logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

Li ser Rojava ji her alî ve notên îro

Piştî ku Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump biryara vekişîna leşkerên xwe ji herêma Rojava û

  • Dîrok: 07/10/2019
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Piştî ku Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump biryara vekişîna leşkerên xwe ji herêma Rojava û bakurê Sûriyeyê da û îro leşkerên DYA'yê yên li Girê Spî vekişiyan nîqaş geş bûn.

Ji aliyê kurdan, aliyê Tirkiye û aliyê DYA'yê ve îro çi qewimî? Me ew dan hev.


Aliyê Tirkiyeyê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: "Piştî êvarê axaftina me (qala bi telefonê axaftina ligel Trump dike) wekî birêz serok jî got bi paş ve kişandin didome. Li vir ligel muxataban xebat didome. Ev ne tiştek nû ye, paşeroja wê heye. Birêz Trump ferman dabû, fermana vekişînê dabû. Lê ev hatibû derengxistin. Biryara me ya ku me daye heye. Me gotibû şevek ji neşke ve emê bên. Biryardariya me didome. Ne mimkûn e em tehdîdên rêxistinên terorê qebûl bikin.

Serokê Beşa Ragihandina Serokomarê Tirkisyeyê Fahrettin Altun jî got ku êdî ew nikarin deqeyek jî bisekinin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî ji ser twittera xwe re nivîsî ku ewê "herêmê ji terorîstan paqij bikin û ewlehiya welatê xwe saz bikin."

Di nav hemû dengên nijadperest ên tirk de dengek cuda jî hat: Wekîlê Serokê Koma CHP'ê Engin Ozkoç ji ser twittera xwe de wisa nivîsî: "DYA ji bo Tirkiyeyê qadek ku sînorên wê nediyar e vedike. Wan û Yekîtiya Ewropayê DAIŞ'iyên ku paqij nekirin ji bo me dihêlin. Niha divê neyê ji bîr kirin ku ji gelek enî ve em di bin tehdîdê ne. Ji bo îtîbara xwe ya siyayî divê Mehmetcîkên me yên leheng ber bi avzêlka Rojhilata Navîn ve neyên dehfdan."

Berdevkê CHP'ê Faik Oztrak jî got ku rêya herî kurt a aştiya li Sûriyeyê di navbera Enqere û Şamê de ye. Ew dixwazin Tirkiye û dewleta Sûriyeyê li hev bikin. Oztrak got ku hikumeta Tirkiyeyê ligel DYA'yê peymaneke veşarî li ser DAIŞ'ê di navbera xwe de saz kiriye.


Aliyê Kurdan

- Li Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat bi hezaran kes hatin ba hev û meşiyan. Li Til Hemis ku girêdayî Kantona Qamişloye jî bi hezaran kes meşiyan

- Li Til Helefê Serêkaniyê jî bi hezaran kes hatin ba hev û ber bi Til Erqem ve meşiyan ku Hêzên Koalîsyonê li wir hene. Gel biryara vekişîna Hêza Koalîsyona Navneteweyî şermezar dike.

- Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Îmad Serêkaniyê got ku ew pişta xxwe nadin DYA yan jî hêzin din û got "Bila hemû dinya bizane ku ger êrîşê herêmê bê kirin dê şerê cîhanê derkeve. Em tehdîdan cidî dibînin: Êrîşek li hemberî herêma me bê kirin emê herêma xwe û gelê xwe biparêzin."

- QDS'ê ragihand ku bi piştgiriya Rusya rejima Sûriyeyê xwe amade dike ku leşkeran bişîne Minbicê. 

- Qonseya Sûriyeya Demokratîk (QSD) got ku DYA'yê pelwira xwe naniye cih û got: "Em bang li gelê xwe yê kurd, edeb, suryanî, asûrî dikin ku bibin yek û li hemberî Tirkiyeyê mafê xwe yê rewa bikar bînin û welat biparêzin."

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) banga seferberiyê li gelê kurd kir. KNK'ê got ku her kurd li ku derê dinyayê dibe bila bibe bi riyê seferberiyê, bi çalakiyan xwedî li Rojava derê.

- Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku Tirkiye ber bi kêmîneke kûr ve tê kişandin û got ku hemû hêzên alîgirên aştî û demakrasiyê yên Tirkiyeyê divê li hemberî vê gava îtîfaka AKP-MHP'ê bisekine. HDP'ê got ku em hemû bi hev re dikarin vê bidin sekinandin.


Aliyê Amerîka

- Pentagonê (Wezareta Parastina DYA'yê)  got ku wan hin leşkerên xwe yên li hin herêmê vekişandine.

- Nûnerê Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê yê berê Brett McGurk (ji ser Twitterê re) biryara Qesra Spî ya vekişînê bi van gotinan rexne kir: "Trump ne serfermandar e, bêyî serê xwe biêşîne, gavên li gor serê xwe û bêfikirînê diavêje. Ew pêşî qetî qebedayiyan tevdigere, paşê dema blofa neyaran dibîne, mutefîkên me bêparastin dihêle û vê yekê bi hevdîtineke telefonê dike."

McGurt li ser endamên DAIŞ'yê yên di destê QSD'ê de jî wisa got: "Trump nizane li herêmê çi diqewime. Di destê Dewletên Yekbûyî de girtiyek jî DAIŞ'î tune ye. Ew di destê QSD'ê de ne.Û bi yek gotinê Trumpî ev girtî teslîmê Tirkiyeyê kirine."

McGurk PDF'ek du rûpel ku agahiyên li ser çeteyên DAIŞ'ê têde bûn belav kir û got ku ger em niha nekevin nava tevgerê DAIŞ dê carek din derkeve holê û xurt bibe."

- Wezîra Karên Derve ya DYA'yê ya berê Hillary Clinton jî biryara Trump rexne kir û got: "Ev hem li hemberî kurdan, hem li hemberî sonda peywira xwe îxanetek e ku dilê mirovan dixelîne.

- Senatorê Komarparêz Lindsey Graham jî ji ser twitterê re wisa nivîsî: "Haya min bi temamî ji naveroka biryarê nîn e lê li gor çapemenî dinivîse ev felaketek e. Ezê bi telefonê ligel Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo biaxivim. Ev biryar vegera DAIŞ'ê mîsoger dike. Dehf dide kurdan ku ew herin cem Îran û Esadî.  Ji ber ku kurdan terk dike rûmeta DYA'yê binpê dike.


Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Emrêk qeybê kirdkî: Roşan Lezgîn

ad

Hukmên îdeolojîk û Zembîlfiroş

ad

Pirtûka Evdurrehman Qasimlo li Amedê hat çapkirin

ad

Bernameya bibîranîna Tahir Elçî amade ye

ad

Mamosteyê ku karîkaturên Hz. Mihemed nîşan dan hat kuştin

ad

"Wêneyê 17'emîn" hate nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname