Sal û demsal wekî zîzokê dizîvirin û derbas dibin. Hişê te bûye wekî dîwarê ku sewaxa wî jê weşiya be û ji ber salên ku di ser re bihurîne reng pê ve nema be.
Wext ji wextê fedî nake û jê dixwe. Hew te dît ku tu di nav salan de çûyî. Wextî emrê te bigihêje nîv esrî çi ket destê te?
Ne tu tişt jî.
Çawa derbas bû?
Wekî avê. Xweş nexweş ji dest çû.
Ka dê û bavên te?
Xewnek e! Yê ku ew veşartin jî bi axa sar hatin veşartin. Werhasil ev dinya ji kesî re namîne. Tu jî dilê xwe pê xweş neke û li ber tiştên ku tu nikarî rê li ber bigrî jî nekeve. Li vî welatê ku kî zêde bixebite tim ji nêza dixewire tu li bûyerên ku diqewimin heyirî yî. Dîsa tu xwe li ber tiştinan dixî û xewê şevan li xwe diherimînî. Binêr wextî hezîran demsalek nuh bi xwe re bîne û bibêje, “teq teq teq” li deriyê te bixe û bibêje, “dema te bi xêr ez hatim.”
Ma ka çi ji destê te tê?
Ne tu tişt jî. Qey tuyê nebêjî, “na wê de her ez te qebûl nakim.” Wê bibêje, “ez hatim” û wê bê. De tu ew mêra bî nehêle ha!
Erê her çiqasî tu hê lê bifikirî bê ka tu bibêjî, “tu bi xêr hatiyî yan na” ew tê bi cih dibe û hêdî hêdî deriyê xwe ji dinyê re vedike. Ku ew deriyê xwe vedike hewayeke germ jê difûre û li ser te datîne.
Erê hê ew germa ku hûn jê ditirsin ya ku hesin dihelîne rûyê xwe neavêtiye ser we.
Lê te û bavê feqîran niha li deriyê hev xistiye û hûn dikin hevdu biezimînin.
Ku beriya Mêrdînê zer bû, genim û ceh seridîn û şalikên nîska qirçîn ji wan hilat wê gavê havînê berê xwe daye te.
Wextê xwe li wexta paliyê girtiye û ber bi wê ve dihere. Tu vî çaxî tim li gund bûyî. Haziriya paliyê û paleyan dihat kirin. Hew te didît ku di nav gundê te de qirimên ku dişibiyan nikulê leglegan li ser piyê zilamên ku xwêdanê di nav qolincê wan re avêtibû xuyanî dibûn.
Qefle bi qefle dihatin.
Ji şeveqê heta ku tarî diket erdê dixebitîn.
Xweşikî pariyek nan nedixwarin û tasek ava paqij bi destê wan nediket. Lê ku çayê bi destê wan ketiba karibûn bi çaydanan vexwarana!
Bi hêviya ku karibin çend qiruşan qezenc bikin û herin nav zarokên xwe, bi rojan dixebitîn û tevlî wê xwêdana xwe radiketin.
Ku dixebitîn li kêlekên hev rêz dibûn. Serpale dida pêş, yê din jî didan dû wî.
Bi teqil, bi duzen dixebitîn. Ji bo tahde negihêje yê kêm û qels serpale xwe eyar dikir.
Carinan diavêtin berhev û diketin qayişê. Halan di xwe de hildidan û dibû hele hela wan. Qirimên wan diçû û dihat û zevî didan ber xwe.
Devê te ji hev diçû û tu lê diheyirî bê ka çawa mirov dikarin ew çend bixebitin. Bê ew qawet ji ku tê.
Qey ne wilo ba nikarîbûn serî bi germê, bi betilandine û bi hesretê re derxistana.
Dûre ew ji gund diçûn û gund xalî dibû.
Lê bêdengiyê zêde nediajot, îcar jî dora kişandina nîska dihat. Erebe li dû erebeyê dihat li bênderan rûdibûn.
Gund di nav komê bênderan de winda dibû.
Pêşî we bênderên xwe bi cerceran hûr dikir. Dûre we bêndera xwe li ba dikir û we tenê xwe radikir dibir.
Paşê patoz hatin gund. Ji hênkahiya êvarê ve hûn dixebitîn hetanî ku roj qamekê derketa û qenc tîna wê çêbiba. Hûn ji hal de diketin. Ji bêxewî hûn gêj dibûn. Laşê we ji toz û kayê xur diketê. Destên ku wergî bi doxê melêvan digirt dibûn peq û diqelişîn.
Na min nedixwest ku ew zilam û serpêhatiya wan her du jinan bê bîra te. Lê ji nişka ve tu dibînî ku zilamek, jina xwe û jinbira xwe ji dêvla heywên dixe cercerê û bi wan gêrê dike. Carê wan dide ber qarmiçiyan û dibêje, “De ha! Çima hûn pevnaçinin?”
Kêl li birînên te vedibin dîsa.
Zilma zilêm, hukmê zilêm, pepûkiya jinê, belengazî û nezaniya jinê, qonaxên ku civak tê re derbas bûne û adetên wê te difikirîne.
Belê havîn tê.
Belê bavê feqîr û fiqaran tê. De qey rast e, yan na wê çima bigotana?


