logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

  • Dîrok: 05/12/2022
Berê ‘gotin’ hebû, paşê deng jê peyda bû. Gotin, bû kana derbirînê. Bi rêya derbiranê me derd û mereqa xwe da der. Li gorî derkirina derd û meremê jî me cîhanek ji xwe re ava kir. Hizirên me bû xet û pejanên sînorên vê cîhanê û hestên me jî dengvedan, rengvedan, bêhnvedanên vê cîhanê kifş kirin. 
Heke hesta “mereqê” me nas nekiriba, belkî roja hevroj em qet û qet ji wê şikefta ewil a jiyana xwe qet û qet çar bihost û sê tilî jî biwêdetir neçûbana. Mereqê em hişyar kirin û xistin dû “nasînê” hindî me nas kir em bêhtir bi tîhniya wê hesiyan û bêhtir li dû asoyên nû ketin. 
Çu carê vê dinyayê; jiyan û jiyara wê, hizir û xeyalên wê têra me nekirin û her çavên me li “stêrkên” dûr ketin; aya li wirê çi heye? Paşê pirsan pirs xudan kirin û me qonaxa navbera xwe û stêrkan kire çar tilî û sê bihost. 
Niha ez li “bêqewlê” me. Bi “rêka evrazî” hatimê û bi “rêka nişîvî” daketimê. Wa ye “bilbil” ji kezeba xwe re distrên keser û kovana min: “Ez watenan” dixwazim. Bêhnek dî li wir asê dibim û vê carê ji “watenî” bêhîvî dibim. 
Paşê jî ez di vî welatê bi navê “Pêrok” ku di çu nexşeyan jî nîn e, hâr dibim rêka “berwarî”, va ye ez wesfên “wî berwariyî didim; “berwarî bi dar in” di nav rêl û daristanekê dimeşim. Paşê rûperiyek derdikeve ber rêya min: “Rûkên te sor in, xal wê jê dibarin” ez teswîra wê dikim û wê nas dikim. Lê paşê jê re dibêjim here bela xwe ji min veke: “Tirsim bigezim..”       
Ev ravekirina çend bendên strana “Pêrokê” ne. 
Bêguman, heqê we heye ku hûn welê bifikirin û bibêjin, ‘ev tenê şîrova te ye” ez dengê we heçku dibihîzim ku hûn şerhekê datînin ber vê ravekirinê û dibêjin, “hêdî bajo!” 
Helbet, ez neşêm çu delîlan bibînim û bibêjim “îla ev îdîaya min rast e” lê ez dikarim vê bibêjim, wekî me gotî çu hestiyê zimanî nîn e û hukmê hizirtêkirin û xeyaldanînê jî heta sînorên gerdûna xeyalmendiya mirovî dikişe. Mirov neşêt îspat bike lê dişêt heta ji mejî bêt xeyal bike. Wekî  zanayê naskirî Albert Einstein jî amaje pê kirî, “her tiştê tê ser tevnê xeyalê rastiyeke xwe heye. Her xeyal li ser rastiyekê ava dibe.” 
Îjar em jî berê xwe bidine vê rastiya xwe.
Rêbaz, bo destnîşankirina hin tiştan rênimayeke girîng e û heta mirovî rêbazeke xwe nebe, mirov gelek caran dê nikaribe “zîro û danî”, “dasî û arvanî” ji hev bitefsilîne/ bivavêre û bibijêre. Bijartin, bazeberên rêbazî datîne ber mirovî ku mirov bi bisteh tê re bimeşe. Meş û berdewamîdan, pêşveçûnê bi xwe re tîne. Ku liv hebe, biv jî lê heye. Livîn bizavê li dû xwe tîne.  
Hêjayî gotinê ye, exlebe di stranên kurdî de, “bend” dubare dibin û gava dubare dibin cara yekê, navê cihî yê resen tê gotin; cara tê dugîsnekirin jî “raveya wê” tê gotin. 
Îja heke vegêr/bêjer behsa rûdaneke diltezîn bike û ji wî warî –ku mebest li ser e- êşiyabe, kerb û rika xwe di “ravkirinê” de dide der, mîna: 
Ez çûme Mûsilê çi xweş war e/ Ez çûme xopanê (Mûsil wekî xopane tê pênasekirin di cara duyê de) (..)
Heke dengbêj bi vî warî dilxweş be, te dî got: Ez çûme Wanê berda deşt e/Ez çûme avayê (dixwaze Wan tim ava be) (..) 
Êdî piranî ji bo neyînî û bûyerên dilşewat, raveyên mîna “wêranê, xopanê, bişewite, malîwêranê, xirabê, nemayê” tên gotin. 
Ji bo dilxweşî jî piranî “rengîn, mîna Ameda rengîn; delal, -Zaxoka delal, ava, avayê” tên gotin.
Vê carê em bala xwe bidine ser strana Pêrokê.
Em çûme “Pêrokê” rêka evrazî/ Ez gihîştime “bêqewlê” rêka evrazî
Min dûvçûnek ser navê Pêrokê kir. Tu warekî bi vî navî tune ye, ger hebûya qet çi şik tê de nîn in ku di benda ducare de dê dengbêjî bigota “Ez gihîştime avayê/xopanê/wêranê/ û her wesfek dî ku ji bo warekî bê bikaranîn dê bi kar aniya. Lê na! Ebed.. Li vir navê “Pêro” –ku heman wext navê komestêrkekê ye- bi “ravekirina” –bêqewlê” tê teswîrkirin. 
Ka kî dikare bibêje, welê nefikire ku ev bêqewlî” amaje bi “ger û geşteke di asta astral” de nake! Çimkî gelek ron û aşkere ye ku di vir de, “qewil” nemaye, zeman tune ye. An jî zemanê wir û zemanê vê dinyaya me ku dengbêj wekî “waten” bi nav dike, hev nagire. Zemanê li Pêroka bêqewl û zemanê li “watena bêjerê” me, du wextên ji hev cihê ne û bi ser hev ve nayên. 
Xuya ye, şairê me dema çûye stêrka “Alberanê/Pêro” heman wext, aliyekî wî, li vî “watenî” jî asê maye û bîra vê derê dike. 
Gava bîra vê derê dike heman wext li pêla wê derê jî hişê xwe bi ser hemdê xwe de ho dike û xwe sê bihost û çar tilî ji kinarê dilî dûr dike û dibêje, “bilbil dixwînit hewar û gazî” û bi vê pênaseyê spehîbûna wî warê bi dar û ber, bi bilbil û şalûl, belkî bi kanî û robar jî tîne ziman.
Ne tenê li wirê, ev hene; mirov jî hene. Heta wesfên wan jî, “rû sor in, xal diperinê” xuya ye, gwînê van candaran piçekî ji me mirovên vê dinyayê cudatir e û “xal û nîşanên ser dêm û laşê wan” li bedewiya wan zêdetir dike. (helbet bi çavên şair û dengbêjê me yê Pêrokdîtî)
Bêqewl, hevnekirina zemanî ligel têrnekirina demê jî tê û gava qewlê te û qewlê wir neçûn ser hev, ambiyansek pêk nehat, tu derkinar dibî. 
De ka kerem kin, em şêlekê pêkve biçin Pêroka bêqewl û ji vê dinyaya ku ji me “kurdan û bextê me re” timî tim “bêqewl e” xilas bibin.
Ez diçime Pêrokê, rêka evrazî/Ez diçime bêqewlê, rêka evrazî
Bilbil wê dixwînit, hewar û gazî/ ey jaro dilo, watenan dixwazî
Kî dizane, belkî “waten” jî mîna “pêrokê” her navê warekî ji wan warên sê bihost û çar tilî doranên dilî; çar bihost û sê tijî li çerxûfeleka ruh û giyanî bit! 
Ev dinya sindoqek derî qufilkirî, hezar hezar raz û nepenî tê de kitirî
Kî dizane di navbera ‘Pêrok û Watenê’ min û te çend umir, donedon kirî
Çend qewl û qiyas, çend mirin û jiyan pêkve pîr kirî û pêkve jibîrve kirî    
Wa ez diçim Watenê Pêrok di ber de 
Wa ez diçim Pêrokê Waten bi ser de
Were dest bide dest, dil bide ji dil de   
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Rexneya rexneyê

  • 10 Berfanbar 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   "Rexneya rexneyê" (bi îngilîzî: ‘metacriticism’ an jî ‘criticism of criticism’) tê wateya rexnekirina rexneyê bi xwe, yanî analîzkirin, nirxandin û rexnekirina awayê ku rexne...

Stêrkên zîvîn

  • 17 Adar 2017

Ev çendek bû, bi dû biryara xwe bû: Wî dê guhê xwe bidaya pêjnên jiyanê da ku di şevên qetranî de li ser gerdena asîmanê bêstûn...

Di zimanê me de hezkirin/evîn

  • 04 Pûşper 2018

Em di kurdiya xwe de hezkirinê çawa bilêv dikin? Berî ku em bersiva vê pirse bidin, hinekî bala xwe bidin bê ka nivîskarê naskirî Gary Chapman di pirtûka xwe...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Vexwendina Kargeha Wergerê

ad

Die Welt: Rawestandina muzakereyan di rojevê de ye

ad

Gotinên li ser "DIL"

ad

Ji bo xaniyê 1,6 metreyî mîlyonek sterlîn dixwazin

ad

Fîlmên pêşbaziya Porteqala zêrîn diyar bûn

ad

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname