Diyarname
WeÅŸanên Lîsê yek jê O.L.Vilcheviskj bi navê "Kurd, Destpêka dîroka etnîkî ya gele kurd" û ya din jî "Êzdayetî, oleke hê jî nenaskirî" ya Tosinê ReÅŸîd du pirtûkên lêkolînî derxist.
KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd
Heta niha li ser dîroka kurdan gelek kesên wekî Minorsky, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek kesên din lêkolîn kirine û berhem amade kirine. Yek ji van kesan jî rojhilatnas O. L. Vilcheviskjyê. Pirtûka O. L. Vilcheviskjyê bi navê "Kurd, Destpêka dîroka etnîkî ya gelê kurd" ji WeÅŸanên Lîsê derket.
Nivîskarê pirtûkê O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê ye û akademîsyenekî ye. Vilcheviskjyê ku bi kurdî gelekî baÅŸ zanibûye, di salên Åžerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdniÅŸîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piÅŸtî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.
Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniÅŸtevanên berê yên welatê kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kiÅŸt û kalê û dîroka eÅŸîrên cihêreng ên kurd.
Berhema ku ji aliyê Zîya Avci ji bo kurmancî hatiye amadekirin di warê xwe de xwedî ciheke girîng e.
- KURD (Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd) / O.L.Vilcheviskj / WeÅŸanên Lîs / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn / 293 rûpel
Êzdiyatî
Oleke Hê jî Nenaskirî
Êzdî yek ji wan civakên li ser rûyê cîhanê ne, ku der barê wan de bi berdewamî ev pirs têne kirin: Bi neteweya xwe ve Êzdî kî ne? Gelo Kurd in, an miletekî serbixwe ne? Dînê wan ê Êzdiyatiyê dînekî çawa ye? Gelo dînekî kevnar û serbixwe ye, an ji birrek hêmanên dînên li derdorê peyda bûye? Ji çi re bi sedan salan e gelek ferman li wan hatine rakirin, Êzdî ji gelek deverên bav û kalên xwe bi tomerî ji navê hatine birin, yên mayî jî li cîhanê, li gelek welatan belav bûne? Tevî hemû gêjgerînkên dîrokê û rûxanên ku pê re hatine, çawa çêbûye, wekî Êzdiyan karîne zimanê xwe, çanda xwe û pergala xwe ya civakî biparêzin?
Nivîskar Tosinê ReÅŸîd, ku bi xwe jî Êzdiyekî ji herêma Serhedê ye, bi vê berhema xwe ve li bersivên rast ên van pirsên mezin digere, ku gelek kes hene dixwazin rastiyê di vê derheqê de bizanibin. Ji bo vê, ReÅŸîd çavkaniyên wekî dîn, mîtolojî, civak, wêje, dîrok û zargotinê vedijîne, digihîje wê encamê, ku Êzdî bi neteweya xwe ve kurd in, zimanê wan kurdî, zaravayê kurmancî ye, welatê wan jî Kurdistan e.
"Êzdiyatî, Oleke Hê Jî Nenaskirî", ji ber ku xwe dispêre çavkaniyên biyanî û kurdî, ji ber ku bi kurdî hatiye nivîsandin û dibêje, pêwîst e kurd bi xwe dest bavêjine lêkolîn û lêgerînên li ser nasnava xwe, welatê xwe, dîroka xwe û dînên xwe, lêkolîneke giranbiha ye.
Êzdiyatî (Oleke Hê Jî Nenaskirî) / Tosinê ReÅŸîd / WeÅŸanên Lîs / Lêkolînên / 269 rûpel
***
Berhemên Lîsê yên din ên nû ên ku îsal derketine: