskar di helbestê xwe de kerba û nefreta xwe di ser kê de dixwaze vala bike? Çima salvegara dînbûna xwe destnîşan dike, çima peyv ta digirin, ev mêrikê poz genî kî ye ew qas qicix û nefretê jê distîne û dixwaze kerba dilê xwe di ser kê de vala bike? Îcar helbestvana me bêriya çi dike an jî ji çi qehiriye û ji çi diqehire ew qas bi hestên hêrsoyîn û sadîstîk bêjeyên xwe neqandiye û neqişandiye. Dixwaze kêrê di ser dilê kê daçikîne û dixwaze kerba xwe ji kê derxîne gelo? Ma ev hest ne hestên hêrsoyîk û sadîstîk in gelo? Çima meriv ji meytan hez bike, ma mirov ji meytan hez dike ev ne derûniyeke fetişîst û sadîstîk û psîkopatolojîk e gelo? An jî mabesta ku ji meytan hezkirin çi ye? Meytên şervanan e, meytên nasan e? Meytên malbatê ne, meytên dostan e, meytên kê ne ku helbestvan ji meytan hez dike? Heke hatibe vê radeyê dêmeg meytên pir û pir bi nirxdar e û hezkirin hatiye xwe di lûtkeya narsîzmê de xuya kiriye. Asas helbestvana me di navbera narsîzmê û sadîzme de pêlyaye. Helbet vana giş pirsên bêbersiv in. Lê ji bo ku meriv ji meytan hez bike divê teqez nêzîkatiyeke hevpar hebe an na bo çi meriv ji meytan hez bike? Encex meriv ji meytên herî bi nirxdar û pîroz hez bike? Hasilkelam di helbestan de her wiha têgeha zemên û cînavkên herî zêde hatibûn bikaranîn jî “ez û tu" bûn. Her wiha di helbestan de lêkera çûyînê jî têra xwe serdestî kiribû. Di helbestekê de divê tembûrek xwe dikuje helbet em dizanin ku ev tembûr di vir de metaforek e û mirov temsîl dike. Yanê mirovek xwe di vir de dikuje, îcar yê xwe dikuje kî ye nivîskar e an jî kesê nivîskar jê hez dike? Di helbestan de têgehên xwekuştin û mirinê serdest e, nivîskar reşbînî helbestên xwe neqişandiye. Bendemayîn, hêvî, hestên hêrsoyîn û yên tevlîhev di helbestan de tijî bûn. Carinan bi zimanekî tûj û serserkî û carinan jî bi zimanekî estetîk helbestên xwe neqişandiye. Bi şêwazeke lîrîk, hundirîn û hebûnwarî neynika hiş û binhişê xwe ji me re teyisandiye...


KENÊ TE
Tu dizanî
Îro jî
Hevalên te, tu ji min pirsîn
Di çavên wan de tu..
Û
Nizanim çima
Min jî tu ji wan dipirsî
Em di vê risteyê dibînin dîsa cînavka Tu yê hatiye bikaranîn, lê dîsa kesek mîna dostekî an jî birakî welew hezkiriyekî ji helbestvan hatiye pirsîn, kî tê pirsîn gelo? Lê di bersivê de dixuye kesê tê lêgerîn, pirsîn nexuyaye û nivîskar jî heman pirsê ji wan dike. Ev bêrîkirinekê destnîşan dike û bêrîkirineke ji dil e.
Îşev
Dayê
Tizbiya xwe
Ya çil û sisêyan jî bi dawî kir
Û
Dîsa
Yezdanê jor bê xew ma..
Bi te re ye
Morîkên çavên wê
Morîkên dilê wê
Di vê risteyê de em fêm dikin êdî dêyek li benda kurê xwe ye. Lê pirsîna cînavka Tu yê dêmeg dewsa kurekî wergirtiye? Çimkî divê “bi te re ye morîkên dilê wê û morîkên çavên wê” dêmeg morîkên çav û dilê wê bi kurê wê re ye...
*
Di dema bişirînên hîvronê de
Li benda te me
Piçûkê min..
Di vê risteyê de jî em dibînin dê ji kurê xwe re dibêje li benda te me piçûkê min, yanê dêyek li benda kurê xwe ye loma jî îhtîmal e ku cînavka di helbestan de serdestî dikir yanê Tu, dewsa kur de hatiye bikaranîn. Wekî em dizanin di gelê bindest e, pênûsa wan piranî êş û kul û birînên wan diteyisîne. Loma jî helbestvan di vir de êşa malbatekê teyisandiye dibe ku ev malbata helbestvan be û dibe ku malbateke din be, talî pênûs ev rastî vehûnaye û berbiçav kiriye.
HELBEST
Kê gotiye
Mirov, hebûneke nepen e
Sor digirîn
Û
Sor dikenin
Hemû bûnewer
Yên ku kenogirî ne
Dest bi xwekuştinê kirine
Di zikê dêya xwe de bê keys bûm
Loma jî
Ez behemdî anî me dinê
Dêya min
Ev helbest krîtîk e, çîmkî helbestvan bi hebûna xwe û bi hatina xwe ya dinyayê re şer û têkoşînekê berbiçav dike. Ev helbest helbesteke psîko-dînamîk û psîko-psîşîk e. Li gor Freûd psîşîzm bingeha wê xwe digihêjîne heyama zarokatiyê û raboriyê. Di van heyaman de piraniya tiştan tên qeydkirin, loma jî ya bi awayekî xewnî ya jî bi awayekî derhişî xwe diteyisîne pênûsa meriv. A helbestvana me jî xwe di pênûsa wê de daye der. Dibêje di zikê dêya xwe de bê keys bûm dêmeg tebatî nehatiye nivîskar, tim bêhizûriyeke psîko-dînamîk serdest bûye, çimkî dibêje ez bê keys bûm, yanê ne sabît bûye tim tim bi liv û tevgereke rihî tevgeriyaye. Loma jî dibêje ez bêhemdî anî me dinyê, heke bêhemdî be wê çaxê em dikarin bêjin helbesta me helbesteke derûnî ye û derûniyeke bixwehesandinê ye û ji ber vê bixwehesandina nivîskar, helbest veguheziye helbesteke psîko-psîşîk, yanê hêla helbestê a Psîşîk û rihî heye û serdestî li nivîskar û pênûsa nivîskar kiriye. Her wekî din dibêje sor digirî û sor dikene yanê di vir de sor têgeh, rengdêr û metefora welidandin û mirinê ye. Yanê hem jiyanê û hem jî mirinê temsîl dike. Çimkî di welidandinê de xwîn sor diherike û girî û ken heye, di mirinê de jî xwîn û girî heye. Du rastiyên jiyanê ne û dîyalektîka jiyanê diteyisîne. Loma jî ev helbest helbesteke derûnî, şexsî, rihîn, psîşîk e. Ev helbest mirin û jiyanê dinimîne. Welhasil di helbestên Nûroj Mûnzûr de a serdest gêreya şexsî û gêreya tu'yê ye. Helbestên me hem hêrsoyîk in û hem jî helbestên bêhna narsîstîk û sadîstîkê jê difûre. Lê sedema vê hêrs, narsîst û sadîzmê malbat û bindestî ye. Bingeha vê rastiyê ji vir tê û loma jî ji helbestên me bêhna psîkoanalîtîkê jê difûr e. Taliya talî helbestvan bi giştî helbestên xwe bi şêwazeke hundirîn a şexsî û zarokatiyeke bi gêr û têkoşîneke hebûnî veolandiye di neynika derhiş û binhişiya xwe de...
Çavkanî:
1,2) Edebiyat Yazilari, Theodor W. Adorno, Metis,


