logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Haydar xoce

  • Dîrok: 20/12/2021
Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de bi hîndekarê xwe yê zanîngehê Stefan Gaitanitis re ji bo hospîtasyonê çûbûm bajarê Munchenê. Hîndekarê min ê sereke bû. Di salên şêstan de ligel malbata xwe ji Yewnenistanê hatibû Almanyayê. Ciwaniya xwe li Munchenê derbas kiribû. Piştre jî bûbû akademisyonekî navdar ê pisporê entegrasyonê.
Têkiliya min pê re gelekî xweş bû. Mirovekî vekirî û haya wî ji dinyayê heyî bû. Xwediyê fikrên ilmî yên bi bandor bû. Serkêşekî teoriyên babeta entegrasyonê bû. Li ser siyaseta Almanyayê ya entegrasyonê jî bi bandor bû.
Rêya min a dirêj a bi hîndekarê min re ya ji Frankfurtê ber bi Munchenê ve berdewam dikir. Bi tesadûfî mesele hat ser xebatên wî yên dawiya salên heftêyan û destpêka salên heştêyan. Behsa keda xwe ya wê demê ya di vekirina komeleyeke kurdan de ya li bajarê Munchenê kir.
Dema hîndekarê min behsa wan salan û hebûna komeleyeke kurdan kir, kelecanê ez girtim. Ji ber min dest bi lêkolînên derbarê dîroka komeleyên kurdan ên li  Almanyayê kiribû. 
Bi gotinên wî re hate bîra min ku wan salên ew behsê dike nivîskar Haydar Işik li Munchenê serkêşiya komeleyeke kurdan a girêdayî Komkarê kiribû.
Min yekser jê pirs kir ka gelo tê bîra wî ku kesekî bi navê Haydar Işik serkêşiya wê komeleyê kiribû. Hinekî fikirî. Piştre ji çavên wî diyar bû ku hate bîrê û got: "Rast e, Haydar hebû lê paşnavê wî nayê bîra min…"
Belê, ew Haydar ê wan salan ciwan û serkêşiya civaka kurd a li Munchenê kiribû, nivîskar Haydar Işik bi xwe bû. 
Piştî em gihan bajarê Munchenê, min telefon da Haydar xoce. Dû pirskirina halê wî, min got: "Xoce, hevalekî te yê ciwantiyê li cem min e!” Ew jî matmayî mabû... 
Tesadûfeke gelekî xweş bû. Zêdeyî sî salan bû ku haya wan ji hev çênebûbû. Ne yekî dizanî yek bûye profesor û ne ji yê dî dizananî yê dî bûye nivîskar. 
Me civana hevdîtinê danî û roja dî me hev li restoranteke li nava bajarê dît. Kêfxweşî ji rûyên wan dibarî.  Lê yê herî bi kelecan ez bûm. Min hîndekarê xwe yê jê hez dikir û nivîskarê ji ciwaniya min û pê de li ber dilê min ezîz bû anîbûn cem hev.
Bi taybetî ecêbmayîn û kêfxweşiya Haydar xoce keyfa min anîbû. Nizanim, dibe ji ber çavdêriyên min ên derbarê wî de jî bin; min her car xemgîniyek di rûyê wî de didît. Temenek li sirgûnê derbas kiribû. Bi hesreta Dêrsimê dijiya. Ji rewşa kurdan a navxweyî herdem bi gazind bû…
Haydar xoce yê min nas kirî, wekî şexsiyet, mirovekî nefsbiçûk bû. Dêrsimiyekî dilfereh ê keda wî gihabû milet, siyaset û rewşenbîriya kurdan. Xwedî vîzyon bû. Xemxurê her çar parçeyên welêt bû.
Nivîskarê romana “Der Agha aus Dersim” Haydar Işik ê ez behsê dikim, dû pêvajoyeke dirêj a tedawiya nexweşiyeke giran, vê hefteyê ji vê dinyayê koça dawî kir û xatir ji me xwastin. Oxir be Haydar xoce!
***
Nûçeya Eleqedar:
- Nivîskar Haydar Işık mir 
 


Hin Nivîsen Nivîskar

Kurdên Höchstê

  • 26 Sibat 2008

Zekî OzmenHöchst i. Odenwald bajerekî Almanya yê li eyaleta Hessenê ye. Digel ku hejmara şêniyan ji 10 hezarî derbas nabe jî, bi sedan kurd jî li wir û li gundên...

Kirasê kurdî êdî li nifşê nû teng tê

  • 08 Gulan 2019

Berî bi salan cara ewilî çûbûm Amedê. Pêşiya hingî jî bi rojekî li Stenbolê bûm. Wekî piraniya xelkê wêneyekî Amedê yê...

Ji gelek aliyan ve li Almanyayê rewşa vîrûsa koronayê

  • 30 Adar 2020

Heke li welatekî karesateke xwezayî pêk were, çav hemû dizîvirin ser dewletê. Heke dewletê pêşiya karesat pêk were şaşiyên mezin nekiribin û piştî...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demirtaş: Kes nebirine nexweşxaneyê

ad

Pêkhateyên Rojava ji bo rêveberiya demî civiyan

ad

'Tîma Fezayê' bû şampiyonê Almanyayê!

ad

Peykerê Esxer Reşîd hat çêkirin

ad

Maçên yekemîn ên Lîga Şampiyonan hatin lîstin

ad

Cenazeya Esma Ocak hat definkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname