NAVENDA NÛÇEYAN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, di roja 48'an de li başûrê Girê Spî û Silûkê bi pêşveçûna hêzên YPG/YPJ'ê yên Cizîr û Kobanê dewam dike.
LI BAKURROJHILATÊ AYN ÎSA 4 GUND Û GUNDIKEK HAT RIZGARKIRIN
Navendê diyar kir ku hêzên Kantona Cizîrê duh li bakurrojhilatê Eyn Îsa derketine operasyonê û di encamê de embareke genim a li gundê Elî Beceliyê yê 8 km li bakurrojhilatê Eyn Îsa ye, xistine bin kontrola xwe. Navendê da zanîn ku li vê herêmê gundikek jî ji çeteyan hatiye paqijkirin, lê der barê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.
Navendê got, "2 hevrêyên me yên di serketina vê operasyonê de roleke girîng lîstin, di şerê li nêzî embara genim de gihîştine şehadetê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete, li gundê Til Hemama Tirkmena xwestine bi maşînek teqemenî barkirî êrîşê bikin û di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de maşîn ji dûr ve hatiye teqandin. Li gorî daxuyaniyê, 2 çeteyên di maşînê de hatine kuştin. Navendê diyar kir ku ji ber dijwariya teqînê 2 hevrêyên wan birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li heman eniyê 4 gund ji çeteyan hatine rizgarkirin.
LI BAŞÛRÊ GIRÊ SPÎ 12 GUND HATIN RIZGARKIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên Kantona Kobanê ji başûrê Girê Spî ber bi bajarokê Ayn Îsa ve bi pêş ve çûn û wiha hat gotin, "Di operasyona duh bi şev de gundên bi navê Şêradê, Eglik, Hoşên, Şerdik, El Manad, El Imad, Masura, Xalidiyê, Sersûh, Ewidiyê, Ewidana yekemîn û duyemîn ji çeteyan hatin paqijkirin."
BAJAROKÊ EYN ÎSA Û LÎWA 93 BI TEMAMÎ JI ÇETEYAN HATIN PAQIJKIRIN
Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê yên li ser heman xetê bi pêş ve diçin baregeha Lîwa 93 duh bi şev dorpêç kirin û îro danê sibehê bi temamî rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî vê serketinê hêzên YPG/YPJ'ê berê xwe dane bajarokê Ayn Îsa û danê nîvro bajarok bi temamî ji çeteyan paqij kirine. Bajaroka Eyn Îsa 55 kîmoletre dûrî Reqayê ye.
Li gorî daxuyaniya YPG'ê, di operasyonên li vê eniyê de 6 maşîneyên leşkerî û maşînekî doçka 23,5mm lê barkirî hatin rûxandin, 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û tevî 9 termên çeteyan, 7 kleş û 6 roketavêja B7 hatine desteserkirin.


