Diyarname
Hat îdîakirin ku lîstikvanê îtalyan Mario Balotelli "ji ber rewşa siyasî ya Tirkiyeyê pêşniyara Beşîktaşê red kiriye."
Piştî ku Mario Gomez ji tîma Beşîktaşê veqetiya, Beşîktaş ket nava tevgerê, ket dû lîstikvanên navdar û xurt. Yek ji van jî Mario Balotelli ye ku Balotelli pêşniyara Beşîktaşê red kiriye.
Rojnamegerê îtalyan Tancredi Palmeri ku ji bo saziyên navdar wekî CNN û La Gazetta Dello Spor nûçegîhanî dike got ku Balotelli daxwaza Beşîktaşê red kiriye.
Palmeri biryara Balotelli ji hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir û got, "Lîsitkvanên îtalyan ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê pêşniyara Beşîktaşê red kiriye:"
Serokê Klûba Beşîktaşê Fikret Orman demek berê gotibû ku wan Mario Balotelli xwestiye.
Mario Balotelli ku bi 1.90 santîmê bejndirêj e û 26 salî ye bonservîsa wî di destê Liverpool de ye. Tîma fûtbolê yê Mîlanê par ew ji tîma îngilîz Liverpool kirê kiribû.
Nûçeya Gomez:
- Gomez: Ji ber rewşa siyasî ez venagerim Tirkiyeyê