Ev rojên ha
Rojên qewî giran in; rojên hawar û êşkên reş
Hey ev roj dê biçin
Paşê em ê dîsa vegerin nav jiyanê heu ku qet tu tiştek li me neqewimîbe
Em ê li çîroka xwe bi ba kevin, heke me çîrokek mabe
Em ê bi wê çîroka xwe vegerin bi bêpaxavî, bi xemsarî
Tu tişt dê neguhere ji me,
Ji bêwijdaniya me…
Tenê em ê carina wek bîrhatineke belek
Van rojên gosirmet bi bîra xwe bixin
Û mîna çepeçepa benîştekê em ê pê bikenin
Ewên li ber vê şapê ketin û çûn
Ewên bûn qurbaniyên vê lêmişta sar û vê bawerza fetisok
Em ê wan yad bikin bi çend gotinên sar
Bi çend peyvên xemilandî yên bê kiras û kakil pûç
Lê em ê tu car
Wan kêlîkên fetisînê, bêhnçikînê tênegihêjin
Em ê tu car serwext nebin bê wan kêlîkan van mirovan bi çi difikirî
Û ji bo kîjan guneha me di çarmixê de diperpitîn
Yekê qurbanî gotibû; welê ye her ku parçeyên caman di kezeba mirov dixin
Welê ye her ku bizmaran di ruhê mirov re diçikînin
Em ê pir zû xwe ji vê reşebayê derxînin deravan
Û em ê dîsa vegerin ser kab û kokimên xwe
Em ê dîsa derewan li hev du bikin
Û em ê dîsa qîlên xwe li hev bisikûrînin û bi canê hev du bikevin
Em ê dîsa bibin tîremark û xwîna hev du fir bikin
Erê, ez wek navê xwe dizanim ev rojên reş jî dê biçin û em ê dîsa vegerin nav jiyanê
Dîsa dê newnewa pisîkên kolanan ber solên me bifetise
Dîsa dê kûçikên tereke li ser kulîfekên me hestiyan bikojin
Û em ê dîsa hinek jê ji van reşebayan ji xwe re delîveyan peyda bikin
Û em ê dîsa jar û belengazan ji dor sifr û qesrên xwe veder bikin
Em mirov tu car nabin însan
Ne weba, ne xela, ne tofan, ne jî hezra bavê di wan
Tu tişt nikare me bike însan, tu tişt nikare me bike xudan bext û xudan wijdan