Berî her tiştî dixwazim bibêjim, “Mala xwendevan û xemxurên zimanê kurdî ava be!” Piştî wê dest bi nivîsa xwe bikim.
Bi sibehê re em gihîştin Stenbolê. Ev cara duyemîn bû ku em ji bo fûara pirtûkan diçûn Stenbolê. Me ji termînalê taksî kirê kir û em gihîştin cihê xwe. Ji ber ku sala çûyî em rojekê berî ku fûar dest pê bike neçûbûn, hinekan mase û kursiyên me biribûn, îcar rojekê berî ku fûar destpêbike, em li wir bûn. Me maseyên xwe li hev rastkir in, rûber avêt ser û pirtûkên xwe danîn ser wan. Ji bo roja din her tişt amade bû. Em ji fûarê derketin û hatin mala mazûbanên xwe.
Roja ewil ya fûarê xerab destpênekir lê ne li gorî hêviya min bû. Heval û hogir diçûn û dihatin. Roja sisêyan li salona Marmara gotûbêja min hebû. Gotûbêj li ser destanên kurdî bû. Ew jî xweş derbas bû. Lê dixwazim li vir tiştekî bibêjim; di nav kesên ku hatibûn gotûbêjê de çend kesên bi kurdî nizanîbûn hebûn. Cemil Oguz wekî xocê xizir bi gaziya min ve hat û keda wî ket wê gotûbêjê. Tiştên ku min digot û pirsên wan yên ku min dibersivand wergerand. Mala wî ava be. Ew kesên ku bi kurdî nizanîbûn jî memnûn man.
Li vir dixwazim tiştekî din jî bibêjim ku ji bo min hêjayî gotinê ye. Divê mirov Cemil Oguz û Dawud Rêbiwar pîroz bike. Çi bername hebûn bi taybetî Cemil Oguz ew şopandin, hem berî bernameyan hem jî piştî bernameyan li ser wan nivîsand û haya xwendevanan jê çêkir. Ev divê were dîtin û pîrozkirin.
Em vegerin ser fûarê. Çend rojên ewil ne li gorî dilê me bû lê hêviya min qut nebû. Çar rojên dawî eleqeya ku min hêvî dikir hat cih. Her roj zêdetir bû. Roja şemiyê gihîşt tişta ku hêviya min jî derbas dikir. Wekî dixwestin heyfa rojên qels derbasbûye hilgirin, xwendevan li kurdî vehewiyan. Gelek kesên ku cara ewil ew ê pirtûkek kurdî bixwînin hatin û berhemên me stendin. Piştî ku saet hat û fûar qediya, ji ber ku di koliyan de pirtûk nemabûn me pirtûkên li ser maseyê mabûn jimart û çi çûye, çi maye me fêmkir.
Li Fûara Pirtûkan a Stenbolê, berhemên min yên ku xwendevanan ew stendin û hejmara wan ev in:
1. Mem û Zîn (Roman) 94
2. Feqiyê Teyran (Roman) 112
3. Siyabend û Xecê (Roman) 97
4. Tehar û Ziharê (Roman) 86
5. Kevnedostê Min Gumgumok (Roman-Werger) 18
6. Kuçeçîrok (Çîrok) 22
7. Gurzek Çîrok (Çîrok) 27
8. Bê Lome Be (Çîrok) 19
9. Kuyudaki Taş (Çîrok) 48
Bêşik ev ji bo nivîskarekî ne tiştekî ji rêzê ye. Hejmarek gelekî baş e. Bi qasî ku kêfa min anî ew çend jî min dixe binê bar. Binê barekî ku divê ez ji niha û pê ve bêtir bixebitim û berhemên xurtir ji bo wan amade bikim.


