logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Çi bi rockvanê kurd Mirady hat?

  • Dîrok: 25/05/2008

 

Mirady di sala 2006’an de bi albuma xwe ya bi navê ‘Xemname’ tevlî cîhana muzîka kurdî bû û dengekê nû li muzîka rock a kurdî zêde kir. Min ew cara yekem bi klîba wî ya bi navê “Baranek” nas kir ango dengê wî bihîst.
Ji ber deng, muzîk û stîla wî zêde kêfa min jê re hat, min li Almanyayê ji gelek cihên firoşgehên cd û kasêtan pirsa albuma wî kir lê belê peyda nebû. Dûre hinek hevalan ji bo min li welêt xwestin peyda bikin lê belê dîsa nehat peyda kirin. Di dawiya dawî de hevalekî ew berhema Mirady li Amedê peyda kir û ji min re bi rê kir. Bi wî awayî mirada min hat cih û kefte-lefta min encam da.
Ez li bendê bûm ku Mirady di demeke kurt de nav vede û bi nav û deng bibe. Mixabin heta niha wisa çênebû. Ji bilî car caran weşandina klîba wî di tv’yê de, min nebihîst ku ew beşdarî festîvalan bûye û ne jî konser daye. Belkî beşdarî çend çalekiyên wisa bûbe û min nedîtibe lê belê wekî encam ez li benda populerbûna wî bûm.
Bêguman sedemek jê ew e ku çanda muzîka rockê hê li cem kurdan neafiriye lê belê nizanim çima, ez giyaneke motîfên kurdî yên veşartî di rocka Mirady de dibînim. Bi hêvî me ku ji vir pê de Mirady jî mîna stranbêjên kurd ên din yên rockê çêdikin were nasîn.

Kurmanciya stranên Ferhat Tunc û Kardeş Turkuler
Cihekî taybet ê hunermend Ferhat Tunc û ya Kardeş Turkuler di nava kurdan de heye. Ez naxwazim dûr û dirêj behsa Ferhat Tunc û Kardeş Turkuler bikim û dixwazim bi kurtî behsa kurmanciya stranên wan bikim. Dema ez li kurmanciya stranên Ferhat Tunc û Kardeş Turkuler guhdarî dikim, ez bi xwe tişteke zêde ji wan fêm nakim. Her wiha piçekî matmayî dimînim ka gelo berî ev stranên xwe yên kurmancî bixwînin qet hewl dane ku gotinên stranê rast bilêv bikin. Ev pirsgirêk di nava gelek stranbêjan de heye û gotinan çewt bilêv dikin lê belê ya Ferhat Tunc û Kardeş Turkuler car caran piçekî ji mehnê dibûre.
Di vî warî de ezê xwe negirim û vê jî bibêjim: Çarnewa di vî warî de hêjayî xelatdayînê ye. Ji ber di stranên wan ên bi her sê zaravayan jî her dem diyar dibe ku hewldaneke taybet ji bo rastbilêvkirinê dane.

Stranbêjên kurd ên ji kurdan re bi tirkî distrînin
Piraniya guhdarvanên hunermendên mîna rehmetiyê Ahmet Kaya, Ferhat Tunc û Servet Kocakaya kurd in. Her sê stranbêj jî bi tirkî distirên û bi xwe hem kurd in û hem jî kurdbûna xwe vekirî dibêjin û mîna çend kesên din înkar nakin.
Gelek stranên wan hene ku hêja ne bibin kurdî. Çarnewa di vî warî de xebatek baş kir û straneke Ahmet Kaya wergerand kurdî û gelekî hate ecibandin. Hewldanên Rojîn jî çêbûn û wê jî straneke Sezen Aksu (digel ne kurd e jî) wergerande kurdî û vekirî bibêjim: Wekî kesekî zêdê ji muzîka Sezen Aksu hez dikim, bi wergera wê stranê hem kêfxweş bûm û hem jî min zewqeke mezin jê girt.
Ev jî yek ji hêviyên min e ku di demeke kurt de stranên van stranbêjên kurd yên me bi tirkî hez kirî, bibin malê muzîka bi kurdî. Bêguman dê tehma wê jî wekî wergera Çarnewa ya strana Ahmet Kaya di qelîteya muzîkê mîna ya orjînal û wergereke tekûz de veşartî be.

zekiozmen@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

“Festîvalên li welêt ji ya li Almanyayê pir cuda ne”

  • 11 Rezber 2008

Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman...

Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû

  • 26 Sibat 2017

Mirov gelekî li ber mirina stêrên ragihandinê, nivîskar û hunermendên ku mirov ji wan hez dike dikeve. Lê belê dema ew kes nas bin, xemgîniyeke mezintir e. Li ser...

Ev jî siyaseta me ye…

  • 25 Berfanbar 2008

Ez di jiyana xwe de kêm caran hem bi heman nûçeyê kêfxweş bûme û hem jî matmayî mame. Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Yeko Ardil ya di 23.12.2008’an de...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Di serdema Tanzîmatê de eşîrên koçber ên kurd'

ad

'Beauty and the Beast' rekor şikand

ad

LEWergerek nû hat

ad

Rêveberiya Xweser ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê biryarên nû dan

ad

200 rewşenbîrî banga ‘ewlekariya hilbijartinê' kir

ad

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname