Diyarname
Rewşenbîr û nivîskar Haydar Işik ku bi salan e li Almanyayê dijiya îro canê xwe ji dest da.
Haydar Işik roja 1'ê rezbera 1937'an li Nazîmiyeya Dêrsimê hatiye dinê. Işik piştî xwendina xwe li Mûş, Dêrsim û paşê li Îzmîrê mamostetî kir. Dema li wir bû di sala 1974'an de Dibistana Bilind a Dermankarî ya Zanîngeha Egeyê xwend û temam kir. Heman salê koçî Almanyayê kir û ji wê demê de li Almanyayê dijî.
Işik bi taybetî li ser dîroka Dêrsimê û li ser elewî, her wiha li ser beşên din jî gelek pirtûk nivîsandin. Hin pirtûkên wî ji bo almanî jî hatin wergerandin.
Hin pirtûkên wî ev in: "Dersimli Memik Aga", "Dersim Tertelesi", "Şerkoy’dan Selahaddin Eyyubiye", "Bitlis Beyi Abdal Han", "Almanya’da Yitenler", "Multeci Munzur", "Arevik", "Şafagi Beklemeyecegiz", "Xecê’nin Dersim Kefareti", "Son Siginma".


