Diyarname
9'emîn Festîvala Belgefîlman a Amedê FîlmAmed bi merasimek dest pê kir. Belgefîlmê li Rojava hatiye kişandin ê bi navê "Jinwar" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.
Şaredariya Peyasa Amedê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi hev re vê festîvalê li dar dixin. Merasima destpêkirina FîlmAmedê li Salona ÇandAmedê li dar ket. Mebûs û Hevşaredarên DEM Partiyê, gelek endamên saziyên siyasî û sînemahez di merasimê de amade bûn. Sakîne Jîr û Omer Şahîn pêşkêşvaniya merasimê kir.
Ji Komeleya Rojhilata Navîn Mîr Mustafa Baydemir li ser navê komîteyê axivî. Baydemir sînemager Sirri Süreyya Onder, Halîl Dag û Yilmaz Guney bibîr anî û gotina Guney 'Emê bi ser bikevin, miheqeq emê bi ser bikevin' anî ziman. Her wiha Baydemîr diyar kir ku Festîvala Belgefîlman FîlmAmedê heta niha bûye wekî dibistana sînemayê.
'HUNER AZAD NEBE, PÊŞEROJ AZAD NABE'
Dûre Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axivî û got, "FîlmAmedê hêviya pêşerojê tîne ba me. Ligel polîtîkayên kayûm û înkarê jî ev xebat didome. Ziman, çand û hunera gelekî ne azad be pêşeroja wê jî azad nabe."
Hevşaredarê din Cengiz Dundar jî sipasiya hemû saziyên piştgiriya vê xebatê dikin kir û got ku gelê kurd bi salan e li hemberî asîmîlasyonê xurt radiweste.
Piştî axaftinan hunermend Mehmet Atli derket ser dikê. Atla bi stranên wekî “Ay Lê Gulê”, “Pêşiya Malê”, “Şino Nîno” û yên din coş dan beşdaran.
Û düre belgefîlmê derhêner Nadya Derwîş ê bi navê "Jinwar" wekî belgefîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.
Jinwar li ser xebateke jinan hatiye kişandin ku li jin li Rojava gundekî ava dikin; li wir bi hev re dixebitin. Fîlm çîroka vê berxwedana cuda nîşan dide.
26 BELGEFÎLM TÊNE NÎŞANDAYÎN
FîlmAmed heta 30'ê mehê dê li dar bikeve. Her roj di navbera saetên 11.00 - 20.00'an de li ÇandAmedê wê çalakî hebin. Her wiha di van rojên festîvalê de 26 belgefîlmên hatine hilbijartin dê bêne nîşandayîn.
Va ne hemû belgefîlmên dê bêne nîşandayîn:
Bijarteyên Fermî yên Fîlmamedê
- 36 / Rêzan Mîr Ugurlu
- Rojnivîska Sirgunekî / Mert Guncuer
- Îsmaîlê Me / Fatin Kanat – Onder Înce
- Dêra Giragos Surp a Îkona Mezin a Dawîn / Eren Kahraman
- Kerboran / Berke Baş
- Firîngî Îsot Depresyon / Aybuke Avci
- Ezda / Halîme Akturk
- Antolojiya (Oto) Sansurekê: Ya Tê Dîtin Û Nayê Dîtin / Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyurt, Can Memîş, Sîbîl Çekmen, Nadîr Sonmez, Serra Akcan, Belît Sag
- Mala Min a Bedew Edene / Nagehan Uskan
- Habîbullah / Adnan Zandî
- Stêrka Li Sînor / Bêrîvan Saruhan
- Meşa Irîs / Burcu Guler
- Jînwar / Nadîa Derwîş
- Li Ber Siya Spîndarê / Kenan Dîler
- Li Dengê Azadiyê Da / Zaînap Entezar
- Xewna Rojîn / Serwa Alîveîsy
- Wekî Bayê Bê Ax / Borhan Ahmedî
- 5 Deqîqeyên Dawîn / Şehram Maslakhî
- Bîra Sûrê / Azad Altay
- Sirgun Tu Carî Naqede / Bahar Bektaş
- Rengê Kevir / Tugba Yaşar
- Xurbeta Sêyemîn / Medîha Guzelgun
- Demsala Tirî / Ebrahîm Hesarî
- Yîbo / Şukran Demîr & Ozgur Unal
Bijarteyên Nîşandanê yên Fîlmamedê
- Dahomey / Matî Dîop
- Xana Nû / Bîngol Elmas
- Fîlmekî Fedaiyan / Kamala Aljafarî
- Welatê Azveriyê / Carol Mansour & Muna Khalîdî
- Di Navbera Zerafet û Şîddetê De / Şîrîn Bahar Demîrel

Mebûs û Şaredarên DEM Partiyê li merasimê amade bûn.


Hunermend Mehmet Atli bi stranên xwe temaşevan coşandin.

Sakîne Jîr û Omer Şahîn pêşkêşvaniya şevê kir.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Belgefîlmên ku dê li FîlmAmedê bêne nîşandayîn diyar bûn


