Diyarname
Kovara çîrokan Jehr bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Jehr sê mehan carekê derdikeve ku ji aliyê xwendekarên li zanîngehên wekî beşên hiqûq, psîkolojî, avahîsazî, karsazî, sînemayê ve tê derxistin.
Pêvajoya derxistina kovarê bi şêwra xwendinên li ser kurdî dest pê kir û paşê biryar dan ku kvarê derxin. Kovara ku hejmara xwe ya yekemîn di sermaweza sala 2013yan de derxist, wekî “Kovara Kurdî ya Wêjeyê” amade kirin lê di hejmara duyemîn de dema dibînin zêdetir çîrok têne weşandin, ji bo kovar hinek din bibe taybet navê “Kovara Çîrokan” lê dikin û di hejmara nû de hemû çîrok hatine weşandin.
Kovar ji aliyê kesên wekî Adar Goran, Mem Gewez, Firat Rûbar, Nûman Pertav, Hakan Arif Can û Serwet Giyan ve tê derxistin.
Jehr di wêjeya Kurdî de digel kevneşopiya çîroka modern dixwaze reheke nû û çîroknûsên ku vî rehî hêzdartir dikin, bigihîne û bi vê armancê deriyê xwe ji wêjekaran re vedike. Çîrok di xebatên atolyeyê de teşe digirin û ji bo weşanê têne amadekirin.
Di hejmara sêyem a kovarê de 13 çîrok cih girtine. Her wiha di vê hejmarê de beşek ji Mihemed Şarman a ku hê neweşiyaye jî weşandine. Di hejmara seyêm de çîrokên kesên wekî Mem Jan, Mamo Giyan, Alan Ciwan, Lezgîn Xakî, Mensûr Zîrek, Rojvan Welat cih girtine