Enqere
DTP, xebatên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka kurd de didomîne. Vaye bernameya DTP'ê.
DTP piştî Meclis bikeve betlaneyê di 3 û 5'ê tîrmehê de bi armanca nirxandina xebatên 2 salan bi beşdariya tevahiya parlementeran dicive.
DTP di navbera 9 û 15'ê tîrmehê de jî di bin serokatiya Hevserokên DTP'ê de meşa "Bangawaziya Aştî, Demokrasî û Çareseriyê" li 6 bajaran (Stenbol, Edene, Riha, Wan, Êlih û Amedê ) li dar bixe. Li gorî fermana hatiye şandin Hevserokên DTP'ê di 9'ê tîrmehê de li Stenbolê, di 10'ê tîrmehê de li Edeneyê, di 11'ê tîrmehê de li Rihayê, di 12'ê tîrmehê de li Wanê, di 13'ê tîrmehê de li Êlihê û di 15'ê tîrmehê de dê li Amedê be. Di talîmatnameyê de hate daxuyandin ku meşa li Amedê dê wekî fînalê be.
Her wiha bi beşdariya 99 şaredar û 9 serokên meclisên giştî yên bajaran dê li Amedê civînek bê li darxistin û daxwazên kurdan ên ji vir derketin bi riya 8 şaredaran dê ji Serokomar, Serokwezîr û Serokê Meclisê re bên ragihandin.
Li gor bernameyê, 99 şaredar, serokên Meclîsa Şaredariya Giştî yên 9 bajaran, di 7'ê tîrmeha 2009'an de roja sêşemê bi awayekî girseyî dê ji Amedê werin rêkirin. Heyeta Şaredarê DTP'ê û serokên Meclîsên Giştî yên bajar, di 8'ê tîrmeha 2009'an roja çarşemê di saetên sibê de dê li Amedê kom bibin. Ev heyet di nav xwe dê 8'ê şaredarên bajaran hilbijêrê û dosyaya "Aştiya bi Rêmet û Çareserkirina Pirsgirêka Kurd" dê bibin Enqereyê.
Heyeta 8 kesî ku dê berdevkiya wê Şaredarê DTP'ê yê Amedê Osman Baydemîr, Şaredara DTP'ê ya Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Şaredarê DTP'ê yê Sêrtê Selîm Sadak, dê bikin. Dosyaya ku daxwazên "Ji bo pêvajoya bêçalaktiyê dûalî be û vegere agirbesta mayînde be, lazime rêyên axaftinê bên vekirin û ji bo pêvajoya aştiyek bi rûmet were destpêkirin pirsgirêka kurd vegere çareserkirina bi bîngehîn" dê li Enqereyê bidin Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul, Serokwezî û bidin Serokatiya Meclîsê.


