Diyarname
Lîstika bi navê "Araf/ Di Navbera Du Welatan De" ku li ser jiyana Mûsa Anter e 30'ê vê mehê li Basela Swîsre, 4'ê reşemî li Hamburg û 8'ê reşemî jî li Kolna Almanyayê derdikeve pêşberî şanohezan.
Lîstika ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Aydin Orak dike, jiyana zanyarê kurd Mûsa Anter kiriye mijar. Di lîstikê de Aydin Orak bi tena serê xwe dilîze, mûzîk Efkan Şeşen, ronahî Amed Çay, derhênerê dîmenê Huseyîn Karabey û alîkariya derhêner Bîlal Bulut û Aram Dildar dikin. Araf, bi deng û dîmenê Mûsa Anter û lîstikvaniya Aydin Orak, bi şêweyê şanoya dokumanterî hatiye amadekirin. Lîstik bi piştgiriya Konsolosxaneya Swêdê Ya Stenbolê û Şaredariya Nisêbînê derdikeve ser dikê. “Araf/Di Navbera Du Welatan De” di mihrîcana navnetewî ya Enqere de bi eleqeyeke mezin hatibû pêşwazîkirin, li Îzmîra Tirkiyê jî hatibû qedexekirin. Wek berendamê Xelatên Kovara Tiyatro Tiyatro hat nîşandan.
30 rêbendan 2011, Saet: 17.30, Basel Kultur Festîval- Kulturwiege - Kurdische Kulturaustausch Woche
4 reşemî 2011, Saet: 19.00, Universität Hamburg Von Melle Park 8 Hörsaal Erziehungswissenschaft Hamburg, Germany
8 reşemî 2011, Saet: 19.00, Koln Unîversite


