Di jiyanê de belkî ji tiştên bi keser jê yek jî ev e da gotina însan tune be, an jî însan ne xwedî gotin be! Bi destxistina gotinê jî ne hêsan e, rê û rêçik, ked, xwêdan a herî girîng jî biryarê dixwaze. Hesas e jî gotin, belê bi qasî Pira Siratê. Hela hela di nivîsê de gotin êdî dibe barekî giran. Lewre têkiliya gotin û ‘maf’, ’dad’ê jî têkiliyeke ne ji rêzê ye. Na, helbet bi wî qasî jî şîrîn e, sivik e, nazdar e, dilşadî ye. Bi şertê ku ser û binê gotinê ne ‘hûn’ bin an jî ne ‘ez’ bim an jî ne ‘ew’ bin belkî jî ne ‘em’ bin… Bi şertê ku gotin bi xwe, gotin be.
Wextê însan li gotinên hatine gotin dinihêre careke dî bi kumikê xwe digire…. Wextê însan li hin gotinan dinihêre îman diçike.
Çi wext bêhn li însan diçike? Helbet wextê gotin nîn e, an jî baskokî ye, an jî mîna kerengperekî ye, an jî bê çêj e, an jî stûr e, an jî ne dilînî ye û ji warê hiş der tê… Gotina herî bêtirs jî ew gotin e da bi dû dikeve gotineke dî biafirîne. Helbet gotina ku gotinê dikuje bi bîra we hat…
Di wextekê de kesekî diçe bajarekî. Piştî dagerînê jê dipirsin:
“Tiştên te xwarin noşîcanê te bin, de bêje, te çi dît, çi nedît, tu çû ku?”
Camêr navê bajarekî dibêje nema navê bajarên din bi bîr tîne:
“Ez çûm ewkê, ji ewkê çûm ewkê, ji wê derê jî em dîsa çûn ewkê…”
Kesekî din bi hawara wî de tê:
“De bi ser de meçin. Ew heya bazarê(yekşemê)dizane bijmêre:
Înî, şemî, bazar û çik!”


